Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
amûra bêmirov ya ezmanî - tirşik
amûra bêmirov ya ezmanî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi kurtî abe

balafirên otomatîk in. tê de mirov tune. kontrola wan an jî mnavendek li erdê û ji aliyê mirovan ve tê kirin an jî li gorî planeke ew bixwe diçin û tên.

piranî ji bo keşfê hatine çêkirin û bikaranîn. ya yekemîn di sala 1916an de hatiye çêkirin.

îro êdî gelek bihêztir, leztir, siviktir û fonksiyoneltir in.

êdî yên ku dikarin êrîş bikin (bi fuzeyan) jî hatine çêkirin lê gelek caran bûne sedema mirina gelek sîvîlan jî.

her wiha tê plankirin ku di pêşerojê de ji bo guhestina kargoyan jî werin bikaranîn. amadekariya şîrketa kargoyê ya elmanan dhl ji bo vê yekê heye: http://www.dailymail.co.uk/sciencetech/article-2520818/DHL-tests-delivery-drone-airborne-robots-used-deliver-medicine.html



di fîlma interstellarê de jî yek ji van dihat dîtin ku ev çend sal bûn li hewayê bû û bi enerjiya tavê dixebitiya.



17.05.2015 15:58 | simurg56

2. (bnr: amûrên bêmirov ên nûçeyan)



17.05.2015 22:25 | ceso

3. kêfa min ji navê wê yê kurdî re nehat, amûr û alav û amraz ji bo halet û hacetên ku tiştek pê tê kirin an karek pê tê qedandin tê gotin, ji bo nimûne pense amûreke ku mirov dikare pê birxuya bişidîne an sist bike, derzî amûreke ku mirov pê kincên qetayî didirû filan.. lê drone erebeya hewayî an otomobîla ezmên e, erebeyên bejayî li ser erdê diçin lê ev erebeyên hewayî bi hewa ve difirin û diçin.. li gorî min divê navê wê erebe/otomobÎla bêmirov ya hewayî/ezmanî bûya..



17.05.2015 23:46 | endazer

4. ne amûrek mîna pense'yê ne. lê ji ber ku bêmirov in tê de tu kes rûnanê û jixwe cihê rûniştinê fîlan jî tune, mirov qet nikare bêje erebe an jî otomobîl e.



17.05.2015 23:59 | simurg56

5. Makîneyên tirkiyê jî hene. Navê wan anka yE Û herwiha navê yên îsraîlê jî heron e. Hertim di ser çiyayên kurdistanê re difirin. Wexta ku di sala 2013an de gerîla şûnde vedigeriyan hasan cemal bi wan re çûbû qendîlê. Li wê derê bi bahoz erdal re dipeyive. bahoz erdal qala van firrokana dike. Wiha qal kiribû:

"Em bi sîwanên 5 dolarî, heronên 5 milyon dolarî bêbandor dikin."*



18.05.2015 10:49 | mergehez

6. meriv dikare bi kurdî jê re bêje "firon"

him bi maneya xwe ve "fir+on" him jî Ahenga dengê vê wekî drone û heron e



îngîlîz Jê re drone, îsraîl jî heron dibêje, Bira kurd jî bêje firon...



06.02.2016 19:34 | mîr

7. firokeya bêmirov, firokeyên di pêşerojêde hinek dîn jî pêş bîxînin ewê hemû barê şer li pişta van frokeyan bikin.. îcada vê sed salê û sed salên pêşe.. ez bawerim ewê sîlih jî pê bidin bikarhanîn wekî bî mirov be jorve bombeyan bavêje...



06.02.2016 22:23 | shorbevan

8. (bnr: şêrdal)



21.05.2021 02:58 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» amûra bêmirov ya ezmanî
» ezmanî

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî