jana werther | 2008 Nivîskar: Johann Wolfgang von Goethe | kurdî | otobîyografî | 111 rûpel wertherê ciwan ê ku ji ber buyereke nexweş ji mala dur dikeve û diçe dereke din rastî xwezayeke xweş û hîsên xweş tê lê jiyan her tim xweş nadome.... |
1. pirtûkek goethe ye. |
|
30.04.2015 21:24 |
simurg56
|
2. pirtuka ji aliyê goethe ve 1774an hatî nivîsandin û bi wergera arjen reîf kosorî û memê mala hine di 2008ande bi kurdî hatî weşandin. pirtuk li ser jiyana wertherê ku ji ber buyereke nexweş diçe dereke din bicih dibe û tiştên li wir tên serê wî bi nameyên wî vedibêjeloma hinekî dibe otobiyografî. piraniya nameyên xwe ji hevalekî xwe yê nêzik re rêdike û bi hurgulî behsa deruniya xwe û buyerên hatî serê wî dike. ji ber ku di dawiyêde xwe dikuje, riya diçe xwe-kuştinê gelekî aşkere vedibêje. sedemên xwe-kuştinê û girtina riyên alternatîf bi dîtina xwe dikole û encaman derdixe û xwe dikuje. wergera pirtukê hin xeletiyên biçuk bihewîne jî bi gelemperî baş e, mirov aciz nake û herikbar e. destê wergêran sax be. |
|
08.08.2016 00:19 |
azadixwaz
|
3. min vê pirtûkê bi tirkî xwendibû. pirtûkek xweş bû. di wan salên ku pirtûk popûler bûye, gelek xort û keçan xwe kuştine. ji ber vê yekê bûye sedema gelek gûftûgoyan. |
|
08.08.2016 21:21 |
simurg56
|
4. di lîseyê de min xwendibû cara ewil. cara duyem jî du hefte berê; vê carê kurdiya wê qismet bû. ji lîseyê vir ve min pesna wertherê dianî lê bi xwendina min a duyem mirada min di ber min de ma. nedişiband çîroka ku di xeyala min de maye. gelek rexnegir û wêjenasên mezin wê datîne cihekî girîng û baş. bandora wê jî helbet hebûye û her roman û çîrokên ku wê mînak girtin, çêtirîn teknîk û sêwirandina kes û bûyerê derxistine holê. heq e. lê bi serê xwe, ji bo min, ji bo mirovê vê sedsalê ceribandinekê ye. hew. nivîskar ji nivîsandinê sar bûye ya na, nizanim lê, bi carekê ve, bi girêdaneke ecemî zilêm kuştiye. erê bi ya min ev e! |
|
24.12.2017 21:29 ~21:29 |
biruya hayao miyazaki
|
5. pirtûka goethe'yê a di derheqê êşa evînê de. |
|
23.05.2020 01:28 |
brusk56
|
6. çar sal ewil dema ku min ev pirtûk xand, wan çaxana ez nava eşqeke dijwar da bûm lê vê kitavê li ser min jî ewqas tesîr nekiribû. |
|
23.05.2020 01:34 |
bûtîmar
|
7. Min ev pirtûk sala çûyî nirxandibû, ez ê dîrekt copypaste bikim. Biborin min zêde çirandiye * |
|
03.05.2021 23:40 ~23:48 |
nivîskarê gêj
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |