Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
erebê şemo - tirşik
erebê şemo
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. romana yekem an kurmacî nivisandiye, bi navê "şivanê kurmanca"



25.07.2013 23:57 | arami

2. yekemîn romannivîsê cîhanê (bnr: cervantes)ê. yekemîn rommanivîsê kurdan (bnr: erebê şemo) ye. nasnavê wî li rusyayê (bnr: şamilov) e.



berhemên wî ev in:



(bnr: şivanê kurmanca)

(bnr: kela dimdim)

(bnr: berevok)

(bnr: berbang)



26.07.2013 00:10 | seydayê_peyvan

3. Ereb Şamîlov yek ji nivîskar û şexsîyetên mezin yên Kurdên Sovyeta kevn e. Çend roman û gelek nivîs li ser Kurdan nivîsîne, wek hîmdarê romana Kurdî tê nasîn û gelek roman nivîsîne. Lê belê heta berî çend salan jî nedihate zanîn ku Ereb Şamîlov ji alîyê rejîma Stalîn de ji Ermenîstanê hatîye dûr xistin, di navbera salên 1937-1954'an de tam 17 salan li Sibiryayê li derwarîyê (exil) jîyaye. Li vir bi jina xwe ya duwemîn Marîya Vasîlevna ve dibe nas, ew bi xwe Uris bûye, ew keçên wî Asê û Zînê ji vê jina duwemîn in. Jina wî ya berê Alman bûye. Ereb Şamîlov di nîveka salên 1950'yî de vegerîyaye Ermenîstanê.



07.09.2013 04:39 | endazer

4. navê çend romanên wî; kela dimdim, şivanê kurmanca û hopo. ereb şemo bi zimanekî modern kurdî nivîsiye û zimanekî pir sivik û sade bikaraniye.ez kela dimdim pêşniyarî her kurdî dikim. dimdim ji destanek kurda ku li Rojhilat qewimiye hatiye nivîsîn. ji beriya ereb şemo du carên din jî hatiye nivîsîn lê ya herî zelal ev versiyon e.



07.09.2013 12:39 | krîstîn

5. Erebê Şemo di 23.10.1897an de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê.

Erebê Şemo xwendina xwe ya ewil diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.

Di sala 1914an de wexta destpêka şerê cîhanê yê ewil heta sala 1917an, Erebê Şemo ku xên ji zimanê dê, welê jî bi rûsî, tirkî, yunanî û ermenî zanîbû. Pişt re jî demeke dirêj di komîteya navendî ya partiya komunîsta Ermenistanê de cih digire.

Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de tê sazkirin. Ji wir dest bi xebata literaturî û ilmî dike. Li wê derê nivîsên di derheqa problemên zimanê kurdî de hazir dike û li Ermenistanê çap dike.

Di sala 1937an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî dişînin kenarê Okêrna cemidî. Heta sala 1956an ew li wê derê dimîne.

Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê.

Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967an jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar neşir dike.



07.09.2013 18:56 | endazer

6. em li hêvî ne ku romanên wî "jiyana bextewer" û " berbang" jî ji nû ve bên çapkirin.



07.10.2013 20:52 | arami

7. erebê semo bavê romana kurdî tê hesibandin, lê di dema wî de jî û ji dema wî pistre jî me nekariye diya romana kurdî peyda bikin.



07.10.2013 21:12 | dîno

8. bavê romana kurdî ye, mixabin ku di tirşikê de heta niha kesî li ser wî ti tiş nenivîsiye li gel rêz û hezkirina min ji hemû romannivîsên dî re jî lê kes di ser ereb şemoyî re tune ji ber di rewş û demekê de nivîsiye ku hîn kurdan nedinivîsî

wek ereb şemo, erebê şemo tê nasîn navê wî yê fermî ereb şamilov (. 23'ê kewçêrê 1897'a li Qersê − m. 21'ê gulanê 1978 'a li Êrîvanê) wek ku di romana wî ya şivanê kurmanc de jî tê dîtin û hema tê bibêjî çîroka jiyana xwe nivîsiye.

ji xweştirîn û bi bandortirîn romanên wî romana "dimdim e ku bi min di dÎroka romanên kurdî de yekemîn romana dîrokî kurdî ku bi awayekî realîst hatiye nivîsîn û hêja ye bibe filmek.

helbet bi romana "şivanê kurmanc" bêtir tê nasîn ji ber ku yekemîn romana kurdî ye.

romana wî (bnr: hopo) romaneke li ser jiyana kurdistanan di bin siya soviyetê de, ew roman ne ewqasî bibandor e belê dîsa jî wek hemû romanên wî xwedî metod û şêweyeke zanistî ye di nivîsîna romanan de.

romanên wî:

(bnr: Şivanê kurmanca)

(bnr: dimdim)

(bnr: jiyana bextewar)

(bnr: hopo)

(bnr: berbang)



14.12.2013 16:21 | dijber

9. nivîskarê romana yekemin a kurdî "şivanê kurmanc" e. divê jîyana wî, di têkoşîna neteweyî a kurdan de wek dersekê bê fêhm kirin. di wêje a kurdan de cihê wî bingehîne. bê erebê semo wêje a kurdan yê bê bingeh be.



14.12.2013 16:49 | nazim tolhildan

10. (bnr: erebê şemo)



14.12.2013 17:39 | ceso

11. maksîm gorkî ji bo vî dibêje: gelê kurd bi zimanê erebê şemo diaxive.



09.04.2014 19:36 | bijîmillah

12. nivîskarê ku wî zêde nas nakim lê piştî ku min gotina maksîm gorkî ya ji bo wî bihîst, matmayî mam.



09.04.2014 20:19 | simurg56

13. nivîskarê ku bi navê xwe yê "ereb" ve bûye mijara henekan.



di pirtûka tirsikvanê devliken kelogirî ya bi navê doxinsistîzm de hemikê nexwenede fermanek dide: "kesê ji yaşar kemal re bibêje, 'nivîskarê kurd' ereb şemo di wan ne û hew" *



09.04.2014 23:07 | ervah.azad

14. "Koçekê derewîn" yek ji şanoyên ewil a bi kurmanciyê, di sala 1930î de nivîsiye. Şemo di vê şanoyê de behsa dîndareki derewîn dike û Şemo ji bo vê şanoya xwe va dibêje:



"Pyêsa pêşîn gerekê beve notla sîlhekî şer, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê kurmancada paşda mayî.Eva gilî gotne min nvîsîne,ne metelokin,nêjî min ber xoe derxistine,eva işana qewimîne bûye,nihajî hene nav gundê kumancada"

Ereb Şamîlov



09.04.2015 15:32 ~19:05 | pîremegrun

15. Gava mamosta wî dişîne bajêr diçe malekê jê re hinek xwarin tînin û kevçî û çetel jî tinîn ku pê bixwe lê ereb gava çav li kevçî û çetel dikeve dibê qey ev tişt weke dîyarî didin min û dixe bêrika xwe ev sahne jî bîra min naçe



06.04.2020 00:32 | cîncoqo

16. niviskarê romana kurdî ya yekem e. min çend heb pirtûkên wî xwendin û ziman û usluba wî bi min pir xweş hat. ne zimanekî fermî an standardîzekirî ye, xwezayîye û ez gelek peyv û gotin hîn bûm bi xêra wî



06.04.2020 01:12 | bedirxan

17. Erebê Şemo di 1897an de, li gundê Sûsizê ya bajarê Qersê ji dayîk bûye. Ew dever di wê zemanê de, di bin desthilatdariya ûrisan de bû. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne, di sala 1913an de dema ku 16 salî bû, dest bi paletiyê dike. Erebê Şemo ji bilî zimanê kurmancî, bi ûrisî, tirkî, yewnanî û ermenîkî jî dizanibû. Demeke dirêj jî endamtiya xwe ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenîstanê didomîne.
Di sala 1931an de, Erebê Şemo li Lenîngradê rastî Qanate Kurdo tê. Û hevaltiyeke baş di navbera wan de çê dibe. Li wir dest bi xebata literaturî û zanistî dike. Li wê derê, nivîsên li ser pirsgirêkên kurdî amade dike û li Ermenîstanê çap dike.
Erebê Şemo di sala 1978an de jiyana xwe ji dest daye.

Romanên wî

Şivanê Kurmanca (1935)
Dimdim (1966)
Jiyana Bextewar (1967)
Hopo (1969)
Berbang (1958)



28.10.2020 13:09 | yûsiv

18. romannivîs e. lê jiyana xwe jî weke roman derbas bûye.
ji rûyê zorkerê stalin, erebê şemo 17 salan (di navbera salên 1937-1954 de) li sibiryayê li sirgûnê dimine.
paş cihimîna stalin encax dikare vegere kurdistana qefkaz.

Îro (21ê gûlanê) salvegera koça dawî ya erebê şemo ye. xwedê teala bi rexme xwe lê bike.



21.05.2021 17:04 ~17:05 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» erebê şemoyê ku em ji qapûtê wî de derketin
» şemo-marogûlov

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî