Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
nefî - tirşik
nefî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nefî (z. 1572 − m. 1635) helbestvanê kurd ê mezin di helbesta dîwanêya bi pirranî bi zimanê tirkî ye.



Navê wî yê rastî Omer e, ji erziromê ye. Paşê çûye stenbolê û li wê derê di karên dewletê de wezîfe standiye. Lê ji ber rexne û gazinên xwe gelek caran têkiliyên wî û serwêran xirab bûne, û di dawiyê de ew xeniqandine. Digel zimanê kurdî û osmanî, wî zimanê farisî û erebî jî baş zanibûye. Bilî dîwanên wî yên osmanî û farisî, bi navê sîham-i kaza (Tîrên qedayê) berhevokek wî ya hîcîvan jî heye. Nuha hay ji berhemên wî ya bi zimanê kurdî tune ne ka nivîsandiye yan na.

Kesekî ku ji alî Nefî va hatîye hîcîvkirin, ji bo ku Nefî xirab nîşande wî bi bûyîna (kurdê pîs) tawanbar dike:



Nef’î-yî rû-sîyehîn nîydüşünü hep bîldîk

Kendî çîngene dîr ama babasi Kürd-î pelîd



02.05.2015 18:21 | xwelî li ser

2. wek nabî û îdrîsî bitlîsî şairê nijadkurdê osmanînivîs e. qelema wî pir tûj e û ez heyrana şêwaza wî me, xwezî bi kurdî jî binivîsiya. nizanim kîjan lêkolîner bû digot bi îhtîmalek mezin helbestên wî yên kurdî jî hene lê ketine ber bayê dîroka felekê û tar û mar bûne.

(bnr: nabî)



02.05.2015 19:53 | ceso

3. êcar kurdayetîya Nefî ji ku derket? sere me erdnîgarîya me hişktir e. ew qas tezkire, Tevarih ... hene min tiştekî wisa nedîtîye. îspat hebe mirov gerek beje. Lê tunebe hewcedarîya me ne li nefî ne jî viran heye.



03.05.2015 10:21 | sîyaûyê bekirî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nefî

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî