Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
bakur - tirşik

Belgefîlmeke derbarê jiyana rojane ya li çiyayên Kurdistanê ye. Fîlm jiyana çiyayê ji çavên şervanên kurd ên PKKyê nîşanî me dide....
(6 şîrove)
bakur
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

2. Filmekî ser gerillayê bakurê hatîye çêkirin.

Qedexe kirine ê rind bûye niha kese kû temaşa nakin jî temaşa bikine

Xwedê bela xwe daye devleta tirk zatî



24.04.2015 11:45 | zergahemzaerdaldilbirîn

3. Ew belgefîlmê ku bi aliyê dewletê ve li mîhrîcana fîlman de li Stênbolê hatibû qedexekirin.Ji firagmanên vê tê fêhm kirin ku gelekî xweş û zehmetkêş Fîlm qala gerîlayên Pkk-ê dike ên qampên çiyayên bakurê Kurdistanê.



24.04.2015 12:12 | mîrzayêbiçûk

4. dema derketî min pir mereq kiribû lê min nekarî temaşe bikim îro bi xêra global kurdish film festival min temaşe kir. bawerim bi xêra atmosfera wan deman ku pêvajoya çareseriyê hebû herdu derhêneran Ertuğrul Mavioğlu û Çayan Demirel karîn xwe li projeyeke wiha biqelibînin. xuya ye ji bo propagandayê hatiye çêkirin lê min tu carî propagandayeke ev qasî dûrî armanca xwe temaşe nekiribû di her kêliyeka belgefîlmê de yên diaxivîn bi min antîpatîktir dihatin her ku diaxîn bêtir ji wan dûr diketim min hestên xwe yên empatiyê ji dest didan. ew xwezaya xweş ya kurdistanê ji ber vê belgefîlmê li ber dilê min reş bû.
di nav kesên diaxîn de ji bilî heval atakan yên din tev wekê mirîdên heşhaşî yên di bin afyona şêxên xwe de mayîn fikr û gotinên bi wan hatine empozekirin dubare dikin, ne ruh ne karakter ne fikr ne jî tişteke din, her tişt çêkirî, her tişt sentetîk. wekê dîstopyayekî bû, kezeba min reş bû!

çend tiştên balkêş li ser belgefîlmê;

- di sehneyekî de pirtûka emine şenlikoğlu, idamlık genç tê xuya.
- di sehneyekî de zeviya esrarê tê xuya ku çend gerîla li ber sekinîne û her dîsa di belgefîlmê de zindan û -
girtiyên di destê pkkê de nîşan didin û di nav sebebên sûc de jî pêbendiya madeyên hişber tê behskirin.
- sê çar caran lîstika eware tê nîşandan ku di nav temaşevanan de murat karayılan û bahoz erdal jî heye.
- piraniya gerîlayan bi tirkî diaxivin, yên bi kurmancî diaxivin jî ji xwe re kurmanciyeke nû afirandine ku çar şahid lazim in heta mirov jê re bêje kurmancî.
- hemÛ behsa paradîgmaya xwe ya nû dikin dibêjin me dewlet û deshilatdarî navê lê dewa çi dikin nabêjin.


spas ji bo herdu derhêneran ku fikra min a ji bo vê rêxistinê bi min dan piştrastkirin.



21.04.2021 16:28 | endazer

5. belgefîlmeke li ser gerîlayên pkk hatiye çêkirin. hin hevala gotine me hêj nû darî kiriye, lewra qedexe filan bûye. lê min ji zûde lê darî kiribû. hem di youtube de bêyî vpn derdikeve.





vêca belgefîlm bi awayek amator û nexweş amade bûye. pêşî bi lîstikeke gerîlla dest pê dike û paşê hinekî behsa kurdistanê tê kirin. piştî wê ji axaftinên fermandarê hpg û pkk hin beş derdikevin û di navbera wê de jî lîstika eware tê lîstin. yanî dema min li vê belgefîlmê darî kiribû, wekî hevala jî gotine dijberî sempatiyê, ez bêhtir ji wan sar bûm. yanê dema ji ber vê dewleta dagirker tehde û zilmê bibînim û zor bigihêje min û herim tevlî nava refên wan bibim, ma ezê bi tirkî biaxivim? bi tirkî perwerde bibînim? bi tirkî lîstika bilîzim? fermandarên tirk û tirkîaxiv dê emr û fermana bidine min? ma divê wan îdeolojiyê pûç û vala weke ayetê quranê jiber bikim û hergava mîkrofon li min hat dirêjkirin, jibere bixwînim?

werhasil û kelam, partiyeke hêza xwe ji bindestî û netewa kurd distîne, bi zimanê biyanî û bi fikrên pûç nikare bala netewê bikşîne û sempatiyekê çê bike. dema gerîla bi tirkî diaxifin, heç wekî li ber çavên min dibin kesên xerîb û ne ji netewa min. wekî ku ev hemû têkoşîn têk çûye û ewqas şehîd belasebeb jiyana xwe ji dest dane.

dema mirov li pêvajoya partiyê dinehêre û dibîne ku çiqas xwe ji kurdî vedikişînin piştgiriya wan ya ji aliya netewê kêm dibe. weke mînak di salên notî de, dema siyasetmedar kolan kolan digeriyan û di mitîngan de bi kurdî diaxivîn û propogandayê dikirin, piştgiriya netew gihaştibû lûtkeyê. helbet hin sedemên din yên weke zext, kuştin û qedeyan jî hebûn lê belê bi min bandora herî mezin axaftina kurdî bû.



21.04.2021 18:13 | tîrêj zana 21

6. belgefîlmeke propagandîst e. divê xebatên wiha hebin lê ne weke reklamên amatorane. heyf ku ji ti aliyê ve xurt nîne, bîleks bi aqilê sedsala 20an hatiye amadekirin.



21.04.2021 21:07 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî