Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xwende vs nivîsende - tirşik
xwende vs nivîsende
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwende ew kes e ku xwendinê ji xwe re kiriye kar û emel

nivîsen de jî ew kes e ku nivîsandinê ji xwe re kiriye kar û emel..



de vêca, mesele kurd be, wekî her tiştên dî, ji hev veçirandina her du têgehên hanê hebekî dî zehmettir dibe (em kurd nêviyên brahimê agirtefandî ne giyenekamlar)

kesadbûna bazarê û kêmbûna xwende û nivîsendeyan û di warê pratîkê de qelsbûna kurdîyê sergêjiyeke bêserûber bi xwe re aniye û her tişt şolî bûye, qeyraniya ku nila li ser kurdiyê kar e, ji siyaseta kurdistanê jî jihevketîtir e..

dema xwende kêm be, nivîsende jî kêm dibe, ji lew rêya nivîsandinê ji ya xwendinê re dibuhure û xaçerêya ku ferd mejî li xwe diqetine, çarenûsa wî/ê kesî/ê ye jî



te dî, bazar erzan e lê, herkes diçirîne, yek ji wan kesan jî ez bûm, ku mi digo bi şeref metnên heyî yên kurdî qet nexweş in, ji xeynî dengê teqûreqan tu pêjn û deng jê nayê ku karibim têde hilbêm û bêjim aha! ev e çanda min û zimanê min û hebûna min, ez hemûyan nadim bi sed nivîs û metnên serdestên xwe..

axirî meh û sal derbas bûn û têgihîştim ku neheq im, dema dest dil dike li ser qaxizê bilive, hingê tu fêm dikî mesele ne ew qas hêsan e ku te beriya çend salan qurretî lê dikir..

hama mi gotibû ez ji xwe'r tiştina binivîsim û bibim nivîskar(!) di ceribandina ewil de destên min hişk bûn û bi derbekê de hatim li ser xwe, û min biryar da ez ne ew kes im ku karibim bibim nivîskar, ji min nayê..

hûn binûsin ez ê bixwînim, emr her ku diçe qurretî erzan dibe, pûç dibe, wenda dibe diçe û hey diçe..

û ji bo we nivîsandin zora mirinê dibe, ji bo min xwendin..

nivîskarên kurd! min dilê we xwaroo



08.04.2015 22:41 | ferhenga şikestî

2. Nivîsandin kar û barek giran e lê ji bo kurdî girantir e ji ber ku di nava pergalê de sêwi ye. têkiliya zaro û dê, civat û çandê, paşeroj û dahatuyê... de pir tişt hene tev qut bûye bi vê yekê re jî hest qels û keseyat jî pûç bûne. Û de bi hestên qels û keseyatek vala nivîsandin nabe mixabin hêja.



09.04.2015 00:07 | şêxê bêserî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendevan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî