1. ji ber xwest stranek kurdî bixwîne û klibêk çêbike neçar ma mişextî fransayê bû û li wir can da di temenek ciwan de. gora wî li gel ya yılmaz güney ye |
|
2013.07.26-17:10 |
arami
![]() |
3. camêr helbestên can yücel, ahmet arif, sabahattin ali , attillah ilhan , orhan veli , orhan koton , yilmaz odabaşı , hasan huseyin korkmazgil û yusuf hayaloglu repertuvara xwe kiriye weke antolojiyeke serkeftî. ji xwe deng û awaz û mûzika wî bêşîroveye. |
|
2013.07.26-20:10 |
seydayê_peyvan
![]() |
4. Ahmet Kaya hunermendekî nemir e. Hê jî stranên wî tê guhdarîkirin. Li cîhanê bi mîlyonan hezkiriyên wî hene. |
|
2013.07.27-01:50 |
ramanwer
![]() |
5. sezen aksu jî tê de hemû stranbêjên tirk yên salên dawîn dênin li cihekî, ahmet kaya danin cîhekî din. ahmet kaya stranbêj û hunermendek ewqas mezin û hêja ye. |
|
2013.08.04-02:55 |
simurg56
![]() |
6. wek stranbêjekî stranbêjek têra xwe serkeftî û jêhatî ye û di warê mûzîkê de kes nikare bibe serê neynûka wî lê ji bilî çend daxwuyanî û stranên wî yên berî mirina wî ku li gorî min ji ber êşa sirgûniyê hatine kirin eleqeya wî û kurdîtiyê zêde nîne.. derhêner û aktorê navdar yılmaz güney jî berhemên xwe bi tirkî didan lê li tu derî xwe ne dispart paş perdeya çepgirî û sosyalîzmê li her ser her zemîn û platformekî û li bin her banekî nasnameya xwe ya kurdî û doz û daxwaza avabûna kurdistaneke yekgirtî û serbixwe li ber çavên dost û dijminan radixist.. di danîna enstîtuya kurdî ya parîsê roleke gelek aktîv lîstiye û ji bo raya giştî ya cîhanê bi doza kurdistanê bihese hem bi filmên xwe û hem jî bi gotin û gotarên xwe yên rasterast kar kiriye û ked daye.. lê ahmet kaya wek min gotî hetta şeva ku rastî lînca hunermendên dêqehb û pê re jî ya çapemenî û raya giştî ya şîrheram hatî her li gorÎ konjonktûrê tev digeriya û heta jê dihat xwe ne ji dêrê dikir û ne jî ji mizgeftê dikir.. wek min di serî de jî gotî di warê mûzîk û mûzîkalîteyê de gelekî serkeftî ye û heta niha jî di nav stranbêjên tirk de kes nikare avê li destan bike lê ji aliyê kurdayetî û kurdistanîbûnê ve sist û qels û zeîf bû.. |
|
2013.08.04-05:48 |
endazer
![]() |
7. stranbêjê rehmetî ku îro roja jidayîkbûna wî ye.. bi vê mûnasebetê ez pê hesiyam ku li silêmaniyê navê ahmet kaya dane kolanekî.. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=688185711199123&set=a.650141281670233.1073741825.147948245222875&type=1&relevant_count=1&ref=nf |
|
2013.10.28-13:23 |
endazer
![]() |
8. hunermendekî bêhempa ye, kî ewî texlît bike wekî gu dibe; dibe mûzîkek arabesk lê ahmet kaya arabesk nedikir ; ji dilek mezin mûzîkek hêja derdiket.xwedê rehma xwe lê ke, nehle li serdar ortaç ebru Gündeş hwd. ... be |
|
2013.10.28-14:05 |
rexnegirêtagirtî
![]() |
9. hunermendê kurd ku îro serokkomariya tirkiyeyê xelata mezin ya çand û hunerê dayê. |
|
2013.10.28-18:54 |
simurg56
![]() |
10. hûnermendê ku duh 13. salvegera mirina wî bû . |
|
2013.11.17-01:31 |
brusk56
![]() |
11. hunermendê ku piştî teyyîb wesfê wî di çalakîya hatina mesûd barzanî ya amedê veda, piranîya kanalên tv yên tirkan dokumanter der wî û mişext kirina wî weşandine. |
|
2013.11.18-16:05 |
saladin
![]() |
12. Hunermendê ku ez wisa bawer im navbera wî xwedêteala gellek baş bûye û baş e lew gunehê wî ji dêqehbên ku di şeva xelata pêzeveng û mêzevengan de wî lînç kirin yeko yeko dertê. Ku ahmet kaya van rojan biditaya wê qeyrana dil dîsa lêxistibûya, lê vê carê ne ji xem û kulan ji kêfan... |
|
2013.11.20-14:41 |
ceso
![]() |
13. nemîr e. ya rastî ji bo doza kurdî ne mirovek zêde bû. jixwe hunera xwe jî ne ji bo kurdî lê ji bo tirkî dikir. lê derqeke wî ji kurdên din yên navdar hebû ku xwe înkar nedikir, fikrên wê cem gelê wî bû û hunera dikir -ni çi zimanî be bila bibe- gelekî qîmet bû. |
|
2013.11.20-20:46 |
simurg56
![]() |
14. Heyran,mirovekî hêja ye,deng zengil e lê ne malê Kurda ye. |
|
2013.11.21-13:49 |
gulan
![]() |
15. dengê wî û awaza stranên wî gelek xweşik in çend sal ji mirina wî bihurî lê hê jî her roj stranên wî godarî dikim lê roja ku min temaşe kir wa ye pesna Kemalê xwînxwar dide ez jê sar bûm |
|
2013.12.05-16:55 |
ferhenga şikestî
![]() |
16. mîna şerabê ye (heçko gelek bizanim!) her ku diçe bêtir tê hezkirin. |
|
2013.12.14-12:32 |
simurg56
![]() |
17. hunermendek wisa ye ku, çû li ewropayê li pêş wêneya apo strana "me bêriya apo kiriye" got lê dîsa jî gelek tirk lê guhdar dikin. û heta hinek ji wan, ne tenê guhdar dikin; wî diparêzin jî. |
|
2014.01.30-22:15 |
simurg56
![]() |
18. li silêmaniyê, navê wî li parkeka nÛ ji aliyê şaredariya silêmaniyê ve hatî çêkirin, hatiye dayîn.. di merasîma navlêkirin û vekirina parkê de keç û jina ahmet kaya jî beşdar û amade bûne.. |
|
2014.04.16-23:00 |
endazer
![]() |
19. cemal süreya di sala 1989ê de bi wî re hevpeyvinek kiriye: |
|
2015.10.31-17:36 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
20. îro rojbûna wî ye. Sala 1957 an, roja îro li meletîyê hatíye vê gerestêrka şîn.. Dilê wî weka çiyayê sîpanê mezin e. |
|
2016.10.28-14:21 |
bûtîmar
![]() |
![]() |
kurdiya trt kurdî [2] |
![]() |
kurdiya trt kurdî [2] |
![]() |
tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9] |
![]() |
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
![]() |
lîsteyên muzîka kurdî [4] |