Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
evrimagaci.org - tirşik
evrimagaci.org

Navê mijarê ya ewil ev bû:evrimagaci.org
(7) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. malperek bi tirkî ye. tije bi gotarên qala werarê ye, heya tê bê bes e. nivîskarên wî peywira xwe gelek baş cî tînin. roja çarşeman di rojnameya bir günê de rûpelek jî amade dikin ku gotar û nivîsên xwe ji vê malperê dîstinin. malperên bikevin kaxizê wê çawa şêrîntir bibe, ev rê me dide. nivîskarê malperê çağrı mert bakırcı ji evrensel basım yayınê bi navê evrim kuramı ve mekanizmaları pirtûkek gelek kêrhatî derxistiye. ez hêvî dikim, di demekê kin de ezê dest xim. xwedê alî we bike.



Here lînkê



17.05.2015 11:15 ~11:29 | biruya hayao miyazaki

2. malpereke gelek serketî û baş e..

gelek maqalet û gotarên baş û kêrhatî têde hene.



10.01.2016 16:29 | ferhenga şikestî

3. Nizanim çaxt başlê kir lê nivîsên kurdî jî li ser wê malpêrê hene.
Mînak:
Here lînkê



04.04.2023 13:15 | cinorek

4. gelek kêfxweş bûm, ez wextekê bi çağrı mert bakirci re ketibûm têkiliyê û beriya salek û nîvê di weşana wan ê Mîlyonek aboneyê de jê re pirsîbûm gelo ger ez nivîsên kurdî amade bikim hûn ê qebûl bikin. got belê lê divê moderatorên bi kurdî bizanin hebin da ku wan nivîsan kontrol bikin. min hewl da çend caran lê min tu kes nedît. bi tenê jî gelek zor hat û min biryarek da ez ê hêdî hêdî di Bloga xwe de nivîsan amade bikim û dema biçim zankoyê, dema hînê nivîsbarîyê bibim malpereke bi vê rengî amade bikim û li wir çalak bibim. tiştek balkêş jî heye min doh di xewna xwe de dît, min malper vekiribû û ez bi zankoyên rojava û başûr re ketibûm têkiliyê min ji wan re wisa nivîsîbû. ji bo kurdî bibe zimanê zanistê, zanist bi kurdî pêş bikeve alîkariya we pêwîst e. bi pereyek biçûk em dixwazin xwendekarên we, nivîsên xwe yên li ser zanistê, tezên xwe yên li ser zanistê li ser malpera me parve bikin. beşa me ya kurdî jî soranî jî li benda we ye. min ji hemû zanîngehan bersivên erênî distend û em dibûn malbatek xweş.
min soz daye xwe, herî zêde du salên din ez ê bikevim rêyek wisa. ez baş dizanim dê gelek zor be lê bê zorî encamên xweş nayên...



04.04.2023 22:03 | yûsiv

5. Ji bo versiyana wê malperê ya kurdî:

(bnr: warê zanînê)



05.04.2023 16:30 | cinorek

6. Cihê ku pirsên ehmeqî jî lê tê kirin û bersivên ehmeqî lê tê dayîn.
mÎnak: Here lînkê

Diya te bi kîjan zimanî biaxive, ew dibe zimanê te ye dayîkê. Ger tu kurd bî zimanê te yê dayîkê kurdî ye. Bi dîtina min yên ku bersivê didin k*malîst in û ya ku pirsê kirîye hinekî ehmeq e.



18.06.2023 22:56 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» evrimagaci.org

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî