Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hew û êdî - tirşik
hew û êdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Du hokerên hemwate ne. Bi wateya sekinandina tiştekî ku êdî meriv aciz kiriye, tê bi kar anîn. Ferqa wan ew e ku yek hevokê dike erênî ya din jî dike neyînî. Lê di wateyê de her du jî dike neyînî.

mînak:

Ez êdî naçim mizgeftê.

Ez hew diçim mizgeftê



lêzêdekirin: min hin tişt kêm nivîsandin lê belê min tiştekî şaş jî nenivîsand. spas ji bo hevalên hêja ku kêmasî li mijarê zêde kirin.



07.04.2015 16:25 ~23:50 | mergehez

2. daçekên ku wateya wan tim ne yek e.

Hew cuda û êdî cuda ye. " hew " dişibe "qet" a kurdî lê hew di xwe de neyînî jî dihewîne. Herwekî ;

Êdî hew Diçim nêçîrê

Êdî qet naçim nêçîrê

Wateya herdû hevokan yeke lê lêkera çûyinê di mînaka yekem de qertafa neyîniyê negirtiye û di ya didoyan de girtiye. Tişteke balkêşa din jî ku "êdî" di herdû hevokan de bi peywira xwe ya cuda cî girtiye. Lê di hin ciyan de ev "êdî" dikare di wateya "hew" de jî bê bikaranîn. Herwekî di peyama jor de.


tû xwedê mergehezo! Mijarên gramerî nenivîse, ji xwe re qala tiştên sekuler bike (;




(agahî: di spoilera jor de henek hatiye kirin. henek ew tişt e ku mirov dixwaze pê heval û hogirên xwe bikenîne. ken ew tişt e ku devê meriv ji hev vedibe û meriv bi hirehir dikene. mixabin ravekirin pêwîst e. bnr hew û êdî/64451)



keyskirin: min li jor gotiye "êdî hew" lê ev bikaranîn xelet e. xwedêjêrazî hevalek ez bi peyama xwe şiyar kirim hew û êdî/64451 min digo qey zanîna min a gramerê pir baş e lê mixabin ez jî carinan xetayên wiha dikim. xwedê hez ke ez ê ji vir pêve dersa gramerê nedim.



07.04.2015 16:47 ~19:33 | ceso

3. du hokerên ku carinan dibin hemwate..



êdî naçim wargehê

êdî pirtûkan dixwînim

li vir "êdî" wekî artık tê bikaranîn.. hawê tê dîtin lêker dikare bibe hem erênî hem jî neyinî.



hew diçim wargehê

li vir jî "hew" wekî artık hatiye bikaranîn.. wexta di vê wateyê de bê bikaranîn divê lêker mecbûrî bibe erênî..



ev pirtûka hew li cem min heye

li vir jî "hew" di wateya sadece hatiye bikaranîn..



minaka ku heval ceso daye jî ne rast e..



Di hevoka "êdî hew diçim nêçîrê" de ji ber ku peyvên "hew" û "êdî" hemwate ne nikarin di hevokekî de bên bikaranîn..

(bnr: anlatım bozukluğu)






tu kes nikare biryara nenivîsandina tirşikvanekî ku li ser mijarekî de bide..! Û yên gramer nizanibin bila dersê gramerê nedin..



07.04.2015 18:45 ~22:56 | rûbar payîz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewra
» êdî kevir pîroz e di welatê min de

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî