1. tişteke gelek normal e, lê hinek kurdên ultra-kurd dema dibînin xwe dîn û har dikin.. ya rast diviya min mijar wekê di tirşikê de mijarên bi zimanên biyanî vekiribûya lê hingî tu kesî îş û eleqeya xwe jê çênedikir, di tirşikê de jî û di ferhengên din ên tirkî de jî, stran û fîlm û pirtûk û berhemên din ên biyanî bi navên xwe yên orjînal behs û mijar li ser wan vedibe, lê naverok û pênase divê bi zimanê ferhengê be.. tu mijara cern û braveheart û let her go vekî, naqehirin, xemê jê naxwin, lê dema tu mijara yağmur û al medil filan vedikî, wekê ku kurdistan ji nû ve hatibû dagîrkirin, hêrs dibin.. |
|
11.05.2015 23:51 |
endazer
|
2. di van mijarên werr de ne hewceye nivîsar hemû quzilqurtê li vir binivîse. dikare lînkekê bide ku ên dixwazin herin li wir binerin. ne werr be meriv dikare vir bike cihê gotinên muzîkên cihanê jî. |
|
11.05.2015 23:57 |
berxweda
|
3. zêde na lê carna hebin nivîs û sernivîsê wisa başe jiber meriv zimanê dayîka xweyî tirk jî ji bîr neke. |
|
12.05.2015 12:08 |
shorbevan
|
4. tiştek normal e. mijar dikarin bi her zimanî bin lê divê naverok bi kurdî bin û armanca parvekirina nivîsên tirkî jî ne sabotaj bin. |
|
12.05.2015 18:15 |
simurg56
|
5. bijî başkan çepik çepik |
|
12.05.2015 18:19 |
shorbevan
|
6. (bnr: ne diyim, mahmut mu diyim?) |
|
29.05.2015 21:21 |
ferhenga şikestî
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |