Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mistefayê kor û jinika ermenî - tirşik
mistefayê kor û jinika ermenî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Serpêhatiyek dilşewat e. Li Sêrtê gundê Parêz bi tirkî parîs li gorî texmînan di sala 1916an qewimiye. Mistefa 24 saliya xwe de jineke ermenî bi awayekî hovane dikûje û piştî mehekî çavên wî kor dibin û heya mirinê navê wî wekî Mistefayê Kor dimîne..





ev serpêhatî ji aliyê Gulten Taş ve ji M.Hêja Kayran re hatiye vegotin û wî jî derbasê nivîsê kiriye. Lînka nivîsê ev e: Here lînkê



Here lînkê



24.04.2015 15:38 | hêja hûner

2. çi çîrokeke dijwar û biêş e yaw. însan hov in hov û netewa hovîtiyê tune ye.



24.04.2015 17:08 | xendekî

3. îhtîmalek mezin rast e. gundê me jî nêzikî wê gundê ye û meseleyên kuştina emeniyan li derdora gundê me jî tê gotin. mixabin.



24.04.2015 18:16 | simurg56

4. serpêhatiya ku strana



"gotin bûk e, lê biçûk e / çîroka wê pir dirêj e" tîne bîra mirovan.



û dîsa serpêhatiya ku ji kesên rêzdar ên şîrove kirîn jî diyar e, banga wicdana mirovan dike.



25.04.2015 19:10 | hêja hûner

5. serpêhatiya ku bi zimaneke ''çêkirî'' û bi tevneke ''jevketî'' hatiye nivîsandin.. min bi kotekî nivîs bir heta serî, mirov behsa çîrok û serpêhatiyekî bike divê bikaribe guhdar û xwendevanê xwe bibe heta wê dema ku bûyer lê qewimî..

çîrokeke dilêş e, lê belkî ji ber şêweyê vegotina çîrokê ez biçekî ji rastbûna çîrokê ketim şikê, nivîskar xwezî dîrekt ji zimanê çîrokbêjê vegotibûya..



25.04.2015 22:12 | endazer

6. ev serpêhatî ye ne çîrok e. û ne jî berhemen gelêrî ye. ji ber ve yekê nivîskarê wê nexwestiye wekî berhevkirinek gelêrî pêk bîne. nivîskar agahiyên ku fêr bûyî bi şêwaza xwe aniye zimên û di binê nivîsa xwe de jî çavkaniya vebêjer a xwe jî daye nasandin.



dîrokzanên bixwazn li ser vê serpêhatiyê bixebitin dikarin hemû kesên wek çavkanî re bikevin têkiliyê û dikarin gora Mistefayê kor jî bibînin û nevî û zarokên wî jî bibînin.



raste ev serpêhatî bi zimanê nivîskar hatiye nivîsandin lê bila gumana we qet ji rastîbûna wê nebe. bi şewaza vebêjerê çavkanî Gulten Taş jî hatibûya nivîsandin dîsa nedibû tiştek cuda ji ber ku ev ne xebatek gelêrî ye, şêwaz û ziman di vir de ne girîng e.



26.04.2015 21:43 | hêja hûner

7. nivîsa ku zimanê min tejî dijûn kirî ye. lê ez ê xwe ragirim dijûnan nekim.



ermeniyan jî ji miletên din insan kuştine lê hemû miletên ku ew kuştîn xwestine bi temamî wan ji dîrokê bi fizîkî paqij bikin. tola xwe çi qas dijwar bixwazin hildin mafdar in .



zilm ser serê serhildêrên kurd jî hatiye kirin, lê piştî têkçûna serhildanan bi fizikî ma bi bişaftinê xwestine kurdan xulas bikin. ji ber vê jî dewleta tirk mecbûre ji kurdan jî lêborînê bixwaze. lê kurdî divê ji ermenan bixwazin.



27.04.2015 01:49 | mele ehmedê nalbendî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mistefayê kor û jinika ermenî
» korelasyon
» ermenî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî