Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
seyîd fadil cizîrî - tirşik
seyîd fadil cizîrî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. stranbêjêke ku bêtir bi heyranok û payîzokên xwe meşhûr e, gelek kêfa min ji dengê wî û ji stranên wî re tê, bi navê fadil cizîrî jî tê zanîn.. ji wî xweştir min hêj tu kes nediye ji heqê heyran jaro de hatî, li cem min albûmeka wî ya bi navê aso heye, stranên tê de hemû nîvco ne, li ser înternetê ez geriyam lê ji wê albûma wî ya nîvtimam pêve tu albûmek bi dest min neket.. vîn tv yê jê re çend vîdeoklîb çêkirine..

fadil cizîrî - yarê :



fadil cizîrî - heyran jaro :



fadil cizîrî - heyran jaro :

(ev versiyon ji versiyona jortir xweştir e)



11.05.2015 03:36 | endazer

2. (bnr: fazil cizîrî)



11.05.2015 03:37 | endazer

3. fadilê cizîrî an jî seyîd fadil dengbêjekî ser dengbêja re ye.



ji diyarname'yê:

Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’an li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî dengbêj bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de elaqeyeke zêde nîşanî stranên dengbêjiyê dide û her strana ku ji dayîka xwe dibihîze ji ber dike.





Seyîd Fadil di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, Serhedê gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de cih digire, dengê xwe pêşkêşî gel dike. Seyîd Fadil di dîwanên dengbêjên Botanê de jî bi şevan heya seatên serê sibê dengbêjiyê dike.

Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrê li herêma Botanê zêdetir bi kilama ‘Heyran Jaro’, hat naskirin û gellek kes bi vê stranê Fadilê Cizîrê bi bîr tînin.



dewama wê: Here lînkê



15.09.2016 17:45 | xendekî

4. (bnr: heyran jaro)



21.02.2018 23:48 | xendekî

5. duh ber destê sibê re çû ber rehma Xwedê. mixabin hê em ji dengê wî û payîzokên wî têr nebûyîn, qirika wî ziwa bû, kewên dilê wî şîn girê dan. oxir be mamê fadil. nav û dengê te wê li Kurdistanê wek dengê kewên dilê te her û her bilind bibe.

fadil cizîrî - şahîno




fadil cizîrî -vê biharê




fadil cizîrî - heyran jaro




fadil cizîrî - hesamê axê




26.07.2018 01:21 | xendekî

6. loqman guldivê li ser wî nivîseka hêja ji bo yeniozgurpolitika'yê nivîsîye. ji ber ku malper carina venabe, ez ê nivîsê di nava spoilerê de bidim:

"Dengek ji ezmanê me xuricî" 27/07/2018, LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT


Ma jixwe, ew dengê ku peyvên “xemik talan e” bi cilûberg dikirin, na na bi gewde dikirin, ji vê dinyayê bêyî ku şopekê li dûv xwe bihêle biçûya, ma heq bû! Fadilê Cizîrî weha fikirî ku ev ne heq bû. Dawiya dawî wî li pey xwe bi wê kasêtê ne tenê dengê xwe hişt, wî ew qirika pêlpêlî ya Botanê li seranserê Kurdistanê belav kir.

Hin nav hene bivênevê weke daxekê mohra xwe li civakan dixin. Fadil Cizîrî yek ji van navan e. Tevî ku navê dengbêj îro lê bê kirin jî, Seyîd Fadilê Cizîrî ji wan kesan e ku xelkê Botan navê şair li wan dike. Ew, yek ji şairên civata xwe bû. Xelkê Botanê û Colemêrgê hilberîneriya van payîzok, serêlî, biharokbêjan baş nas dike û bi qedrê wan dizane. Ji ber wê jî navê şair çawa li Meleya Cizîrî dike, wiha jî li Seyîd Fadilê Cizîrî jî dike. Jixwe, çaxê kesekî ji Botanê got, filan şair, mirov divê baş hay jê hebe ku muhtemel e ew çêl li payîzokbêjekê yan jî payîzokbêjekî dike. Ji ber wê jî, ez jî tercîh dikim weke xelkê wê axê bi qedrê Seyîd Fadilê Cizîrî zanibin û piştî wefata wî jî be, weke şair navê wî hildim. Heger lazim bû, ez ê navê wî bi payîzokbêjiyê jî hildim.

Min ji mêj li dengê şairê Botan, ew qirika pêlpêlî ya Silopiyayê hisandibû, lê bi bi serpêhatiya wî û tesîra wî baş nedizanî; heta ku li “Komeleya Çanda Mezopotamyayê (îro NCDK ye)” a Bielefeldê Weliyê Botî ku bi xwe ji gundê Cêlekê ye, ji min re got, yê ku herî zêde tesîr lê kir û kir ku berê xwe bide dewlemendiya folklor, zargotina Kurdan û her wiha kir ku payîzokan bibêje, Fadilê Cizîrî bûye. Çaxê Weliyê Botî behsa Fadilê Cizîrî dikir, mirov didît ka çawa rêzê jê re digire, çawa bi heyf û mixabinî behsa wê yekê kir dema ku ji bo demekê wî piyê xwe dûrî civatan hişt û li ode û dîwanan şekalên wî li paş man.

Sûnd û peyman ew qeyd kirin

Heyf û mixabin bû, çawa ne heyf û mixabin be; kê wê şûna wî dengê ji qirika pêlpêlî bigirta, ma ka şagirt lê gihiştibûn? Wî qesem jî li canê xwe dabe, diviyabû jê vegere! Heta ku ji Botan û Kurdistanê re deng û qeydiyan dengan li pişt xwe nehêle, heta ku şagirtan li dûv xwe negihîne, ma dikare xwe ji vî hunerî bişo? Ma Fadilê Cizîrî dikare dilê xwe ji Kurdistanê bihêle!

Ya rastî nikarîbû, û wî kasetek destpêka salên 80´yî derxist*, ji sûnda xwe vegeriya, lê zêde pûte bi civatên modern ên mezin neda, xwe ji wan dîwanên li ber rohniyên îlûzyonî yên dik û studyoyan dûr girt. Lê di wê kasetê de çi got, di nava şair, payîzokbêj, kilambêj, stranbêjên deverê de zû belav bû. Yek ji wan Weliyê Botî bû ku wekî wî, wî jî destê xwe bire guhê xwe û qîr kire payîzokên Fadilê Cizîrî di kasêta xwe de belav kirî. Jixwe, Heyran Jaro bi gotinên wî û terza wî destpêka sala 2003´yan ji min re got:

Ḧeyran jaro, ezê ji kulikê te dimirim hey hê û ezê ji kulikê te mirim
Ḧeyranê mino, minî gotî çavê minî reş û belek kilê Sibḧanî nagirin
Lê ḧeçî yarikê vî zemanî bi zimanê xwe dost in, bi dilê xwe kafir in
Heçî yarika wî bi dilê wî bê ji mal û milkê dinyayê, ji bav û birakê wî çêtir in, wey jaro de bila Ḧeyranê’m sax bê, wey bavo dostika wî pê re lê


Mala xwedê ava ji ya xwe vegeriya

Wî her wiha Lawija Seydik ji gelek kesan bihîstibû, lê tercîh dikir ku bi deng û rengê Fadilê Cizîrî bibêje. Weliyê Botî bi ihtîmam îşaret pê dikir ku ew hez nake wekî Fado navê Fadilê Cizîrê hil de, ji ber ku ew naxwaze bi ti rengî ji wî û navê wî kêm ke. Wî bi heyranî behsa serpêhatiya Fadilê Cizîrî, dikir ka çawa çûye Başûrê Kurdistanê û piştî şikestina şoreşa Başûr, çawa ehd daye xwe ku hew li dîwanan qîr bike heyranok, lawje, serêlî û biharokan. Lê nekarî xwe bigire li ber israra ku Rojavayê Kurdistanê pê re rû bi rû dimîne, û taliya talî, dengê wî yê ku em xweş nas dikin, tê qeydkirin. Welî hingê digot, “mala xwedê ava!” Mala xwedê ava ku ji ya xwe vegeriya, naxwe, welî wê ji ku heyranê wî bimana, çawa mîna wî şairî bigota:

Dilikê mi li ber felekê ax
Dilikê mi ´evdalê Xwedê li ber felekê
Wele hunê hespa bînin, zîna dînin ser kêlekê
Hey xudêwo Seydikê mi zava ye
Hûnê bibin bajarê vê Binxetê
Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano
Şal û şapik wey bavo ji ber bû, zava berano lo…

Xemik talan e…


Ma jixwe, ew dengê ku peyvên “xemik talan e” bi cilûberg dikirin, na na bi gewde dikirin, ji vê dinyayê bêyî ku şopekê li dûv xwe bihêle biçûya, ma heq bû! Fadilê Cizîrî weha fikirî ku ev ne heq bû. Dawiya dawî wî li pey xwe bi wê kasêtê ne tenê dengê xwe hişt, wî ew qirika pêlpêlî ya Botanê li seranserê Kurdistanê belav kir. Lê heyf û mixabin wê her ew be, gelo Kurdistanê bi qedrê wî zanîbû, gelo me bi qedrê wî zanîbû. Ji ber wê jî em bibêjin “xemik talan e”:

Wey were mala mino hoy
Wele hinga ez dimirim, du gura kavilê mi fesilan
Wele du mela, du feqa darbesta mi ´evdalê Xwedê bi destê xwe neqişan wey ẍemik talan e ezo lo lo…


Li cem min hizrek peyde bû ka Seyîd Fadilê Cizîrî çima zêde xwe neda ber ba û rohniya wan civatên qelp ên dikên mezin û studyoyan, lê diyar e, heman pirs hine din jî ji xwe re kirine. Welê jî Zekî Ozmen vê pirsê ji xwe dike û xwe nade ber ku bersiva xwe bi me re parve bike: “Ez naxwazim behsa sedemên derneketina wî ya çalakiyên hunerî û TV´yan bikim, ji ber ez wî mafî bi xwe re nabînim ku tiştên taybet hatina gotin bi riya vê nivîsê belav bikim lê belê cihê mixabiniyê ye ku ev dengê bi heybet ´herêmî´ ma.”

Dengê Botana li her derî

Ez eşkere bibêjim, ew herêmî nema! Jixwe, Zekî Ozmen jî ji xwe piştrast nebûye ku di nava neynûkan de ev peyva herêmî nivîsandiye. Ripina di navbera Botan û Colemêrgê de yek ji wan deverên Kurdistanê ye ku herî zêde lê şairên payîzokbêj lê peyde bûne. Mihemed Sedîq Tahirê Ripinî ku ez 2003´yan li wargeha Mexmûrê pê re peyivîm, her pesnê Fadilê Cizîrî dida û ji repertuwara wî hin payîzok û serêlî gotin. Evdoyê Goyî ku havîna heman salê ez pê re peyivîm jî ji deng û qirika wî mest bû, û bi zarê wî hewla gotina payîzokan dida. Ne tenê ew, Salih Xalitê Hilalî, Mehdiyê Evdilqadirê Ripinî, Nezîr Eliyê Mijînî jî ji wan şairan bûn ku Fadilê Cizîrê eşkere tesîr li wan kiribû.

Bi çûna xwe em rûreş kirin

Fadil pêr konê xwe ji nav me saxan bar kir û ya rastî em rûreş kirin. Par li ser giraniya nexweşiya Fadilê Cizîr, Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA) bi mohra Zozan Fendîkê Çileyê 2017´an nûçeyek weşand. Ji wir em pê hisiyan ku nexweşiya parkînsonê Fadilê Cizîrê daye erdê, lê ew jî ji rika nexweşiyê bi dengê kewan ku li cem wî di rikehan de bûn, xwe ji vê dinya gewrik qut nake. Fadilê Cizîrî yê hîna ciwan li benda alîkariyê bû. Lê me dîsa şairekî xwe bê xwedî hişt, destê xwe nedayê û di wî halê teng de hişt. Fadilê Cizîrî pêr xatirê xwe ji me û ji vê dinya gewrik xwest û li peywî hîna dengê wî vedide, olan dide:

Heyran jaro
Malan barkirî ji berê deryayê
Ay lê malan barkirî ji berê deryayê
Hey de bila kula Xwedê bikeve mala sabûnpêjê
Hey, Sipêrtê
Heya Jaro hay ax ax


Ya rastî tam dema derketina vê kasetê nayê zanîn, lê Zekî Ozmen di nivîsa xwe ya di malpera Diyarnameyê de 10´ê Kanûna 2017´an weşandî de, bi bîr tîne ku kaset hingê belav bûye li nav xelkê Botanê.



27.07.2018 11:08 ~11:08 | xendekî

7. Bi dengbêja seydiko, dengê wî yê zîz û xemgîn termê lehengekî bi kefen tîne ber çavên min û dilê min konê şînê vedigire:





10.11.2020 20:08 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» seyîd taha
» fadilê kufragî
» cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî