1. biraziyekê min heye, biçekî bi ser min ve zarokatiya min ve diçe, belkî ji ber wê belkî ji ber tişteke din gelekî kêfa min jê re tê, meyla min ketiye ser, rojekî ez çûbûm malê, hat cem min go ka pereyekî min jî go were ez te maç kim paşê, hat cem min rûnişt, min maç kir, min destê xwe avêt berîka xwe de perê hûr tunebû, min jê re go niha perê hûr nîn in li cem min ez herim sûkê ez ê hem tiştinan ji te re bînim, hem pereyan hûr kim ji te re, lê camêr dilê xwe girt, mehdê xwe tirş kir, lêvên xwe şirr kir, go ''maça te jî hîç nexweş bî'' pişta xwe da min çû.. |
|
17.04.2015 14:56 ~2016.07.30 09:26 |
endazer
|
2. demekî li mêrdînê li mescîda mallekî, li ser nimêje, ez bûm şahidê vê diyaloga jêr; |
|
30.07.2016 09:25 |
endazer
|
3. Rojek qîza xalê min hat li ba min - 3 saliye-Berçavkek şikestî di destê wê de ye. Da destên min got " ya mayî jî bişkîne " min jî got ji xwe şikiyaye ka ez ya mayî jî temam kim. Min berçavkê şikand xanima min dest bi strandinê kir got " mûsayê li te xi" . Mûsa jî birê min e. Tu nabêjî berçavk ya birayê min e. Vêya hanê jî ji bo ku şikandina berçavkê têxê hustê min wisa kiriye * Îja min got " ez ê mûsa re bêjim te şikandiye biraqe li te xe " dibêje " naaa ez ê jî bêjim min got neşkîni neşkîni ew şikand " * Ji anha de yemmane * |
|
15.08.2016 22:12 |
biaqila malê
|
4. carek min di binê cêba xwede mîz kir.. min jimera û zarokên apê xwera qeşîrên herî biha hanî yanî min magnum ji wanre hanî, nevî wan jî wekî min ti car magnum nedîtine, dema dîtin baskê wan hebûya ewê bifiriyana, û nizanin tiştek çewaye bi tenê di reklamande dîtine û zanin bihaye.. û got ilk defa magnum yiyorum tşkr.. ez ji kena mirim min got valla bende ilk defa yiyorum.. *(bi kurmancî jî zanin lê carna bi tirkî di axivin..) a ecêb magnumên wî jî dora wan bi çîkolata û behîv bûn min carek dît çîkolatayê dorê dabêjin nava wî dixwin * û dibêjin ev ne xweşe pir ecêba min çû* min ji xwera got dema meriv nedîtibe û dîtibe zehmete * ..... |
|
15.08.2016 23:29 |
shorbevan
|
5. berçem: keça min ya 4 salî. |
|
09.10.2017 19:55 |
simurg56
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |