Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
n11.com - tirşik
n11.com
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. malpekere kirrîn û firotinê ye. xweyî wê doguş holdîng û şirîkê wê ya fîrmaya ji koreya başûr sk group e. ferqa wê ya ji hepsiburada.com ê meriv dikare wekî gittigidiyor.com ê dikana xwe veke.



Here lînkê



18.04.2015 22:57 ~22:58 | mîr

2. Malpera ku ev e du caran min ji wan ji bo kombersa xwe mişkek xwestiye lê hêjî negihandine destê min e. Ji beriya naha 10 rojan min yek xwestibû. Piştî xwestina min 3 rojan wan bi xwe sîparîş betal kir. Qey berhem di destê fîrmayan de nebû. Ez rabûm min ji fîrmayeka din a di malpera wan de dîsa mişkek xwest. Min roja şemiyê (19.03.2016) xwestibû. Di hurgiliyên sîparîşê de dinivîsî ku herî dereng vê çarşemê (23.03.2016) wê sîparîşa min bidin kargoyê. Lê ev e îro roja pênçşemê ye (24.03.2016) hêjî tu deng ji wan ne derketiye. Ew fîrmaya ku min bi rêya n11ê ji wan ew mişk sîparîş kiribû re min peyam şand lê hê bersiv jî nedane peyama min.

Ji beriya naha jî min çend caran sîparîş dabûn. Di demekê kurt de sîparîşê min gihiştin destê min. Lê vê carê ka çi bû ez nizanim deng ji kesî nayê.



24.03.2016 21:29 ~21:36 | nan û av

3. mîna malperên din yên mezin yên danûstandinê, ev jî tenê navbeynkariyê dikin. hinek firoşkar, tiştên xwe li vir pêşkêş dikin û n11 komîsyona xwe distîne.

loma li gorî firoşkar û şensê we, kalîteya xizmetê diguhere. di vir de ya girîng ew e ku dema we problemê ragihand, n11 bikare mafê we biparêze.



min telefona xwe (note 3) ji vê malperê kirî (ku ev versiyona wê li tirkiyê peyda nebe) û bêproblem hat ber deriyê min. wê demê min hinek lêkolîn kiribû û gelek kesan behsa giliyên xwe yên ji vê malperê kiribû, lê min dîsa jî rîskê dabû ber çavên xwe û kirîbû.



25.03.2016 19:34 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» n11.com

Kategoriyên mijarê:: teknoloji malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî