Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ertan tekin - tirşik
ertan tekin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mûzîsyeneke kurd e, ez ne xelet bim ji erziromê ye, hema bêje di jenîna hemû amûr û enstrûmanên pifdanê de hosta ye, mey, bilûr, duduk, zirne.. tê gotin ku bavê wê jî mûzîsyeneke hoste bûye û ertan tekÎn jî li ber destê xwe bavê xwe elimiye vî îşî.. bi navê demans albûmeka wî heye, li tirkiyeyê di nav gelek albûmên stranbêjên tirk de navê wî heye.. vê taliyê ligel hussein zahawy û sohrab purnazirî û meryem îbrahîmpur di koma nishtiman de li bilûr û mey û zirneyê dide..



21.04.2015 20:41 | endazer

2. dudukvan e. bila li qusurê nenêre ger têgehek wisa tune be. ew bixwe gelek li ber xwe dide da ku enstrûmana xwe wek duduk bide nasîn û qebûlkirin. ji ber ku li gorî wî, hinek derdor dixwazin vê enstrumanê wek balaban bidin nasîn ku di eslê xwe de enstrumanek cûda ye û bi vî awayî tê xwestin ku bikin aîdê azerîyan û ji destê ermenîyan derxin.

hunermend bixwe jî, bi eslê xwe ermenî ye. berî dehan belkî sedan salan, malbat û mirovên wî bûne tirk û misilman. li stenbolê mezin bûye. lê bawer im ew bixwe niha xwe wek ermenî hîs dike. ji ber ku gelek ji bo vê yekê li ber xwe dide.

karanîna dudukê ji bavê xwe hîn bûye û paşê bixwe bi pêş xistiye. gelek baş jî lê dide. li tirkiyê gelek navdar e. hema bêje stranbêj nemaye ku pê re nexebitîye. her wiha bi egîdê cimo re jî çend caran derketîye ser dikê, li ermenîstanê.

albûmek wî jî heye bi navê demans. mûzîkên tê de gelekî xweş in.

bi kurtî, mûzîkjenek hêja ye.



26.11.2019 20:46 ~20:56 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ertan tekin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî