Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 63 peyam
mîş kirin û -mîş bûn - tirşik
mîş kirin û -mîş bûn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku meraq dikim ka çima ev lêkerên 'tirkmancîleştirilmîş' tenê bi va qertafan dibin. qasî ku dizanim qertafên tirkî ji gotinên tirkî zêdetir in lê tirkmancî tenê xwe li -mîşê digre. bingeha wê çi ye, ji bo çi -mîş?



04.05.2015 18:40 | şêxê bêserî

2. dema boriya -mışli -mişli a têdeyî.



04.05.2015 18:47 | nivîskarê bêkes

3. niha zimanê tirkî ji sala 1920-23 vêda çêbûye û hinek ji kurdî hinek ji osmankî farsî erebî o tiştê maye jî ji îngîlîzî dizîne em hetanî dikaribin kurdî neherimînin ezê wisa bêjim lê ez wisa nakimtiştê min got bike tiştê kû min kir tu neke lê ne di destê merivdaye carna jidevê meriv dertê lê pêwiste kû meriv pêşî lê bigre bila zarokê meriv wisa ne elimin. kû zarokê min çêbûn xulamê wevin ezê ewil îngîlîzî û kurdîya şikestî fêrî wan bikim.



04.05.2015 19:06 | shorbevan

4. gelo ev peyv jî yek ji wane an na qêmîşkirin ka bila şikestî gazî zana farqînî dike gazî selim temo dike werin dest bavêjin vê peyvê ka çiye çi meseleye ez bi hêvime hê kû min ji xwere ne kirîye kul û derd ewê çareser bikin.





not: gelo selim temo ji van işa fehm dike nake min jî hima navê wî tenê hîn kirîye



04.05.2015 19:13 ~19:17 | shorbevan

5. di nava gel de bikaranîna vê forma xirakirî û dezenformabûyî gelek berbilavtir e..

sedema vê yekê ew e ku ziman bixwe li ser lêkeran ava dibe ango nav û cureyên dî yên zimên dikarin ji zimanên dî bên wergirtin di wê yekê de tu arîşe nîn e lê dema ku tu ji derve lêkerê bigirî û li gorî forma zimanê xwe çênekî, ziman xira dibe..

mesela degîşkirin heye, kurdiya wê guhertin e û erebiya wê jî bedilandin e

degişkirin bi awayekî xirakirî ketiye vî zimanî, lê bedilandin xera nebûye li gorî rê û rêzikên zimanê kurdî hatiye dariştin lewma di xebitandina vê lêkerê de tu problem nîn e..

çima bedilandin xera nebuye lê değiştirmek xira bûye?

lêkera bedilandinê xwudê zane çend sed sal berê ketibû kurdî, lê değiştirmek piştî avabûna vê komaraya bênamûs ket nava vî zimanî, û ji bela ku zimanê kurdî qedexe bû û ji jiyana kurdan derket, lêkera ha bi hemdê xwe na, bêhemdê xwe ji ber nezanînê kete van kurdî..

bingeha hevokê lêker in lewma kesên ku hay ji lêkerên kurdî nîn in, nikarin xweş bipeyivin û vê formê gelek bi kar tînin



04.05.2015 19:31 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîşel mistoyan
» bûnisra

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî