Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 43 peyam
êşa evînê çawa diçê heval - tirşik
êşa evînê çawa diçê heval
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: dil disoje)



27.04.2015 00:13 | hûteheftserî

2. (bnr: karîkatûrên umut sarıkaya)

bi taybetî jî ev karîkatûra wî; Here lînkê



27.04.2015 00:28 | endazer

3. Pêşî here kîlokî balîcan û kîlokî îsotên sor bikire peyre wan li şîşê bixe û bide ser agirek heya bi hemdê xwe şeliqîn sor bike peyre wan bi xweşikahî û nermahî biqêşêre û bike sehenek mezin. Peyre digel dew, pirpar û sermask û bexdenûs û tuzik û rihanê amade bike û tabî nanê lavaş. Aha ku ev temam bûn her carê bi qasî ku li nanek lavaş were li hev bixe û bi afîyet bixwe ( xwê ji bîr nekî heval) piştî ku te xwarina xwe xwar wê çar pênc saet zikê te binepixe û tu ê evîna xwe ji bîr ve bikî lê piştî ez jî nizanim. na na eva rast tu bipirsî ew îdîaya jor rast e yanî "evîn encax bi evînek din jê diçe"



27.04.2015 00:42 | ceso

4. dema evîn hebe evînek din çênabe.. çendîn mirovan biguherînî dibe ku hevşabûnek demkurt be lê ew ne evîn e. ku bi yarek din êşa yara din bête jibîr kirin sedî sed ew êşa tenêtiyê ye ne ya evîniyê ye. ew evîn derew e.



ku em behsa êşê dikin ez bêjim we êşa evînê bi bihorîna demê hêdî hêdî ji holê radibe. lê divê rojên ewil wekî mirovek serxweşiya/teziya wî heyî ew mirov nemîne tenê. hevalên wî/ê divê wî/wê tenê nehêlin. 3 rojên giran bi teskîna hevalan bibore merheleya mezin derbas dibe...



27.04.2015 02:02 | mele ehmedê nalbendî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» êşa fantom
» evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin
» çawalêhato
» heval rêziman

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî