Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 46 peyam
qaşo - tirşik
qaşo
(3) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. xwedêgiravî, şikra, qaşoqiravî.



2013.07.26-13:28 | bazirgan

2. xwedêgiravî, bi tirkî güya....

dema ku mirov benda tiştekî be û ew neyê kirin mirov dibêje "ka qaşo te dê ev kar bikira te çima nekir?"

Carînan jî dema ku tiştê ku tê kirin lê êdî dev jê tê berdan û nayê kirin mirov dîsa dibêje "qaşo tu berpirsyarbûyî çima niha karê xwe nakî," an "qaşo te ji min hez dikir çima gotina dayika xwe nakî"..... h.w.d

carînan jî tê li ser zimanê mirov û mirov dixwaze bibêje, lê mixabin rewş nayê gotin û mirov peyvê daduqurtîne û nabêje...



2013.08.31-11:34 | nuçevan

3. (bnr: ji kulan re)



2013.08.31-20:51 | înano lo

4. ewka ku li dihê/sêrtê şûna wê dil xwe de tê bikaranîn.



2014.01.01-10:14 | simurg56

5. (bnr: givak)



2015.01.13-21:42 | nazim tolhildan

6. (bnr: dilxwede)

peyva ku li botanê şûna wê "dilxwede" tê bikaranîn. îcar dema min qaşo bihîst, ez ecêb mam, min ji xwe'r go kîjan dever vê peyvê bikar tîne gelo. axir duh li antalya ez rasta xortekî hîlwanî hatim, em hinekî axivîn, me hinekî şore kir, em hatn nêzî malê min dî sekinî û got: "laaw qaşo me yê kola bikiriya!"

nexwe ev peyv li deverên rihayê tê bikaranîn. her roj zanîneke din, bersiva pirseke din.



2015.07.12-12:14 | xendekî

7. peyva li herema farqînê tuneye ger xwedêgravî an xwedênegravî be em wisa bikartînin. an dibe ku goya be.



2015.07.12-15:23 ~15:25]| shorbevan

8. peyva ku li herêma mêrdînê bi lêv dibe ye.



2015.07.12-16:11 | berxweda

9. Peyva ku ji tune bûna herema me de min ra bibû derd, heya îro, ferq kir ku heye le hinek cuda ye.
(bnr: qaşqa)
Mînak; Qaşqa te yê bihata.



2021.06.18-19:07 | edd

10. qaşgava



2021.06.18-19:57 | doesntmatter

12. (bnr: ji kula va)



2021.06.18-21:33 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
yûsiv [2]
tirşikvanê ku ez meraq dikim da ku ezmûna wî a yks2021 çawa en...
erê go [2]
Dibe ku Kûrtasiya erê go wilo be rast e, lê... be. Ku û go...
object oriented programming [1]
şêwaza bernamekirinê ya ku di salên 90an de bi java, c# hwd. dest pê k...
biwêjên kurdî [1]
+Koro tu çi divê? -Zir çavek!...
gotinên pêşiyan [1]
min jê dayika xwe bihîst û gelek kêfa min jê re hat. (stur: (paldayi:...
belki ev jî bala te bikişînin
» qaşorojname

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî