1. Sîdar Jîr, di sala 1980'î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e. |
|
25.07.2013 12:55 |
arami
![]() |
2. mêrdînî ye. çîroknûs, wegêr û bernameçêker e. |
|
25.07.2013 13:02 ~2015.04.25 18:21 |
seydayê_peyvan
![]() |
3. di facebookê de pirr digirnije |
|
02.01.2014 20:30 |
kubikem
![]() |
4. şervanekî facebookê ye |
|
02.02.2014 21:01 |
qomançêro
![]() |
5. xebatên wî yên zêde baş hene lÊ belê pozbilindiya wî rê li ber keda wî digire... |
|
14.02.2014 00:30 |
zero
![]() |
6. lawê nebî mûsa ye û çîrok jî ji wî dest pê kiriye (jixwe). |
|
11.03.2014 22:37 |
bavê salih
![]() |
7. nivîskarekî hêja ye. min bi nivîsên azadiya welat naskir. |
|
10.05.2014 21:11 |
renas
![]() |
8. nivîskarekî kurda ye.sala 2013 me li enstîtuya kurdî gotûbêja wî pêk anî , |
|
11.05.2014 23:39 |
destbedest
![]() |
9. Niha di jiyan tvyê de dest bi bernameya lênûsk'ê kiriye. |
|
15.02.2015 18:07 |
xendekî
![]() |
10. Di televizyona jiyanê de bernameyeke bi navê lênûsk çêdike. Min li ser youtubê temaşeyî 2-3 bernameyan kir. Dîksiyona wî pir xerab e. Serê her hevokê, her pirsê dilukume. Tu dibê qey bêyî ku xwe amade bike derdikeve bernameyê. Bi serde jî, timî sohbete dibe û tînê ser kar û barên xwe. pir qala xwe dike, dibe bi nêrîna min, bi dîtina min, nivîsa min, min, min û min û kerratî. diheside helbestkaran û vê yeke di du sê bernameyên xwe de jî rasterast dibêje. Ji nivîskarên ciwan re dibê qurre ne, helbûkî jê qurretir kêm kes hene. |
|
27.02.2015 22:10 |
diclefirat
![]() |
11. (bnr: lênûsk) |
|
28.02.2015 15:36 |
ferhenga şikestî
![]() |
12. camêrek li jor gotiye, di nav wergêrên îngilîzî de îngilîziya herî baş ya wî ye. Ku rastî wiha be, ez bixwe qet naxwazim li rewşa wergêrên me ên îngilîzîzan bifikirim, we go ez ji çi re wisa dibêjim? Dema we li paragrafa ewil a îngilîzî li pirtûka wî nerî ku camêr di pirtûka xwe a kurteçîrokan da xistibû destpêkê, hûn ê baş fam bikin ka ez qala çi dikim.... |
|
14.04.2015 02:05 ~02:12 |
elomelo
![]() |
13. qama wî 5 santîmên din jî dirêj bûya dê egoya wî ewqas nebûya hema dibêje ez û ez û her ez.... |
|
15.04.2015 12:44 |
kurê bavê xwe
![]() |
14. Yê ku di twitterê de henekên tewşomewşo dike yê ku nizane wê bêje trollekî twitterê ye. Xwedê kirî li profîla xwe gotiye ez nivîskar im heçî lê dinêre fêm dike. |
|
04.07.2015 20:55 |
brusk56
![]() |
15. Ji bo nejîrbûna xwe veşîre paşnavê "jîr" li xwe zêde kiriye. |
|
05.07.2015 00:55 |
kurê bavê xwe
![]() |
16. wekî hemî nivîskarên kurd ên vê serdemê, di medyaya sosyalê de pozbilind û qurre ye lê di eslê xwe de gelek xwîşêrîn û mutewazî ye. |
|
05.07.2015 01:08 |
ferhenga şikestî
![]() |
17. vê dawiyê "handa" ye çi quzilqurt e nivîsiye, min han da xwe ku ez bixweynim, na bavo, nayê xwendin, rezalet e, bi qasî serê derziyê jî ji edebiyatê fam nakin, hinek qeşmera jî rabûye pesnê pirtûkê daye, qey ew jî dostikê wî nin, rismê keçikek nîvtazî jî li ser bergê pirtûkê xistîye ku ji bo pirtûk meriv cezb bike, |
|
11.09.2018 00:42 |
rojgar
![]() |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
çaya li ber kompûterê [1] |