Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hoy hoy memo - tirşik
hoy hoy memo
(3) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. straneke gelêrî ye, min cara ewil ji dengê koma amed guhdarî kiriye, heta ku şevval sam xanimê keşf nekirî û negotî gelekî kêfa min jê re dihat lê niha çawa guhlê dibim guhê xwe digirim.. li şirnex stranbêj û dengbêjeke meşhûr bi navê salihê şirnexî heye vê stranê biçekÎ bi rengeke cuda dibêje lê bi baweriya min xweştir dibêje, di destpêka stranê de çîroka stranê jî dibêje;





koma amed:



şevval sam:



zelal gökçe:





gotinên stranê:



''hoy hoy hoy memo

mem ebasî ebasî

jahro dilo memo

mem ebasî, ebasî



hoy hoy hoy memo

kurtekî ser kirasî

jahro dilo memo

kurtekî ser kirasî



hoy hoy hoy memo

mem' em te ji diyarbekir

jahro dilo memo

mem' em te ji diyarbekir



hoy hoy hoy memo

wi ani barek şekir

jahro dilo memo

wi ani barek şekir



hoy hoy hoy memo

tîrê cerge du kerkir

jahro dilo memo

tîrê cerge du kerkir



hoy hoy hoy memo

hespê memê min boz e

jahro dilo memo

hespê memê min boz e



hoy hoy hoy memo

meydanê dike toz e

jahro dilo memo

meydanê dike toz e



hoy hoy hoy memo

sefer dayikê pîroz e

jahro dilo memo

sefer dayikê pîroz e''



ji hinan weye qey di stranê de ew rêzegotina kurtekî ser kirasî bi eslê xwe kurdekî serfirazî ye, lê ji wehm û wesweseyeke wêdetir ne tişteke ya rast kurtekî ser kirasî ye, ne kurdekî serfirazî..



14.05.2015 16:59 | endazer

2. di vê stranê de wate wê ji rêzika ''tîrê cerge du ker kir'' tîrê cerg û hinav kir du kerr/felqe/parçe.. û gava dî min ferq kir, gotinên strana ku salihê şirnexî dibêje û ya ku koma amed dibêje ne eynî ne.. ji ber dengê salihê şirnexî ez ê gotinên stranê deşîfre bikim..



ay hay memo memo memo memyanÎ

jaro lawo memo memo memyanî

ay hay memo şûr girêda romyanî

jaro lawo şûr girêda romyanî

ay hay memo day kore bî rindanî

jaro lawo day kuro bî rindanî

ay hay memo sed rim gihan vî canî

jaro lawo sed rim gihan vî canî



ay hay memo ebasî xweş ebasî

jaro lawo ebasî xweş ebasî

ay hay memo kurtekî ser kirasî

jaro lawo kurtekî ser kirasî

ay hay memo bav kore bî rindanî

jaro lawo sed rim gihan qeresî



ay hay memo mem axakê şikaka

jaro lawo mem axakê şikaka

ay hay memo berxa rakin ber maka

jaro lawo berxa rakin ber maka

ay hay memo bav kore bî rindanî

jaro lawo sed rim gihan mîlaka



ay hay memo memê (hespê) memya min boz e

jaro lawo caniya lawê min boz e

ay hay memo li derê malê kir toz e

jaro lawo li derê malê kir toz e

ay hay memo sebra memo pîroz e

jaro lawo sebra memo pîroz e



14.05.2015 19:46 ~19:47 | endazer

3. versiyoneke din ya vê stranê û çîroka stranê:



Piştî demeke drêj dawî kurê pîrê ji leşkeriyê divegere malê. Şev bû dereng bû, wî dilnehişt diya xwe ji xew şiyar bike, hema yekser diçe dikeve nav livîna kebaniya xwe. Berê sibehî diya wî dirabe, dibîne ko mêrikekî di berê bûka wê de ye. Dirabe diçe rimekê têne û di pişta kurê xwe re derbas dike. Qîrên bi bûkê dikeve, dibêje, jinamê te çi kir? Gava dê rûyê kurê xweyî kuştî dibîne vê stranê davêje ser:







Hoj hoy Memo jarê Memo

Memanî xweş Meman î

Hoy hoy Memo jarê Memo

Daykê korê nizanî

Hoy hoy Memo

Daykê korê rim danî

Hoy Memo jarê Memo

Hespê Memê min kûmêt e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mi' avda bi ava Ferêt e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Daykê korê rim lêda

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mem axakê welêt e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Hespê Memê min cehnî ye

Hoy hoy Memo jarê Memo

Birîna Memê min xwînî ye

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mem axekê Aliya

Hoy hoy Memo jarê Memo

Hespê Memê min boz e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Mi' xemlandî bi îloz e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Birina Memê min pîroz e

Hoy hoy Memo jarê Memo

Ebas î xweş Ebas î

Hoy hoy Memo jarê Memo

Bi tena terpê û kras î

Hoy hoy Memo jarê Memo

Daykê korê nenasî.



20.09.2015 02:33 | endazer



6. piştî (bnr: şevval sam) ê kifş kir, êdî min guhdar nekir.



03.10.2015 01:40 | wiha wilo wisa

7. Jaro dilo memo

Ne jahro dilo memo.

:-) :-) :-)...



02.10.2019 01:46 | bilbilê dilkul

8. çîroka memo piranî ji videoya mijara yekemîn ( hoy hoy memo/68757) de cûdatir tê gotin.

dibêjin memo ciwaneke hêja ye, bi diya xwe û jina xwe ve gundekî diyarbekir dijîn. lê ji bo ku tişt kirînê divê herin diyarbekir. çuyîn û vegerîn nêzikî du rojan digre. gundî diçin û şevê li wir dîmînin roja paştir vedigerin.
rojekê memo diçe erzaq kirînê lê bi lez karê xwe diqedîne û di rojê de qesta vegerînê dike. şevê dereng digeheje mal lê naxwaze dayka xwe jî şiyar bike hidîka diçe li ser cîhê xwe. di wê navbendê de deng diçe diya wî û şiyar dibe. radibe lê dinêre, dibîne li ba bûka wê yek heye. ew jî îxtimal nade ku memo be ji ber ku piştî çûn roja din vedigerin her car. diçe tifengê distîne û memo dikuje. piştî dikuje dibîne ku ew memo bû... êdî her roj li ser kurê xwe wê kilamê dibêje.

versiyonek kilamê>>
(bnr: ali doğan gönültaş)




12.04.2020 13:14 ~17:40 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hoy nînar
» hoy dezawo
» memo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî