Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
agar.io - tirşik
agar.io
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Listikêkî pir xweşe.

ki ranezaye bira wêre aliye min bike.

nick min : tirşikvan



12.05.2015 00:52 | jeng

2. lîstikeke basît e lê mirov dike pîskopat.

dema min bi navê "akape" lîst min karî gelek mezin bibim lê her cara ku min navê "kurdistan" stand, min nekarî ji 3-4 deqeyan zêdetir bijîm.

wer xuya dike nîvê bikarhêneran tirk in. ji ber ku kengî navê kurdistan bistînim hema herkes êrîşî min dikir.

Here lînkê



16.05.2015 20:17 ~2015.05.17 09:02 | simurg56

3. lîstika ez gîhaştim asta şeşem û kompîter germ bû ez hatim xwarin e *

Here lînkê



16.05.2015 21:58 | berxweda

4. kayê ke mantiq û sîstemê ci asan o Û sazkerdoxê nê kayî lajeko newês serrî yo.



Mantiqa kay wina yo ke destpêk de her kes sey mîktopêko qijek beno. der û dorê xo de çi qas werd û mîkropê ke avatarê kesî ra qijek esto bi werdişê înan beno pîl. la belê avatar çi qas bibo xişn, hende zî giran tev gêreno. qural û qeîdeyê kayî asan û basît bo zî merdim girêdayîyê nê kayî beno.



17.05.2015 05:30 | endazyar

5. yarya ko mirov bi xweve di girede. hheta min xewn ji pe ditine.



18.05.2015 00:36 | dastanekkevin

6. Wê rojê min got ka ez ji telefonê bilîzim. Min malper vekir û dest pê kir. Di hindurê 3 4 saniyeyan de ez hatim daqurtandin. Pêşniyara min li we ew e ku ji telefonê nelîziN da ku xelk we neperçiqîne, îfleha we neçikîne*



18.05.2015 10:32 | mergehez

7. lîstika ku tê de berî gavekê bûm 6.

bi navê kurdistan tevlî lîstikê bûm, yekî navê wî tirkiye ber bi min ve hat ku êrîş bike lê ji min mezintir bû. berda pê min û ez jî qestîka ber bi testereyan ve beziyam. wî jî da pê min û li testereyê ket. çawa li testereyê ket bû deh parçe min jî hemû parçeyên wî xwar. welleh ewqas rihet bûm...



19.05.2015 17:52 ~17:53 | simurg56

8. lîstika ez bi navê kurdistan gîhaştim asta duyem jî. di vir de alîkariya pkkê gellekî baş bû.




spas pkk *



19.05.2015 21:27 | berxweda

9. lîstikeke ku mirov bi xwe ve girê dide, şevê din min nîşanî hevalê xwe yê malê kir, ez razam ewî dewam kir, piştî ez razayîm birako bi navê kurdistan bûye yekemîn (1.) firmana tirk û ereb û farsan aniye * dawiyê hemû tirk bûne yek hatinê cara ewil ev êrîş pûç kiriye cara din li testereyekî ketiye û hemû bûne yek herî dawî ew jî têk çûye. va wêneyê wê jî:

Here lînkê



19.05.2015 21:45 ~21:45 | xendekî

10. gava min ev nav di tirşikê de dît mi go ka ez binihêrim çî ye û min ew xwelîserî kir û lê mêze kir û vaye çend saet li ser telefonê ketime ber lîstikê. Eyb e şerm e ji we re ku komployên wiha raberî me dikin* yên ku vê mijarê vekirin û şiroveyan lê zêde kirin şermezar dikim.



19.05.2015 22:06 | ceso

11. lîstika ku aniha jî em yekemîn in, niha têkevin û kurdistana mezin bi çavên serê xwe bibînin *

Here lînkê



20.05.2015 00:29 | xendekî

12. gama ke ez nameyê ''kurdistan'' panana mîkroba xo, heme kutikan mi rê êrîş keno. welle min nefesek nêgirewt yav.



piştî ez bi nameyê ''earth'' bîya dîyin.



kayê ke zanîngehê mi eşt adir birano, min dest pêkerd şima mekin.



20.05.2015 01:39 ~12:05 | endazyar

13. lîstikek vîdyoyê ye.Mirov dikare bi gmail anku facebook ve têkeve malperê de.Bi rastî dema nû derketibû zêde bala min nedikişand lê ev çendek e ez bûme fanê vî lîstikê.
Mixabin gelek waxtê mirov werdigre.

Çawa tê lîstin ?

Pêşniyara min ew e ku hûn dest bi lîstikê nekin lê dixwazim çend tiştan binvîsim.Hûn dikarin bi her navê û bi Wêneya profîlê (îngilizî skin e û gelemperî agar.io derfetekî dide tenê ku tu ji xwe re wêneyekî xêz bikî lê bi agartool extentionê tu dikarî wêneyan jî bar bikî , xeynê xêzkirinê gelek wêneyên ku agar.io pêşniyar dike jî hene.Mînak:kurdistan binvîsî ala rengîn dide te.) beşdarê agar.io bibin.
We ji xwe re navek û skînek hilda be êdî dikarin têkevin lîstikê.Li vir ;
bişkoka space ;te dike du qetan (par) ji bo ku banz bidî û yeke din bixwî
bişkoka W ; ji bo feed (dayîna xwarin anku bo bi sitirûyan yekî bixî bi kar tînî. )
Dema ku nû bî divê wan tiştan bizanibî.

Dikarim çawa bibim lîstikvanek prof ?

Tu dikarî ektentions (bi tirkî eklentî ye) ku bo agar.io hatine amade kirin û bê pere ne bi kar bînî.(Delta v5 , legendmode , agartool, vanilla ,hslo).Beriya daxistina van extentionan tampermonkey daxînî û li google chrome bar bikî dû re ji extentionsên li jor yekî bibijêrî (delta v5 pêşnîyar dikim) û li google chrome zêdebikî.dû re dikarî gelek eyeran li gor xwe çê bikî.

Tu rojên pêş te dikarî rêbazên kanon , trîk û lîstika bi du nîckan (multiplayers) ve jî hîn bî , dikarî baştir bileyzî.

Li ser agar.io chat jî heye lê divê hûn delta v5 ango extentionan yekî bar bikin.Ez pêşniyar nakim jiber ku gelek zarok hene û çêrên bereday dikin.Ji wan kesan û zêde zêde axaftina li ser agar.io dûr bin.

hevalên xwe beşdarê li ser discord.org ê bikin , ji ber ku bi dengî mirov dikare bileyze.

beriya destpê kirina lîstikê herin youtube û temaşe bikin gelo rêbazên serketinê çi ne , jiber ku gelek kesan vidyo kişandine û barkirine li ser youtube.

Bi kî re bileyzim ? Û li vir kurd hene gelo ?

Herkesî re dikarî bileyzî û li agar.io de gelek kurd hene.Lê hemû alî hev nakin.Kurdên ku tirkên bi nîckên bereday ve dileyzin pirr in.Mixabin kurdbûna wan kêm e bi ya min.Lê kurd gelek in û alîkarî hev dikin.

Li agar.io de gelek clan (kom) hene û lîstikê de nahêlin mirov çavên xwe vebike.Ji wan kesên ku girêdayî komekî bin re mat tê gotin û gelemperî mat bi sembolên çînî ,qele , sêv ve tên zanîn.
Helbet yên kurd jî hene.



12.02.2021 14:45 | brzn

14. Lîstîka ku bi nava "xwe" dilîzim.



08.05.2021 17:47 | heval.js

15. Lîstîka ku çeteyên pir xweş tê de ye.

-min("xwe")
-"21 azad 21"
-"tulay22" ne kurde belkî
-"amedspor"
-"reşşo is black"
-"reşşo mitzweî"
-"kurdooo"

bihesîbînin rewşa me çawa bû!!



29.05.2021 02:33 | heval.js

16. Lîstika ku dema extentiona (eklenti) wî yên wek ( agartool , delta v5 , legendmode ) nebin mirov nikare gavekî bavêje.Piştê daxistin û bi kar anîna van bernamyên lîstikê , hûn dikarin pê li "enter" bikin chatê de biaxivin.Bi rastî gelek çêrên bereday tên kirin û jiber ku qontrola chatê destê kesî de nîne.Ya baştirîn mirov nepêyve.
serXwesh , Mîrê Kurdistan nasnavên ku min bi kar anîn in.Skînên jÊr jî yên min in
Here lînkê
Here lînkê



29.05.2021 21:01 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» agar.io

Kategoriyên mijarê:: listikcihaz malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî