Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kafir - tirşik
kafir
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: fılle)



26.07.2013 11:14 | saryaudisasarya

2. li cem silmanan kesên ku ne misilmanin. û ev jî bi xwe re tîne, ku gelek misilman xwe ji ne-misilmanan çêtir bibînin tenê ji ber ku ew misilmanin û yên din na.



22.06.2015 18:52 | hola êzîda

3. peyvek ji erebî hatîye. kesên kû inkar dikin. niha kesê şerabê vexwe rojî negre limêj neke ew gunehkare ku xwedê înkar bike ew hê dibe kafir. vî tişta jî heye kafir dibêjin em ne kafirin kafirtî tişkî ku hebe meriv înkar bike bêje tune ew kafirtîye û ewjî dibêjin ji xwe xwedê tune em tişkî heye em înkar nakin û em ne kafirin.



22.06.2015 21:30 ~21:34 | shorbevan

4. ne tenê yên bêbawer û ne tenê ji bo misilmantî hima bêje di hemû baweriyan de kesên ku ji baweriya wan bawer nakin kafir in. Li gor cihûya misilman û fille û yên din li gor filleyan yên din û li gor misilmanan yên ne misilman û li gor êzîdiyan jî kesên ku neêzîdîne kafir kurê kafiran e... (bnr: em hemû kafirên hev in) mixabin ez li gor hemû olan kafir im ji ber ku ez ji tu yekî bawer nakim. Yanî kafir kerratî me. (erê law ceso tu ê jî biketana vî halî) Niha ji xwedê bawer dikim lê xwedê zane heta kengê...



22.06.2015 22:03 ~2015.06.23 13:15 | ceso

5. Ilmê êzîdiyan dibêje "xwedê yeke, dergeh hezare". yanî kesê ne êzîdî jî dikare bawermend be. ji êzîdiyan re gunehe xwe û dînê xwe ji xelqê û dînên wan çêtir bibînin. Lê ez rebê xwedê xwe çawa ji wan kesan çêtir nebînim, yên ku dibêjin êzîdî kafirin? Ê velevkî ez ji wan çêtirim



22.06.2015 22:54 | hola êzîda

6. em ayetên quranê venaşêrin. (bnr: dojeh di ayetên quranê de)



23.06.2015 01:36 | hola êzîda

7. berê kesên kafir nebaş dihatin zanîn lê niha bixwedê ji misilmana baştir tên dîtin cîh guhertine edî divê meriv hevdû piçûk bixîne ji hevre bibêje misilman *



06.03.2016 22:39 | shorbevan

8. peyveke bi erebî ye, wate jê yê ku kufrê dike, yê ku li ser kufrê ye.
çarçoveya vê têgehê li gorî mezheban ferq dike, di teoriyê de yê ku bawerî bi şertên îmanê neyîne li ser kufrê ye, ji dîn derdikeve û mûrted dibe. li gorî mezheba sunne, bawerî ji sê şertan pêk tê. şertê yekê; divê pêşiyê ji dil bawer bikî, şertê duyê divê wê baweriya xwe bi ziman bi dev û lêv bikî û şertê sêyê jî pêdivî û pêwistiyên wê baweriyê; yanî îbadetan jî divê pêk bînî.
hinek mezhebên îtîqadî wek yên eş'arî; dibêjin piştî ku te ji dil bawer kir, tu bi zman nebêjî û îbadetan nekî jî tu naçî ser kufrê û ji dîn dernakevî. yên xaricî dibêjin heçiyê şertek ji van her sê şertan pêk neyîne, xwelî lê bî,malika wî çû mîratê. selefî dibêjin, erê dil û ziman şert in, lê eger îbadetan ne ku ji ber înkar dike lê ji ber sistî û bêxîretiyê neke, kufr nabe. bes gunehkar dibe.
pirs û guftûgoyek din jî; gelo etîketa kufrê bi kesên cihû û fileh jî dikeve an na?
li ser vê pirsê jî têra dinyayekî fikr û nêrînên ji hev cuda hene, bi xwe re nabînin binivîsim.
dîsa li gorî wîkipediayê ye, li afrîkaya başûr, dema desthilatdariya rejîma apartheid wekê têgeheke nijadperestî çermspiyan ji bo çermreşan bikar dianî, wekê bikaranîna peyva nigger li dyayê. niha ev peyv jî di nav de hemû ew têgehên ji rejîma apartheid mayî di çarçoveya qanûna esasî ya afrîkaya başûr de qedexe ye.
roja îro di nav ferhenga kurdî de, peyv dejenere bûye biçekî ji eslê xwe dûr ketiye, bêtir ji bo bi wateya ''zalim, neheq, nedan'' tê bikaranîn.



25.11.2016 01:09 ~01:12 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kafir

Kategoriyên mijarê:: oldin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî