Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
heste - tirşik
heste
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pênase: ew amûr e ku jê agir derdikeve û mariv bi vî agirî hin tiştan pêdixe anku agir berdide..

ji bo min bi kêrî pêxistina cixareyê te



19.04.2015 15:49 | ferhenga şikestî

2. Here lînkê

an

Here lînkê



19.04.2015 16:03 ~16:39 | shorbevan

3. peyveke xweş a kurdî ye ku şûna wê peyva tirkî çeqmeq (çakmak) ketiye devê me de. li deverên wek riha, semsûrê tê bikaranîn.

herwiha hinek kes şûna wan dibêjin: (bnr: agir)



12.07.2015 12:16 | xendekî

4. Amûra ku bi kêrî agir pêxistinê tê û bi xazê dixebite. Ji bo cixarekêşan amûreke pir girîng e.
Berî çend rojan ji bo kar çûme hevdîtinekê, min hesteyê xwe danî ser masê lê tim çavên min li hesteyê min bû. Zilamê li cem min jî cixare dikêşa lê hesteyê wî tune bû her hesteyê min ji min distand û nedidanî ser maseyê. Patronan behsa projeyên mezin dikirin, behsa trîlyonan dikirin, di bîra min de tenê hesteyê min ê bihayê wî 2 lîre hebû. Ji bo ku hesteyê xwe ji mêrik bistînim serê pênc deqeyan min cixare dikêşa lê mêrik dîsa heste ji min distand. Heta em ji ser maseyê rabûn pakêta min a cixarê qediya lê di vî şerî de ez têk çûm û mêrik hesteyê min kire berîka xwe... Behsa çi karî kirin, behsa çi qas pereyan kirin qet ne xema min bû. Hesteyê min ji dest çû.
Ji wir em çûne cihê karekî (lê hê jî heste di bîra min de bû). Êdî min hêviyên xwe ji heste qut kiribûn û min behsa kar dikir. Ecêb e wî zilamî gote min ma tu cixarê nakêşî? Min xwe negirt û min got hesteyê min nîne, te ji min dizî. Got bibore min ji bîr kiriye (derew). Min got henekan dikim, hema bila ji te re be (derew). Heste dirêjî min kir min hema rahiştiyê kire çentê xwe û êdî min qet ji çente dernexist. Bila şik û gumana tu kesî ji girîngiya hesteyan nemîne!



25.06.2020 14:31 | berijahr

5. heste kevirê çirîska ye,spî ye.
gava tu du hesta li hev dixî çrîskê şîn û sor jê dertên ..

gotina hestebar ji vî kevirî tê ..
hestebar:çeqmax



25.06.2020 14:34 ~14:35 | shwinsherm

6. Gotina “agirpeşk” çêkirine cihê heste ye lê belê nehewce ye. Hin pirtûkan de cihê vê gotinê “çeqmeq” hatiye gotin ku meriv şaş dibe. hesteyên hesinî û bi donê gazê (xazê) ve vediketî hene.ku meriv çend caran vedixî behna gazê digere destan. Hesteyên herî karîzmatîk in.



13.08.2022 02:25 ~02:34 | çomo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heste

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî