Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
şeva kitikkujê - tirşik
şeva kitikkujê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min ji devê hevalekî torî seh kiriye lê baş nayê bîra min, dibêjin rojekî ji rojan jin û mêrek bi hev re dizewicin, yekî nasê mêrik ji mêrik re dibêje hêj ji şeva pêşiyê te çavê jina xwe tirsand û te mêraniya xwe nîşan kir, kir, heyna tu carî êdî jina te pakiyê ji te nake û tirs û şerma wê ji te namîne.. mêrik jî şeva zîfafê dema dikeve hundirê odê kitik (pisÎngekî) jî dixe bin çengê xwe, li pêş çavê jina xwe dibêje ''qirt'' serê kitika gewr jê dike û davêje ber lingê jina xwe.. jinika feqîr dibizdihe, ziravê wê diqete filan, ji wê şevê re dibêjin şeva kitikkujê.. vêca ev mesele bûye pêgotin tiştek ku te di serî de nekiribe û paşê piştî dem lê bihurî tu bêjî ez ê bikim hingî dibêjin divê te ew tişt hêj şeva kitikkujê kiribûya, çû borî êdî, pey nekeve..

têbinî; çîrok bi qasê ku di bîra min de maye min nivîsî, hevalên ku çîrokê baştir dizanin xêra xwe bila kurtî û kêmayên çîrokê lê zêde bikin..



26.04.2015 15:43 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeva beraetê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî