Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
v bûye b an b bûye v - tirşik
v bûye b an b bûye v
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

2. di zimanê suryankî de qaideyek heye; dema ku beriya dengên b-g-d-k-p-t dengdêrek tê ew denk nerm dibe (bnr: spirantized),
mîsal,
Abraham tê nivîsandin lê ji ber ku beriya b dengdêrek heye ev b wek v avraham tê xwendin.

li gorî vê qaideyê;
b dibe v
g dibe غ'a erebî.
d dibe t , wek th'ya îngîlîzî (wek there)
k dibe خ'ya erebî an jî ch'ya elmanî, x'ya kurdî
p dibe f
t dibe th'ya îngîlîzî (wek thin)



10.02.2018 13:12 ~13:12 | gulêê

3. kîjan ji yên din derketiye ez nizanim lê dengên b û v pir wekhev in.
mînakekî bidim:
hevalekî min yê fransî hebû, navê wî vincent bû. piraniya hevalên me (îtalî, slovenî, lîtvanî û hwd.) wî weku vînsint bilêv dikir. lê çend hevalên ji spanyayê jî hebûn. ew (bi taybetî yên ji aliyê herêmê galîsyayê bûn) ji vincent re digotin bîsente.



10.02.2018 14:45 | mirovekirind

4. xweha min a biçûk her tim ji bo "bibe", dibêje "bive".

----ji husein muhammed, dengnasî di kurdî de, r. 74-75----
Guherîna B bi V/W di zimannasiyê de bi navê ”betasîzm” (inglîzî: betacism) tê nasîn. Navê vê
diyardeyê ji peyva ”beta” tê ku navê herfa B ya alfabeya yûnanî tê. Di yûnanî û gelek zimanên din
de jî B gelek caran dibe V yan W.
Di kurmancî de diyardeya guherîna B bi V li destpêka peyvê yan nîne yan jî gelek kêm e. Lê di
kurmancî û zaravayên din yên kurdî de jî guherîna B bi V yan W li nav û dawiya peyvê diyardeyeke
gelek berbelav e.
Di hin peyvan de di hemû zaravayên kurmancî de B/P bûye V/W lê di zimanên lêzim de B/P maye:
kurmancî: av, sêv, ewr
- soranî: aw, sêw, ewr
- farisî: ab, sîb, ebr
- belûçî: ap, sop, (lê* hewr-
- avestayî: ap-, ---, ebre-
- sanskrîtî: ap-, sêp-, ebhreDi rastiyê de di kurmancî de li nav û dawiya peyvên kevnar yên xwemalî yên xwerû de B qet nebû,

hemû bûbûn V yan W. Peyvên wek ”xirab, bab, reben, zebeş, kitêb” hemû bi rêjeyî di kurdî de
peyvên ”nû” ne, berî çend sedsalan ji hin zimanên din hatine wergirtin.
Niha jî di devokên kurmancî de – û di zaravayên din jî yên kurdî de – şerekî man û nemanê di
navbera B û V/W de heye. Piraniya kurmancîaxivan êdî B li nav û dawiya peyvê qebûl kiriye lê di
gelek devokan de ew hê jî cih dide V yan W:

- ’evd, ’ebd (ji erebî ” ’ebd )عبد
- kebab, kivav, kiwaw, kevav (ji erebî ”kebab )كباب
- kitêb, kitêv, kitêw, kitav, kitaw” (ji erebî ”kitab )كتاب
- ḥeb, ḥev67, ḥew68 (ji erebî ḥeb )حب
- bab, bav, bawk (soranî) (ji peyveke navneteweyî, bide ber ”baba” bi gelek zimanan
----ji husein muhammed,dengnasî di kurdî de----



10.02.2018 15:13 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyera hiqûqî
» bûyerên li fransayê diqewimin

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî