Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
şêx mihemed kerbelayî - tirşik
şêx mihemed kerbelayî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ŞÊX MIHEMED KERBELAYÎ

JIYAN Û BERHEMÊN WÎ*







Destpêk

Şêx Mihemed Kerbelayî, helbestkarekî ji edebiyata klasîk e, ku ji bilî du berhemên xwe yên ewilîn hemû nivîsên xwe çirandine an jî şewitandine. Kerbelayî wêjekarekî ji ekola Medreseya Axtepê ye û kurê helbestkar Şêx Evdirehman Axtepî ye. Di dîroka Medreseya Axtepê de bi şagirtî û seydatiya xwe ve wekî serhonazekî jîr û jêhatî xwedî payeyeke taybet û xas e.

Şêx Mihemed Kerbelayî ew kes e, ku bi helwesta xwe ya mîstîk û helbestên xwe yên têr mecaz bêyî ku lap bê fehmkirin hat û çû. Jixwe wî bi xwe jî gotibû: “Ez wek sindoqekê devgirtî hatim û devgirtî çûm.”

Kerbelayî bi helwesta kuştina berhemên xwe dibe Franz Kafkayê wêjeya kurdî, ku Kafka jî beriya mirinê, hemû berhemên xwe ji bo ku bişewitîne radestî hevalê xwe Max Brodî kiribû. Belam Brodekî ku Kerbelayî berhemên xwe radestî wî bike û piştî mirina wî hemû berhemên wî biweşîne tune bû û hemû berhemên wî jî bi wî re weke sindoqeke devgirtî hatin û çûn.

Di vê gotarê de em ê li ser jiyan û berhemên Kerbelayî rawestin. Di ber re em ê ji bo mijar zelal bibin hewl bidin ku şert û mercên siyasî yên serdema wî jî pariyekî vekolin.



1. Agahiyên Derbareyî Jiyan û Malbata Wî de

1.1. Şert û Mercên Siyasî yên Serdema Wî

Şêx Mihemed Kerbelayî di navbera salên 1885 û 1939an de jiyaye. Anku jiyana wî tûşî demên dawîn ên desthilatiya Dewleta Osmaniyan û demên ewil ên desthilatiya Komara Tirkiyeyê hatiye.

Dema ku Dewleta Osmaniyan desthilatdar bû, li ser textê Osmaniyan Siltan Evdilhemîdê Duyem (1876-1908) rûniştî bû. Di nav sînorên dewletê de bi serkêşiya koma “Îttihat û Terakki”yê hewldanên nûjen ên siyasî rû didan. Dewleta Osmaniyan di gelek şeran de têk çûbû û ji lawazketina dewletê xuya dibû ku dê bi vî awayî her têk biçûya jî. Di nava sînorên dewletê de jî her roj aciziyên giran serav dibûn. Hêza dewletê di hundir de jî bi van alozî û tevliheviyan daketibû xwarê, ku ji hêla kesên nûjenîparêz ve li dar diketin. Wekî meşrûtiyetparêzên wê demê Şêx Mihemed Kerbelayî jî di hewldanên bi vî rengî de cih girtibû û piştî ku Siltan Evdilhemîd meşrûtiyeta duyem eşkere kiribû, wî jî bi helbesta xwe pişgiriya xwe destnîşan kiribû. Di dîwana wî de, di malikên yekem û duyem ên beşa panzdehan de ev pişgirî bi vî hawî derçûye:



Mujde ez Yaqûbê dil, Yûsûf ji zindan hate der

Şemsê hurriyet veda, alem munewwer ser te ser



Şehriyarê behr û berr, Ebdulhemîd Xanê mezin

Bexşî hurriyet ji bo me, madena durr û gewher



Ji ber ku di dema wî de şerê cîhanî yê yekem (1914-1918) diqewime, di dîwana wî de hin malik hene, ku îhtîmalen qala vî şerî dikin. Ji ber ku di van malikan de qala çek û alav û navgînên nûjen ên şerî dike, îhtîmala qala şerekî kevntir tunne ye. Di beşa 36em a Dîwanê de bi vî rengî derbiriye:



Çi leşker e, ev çi ceng e, ev çi girtin, ev çi berdan e

Çi setrenc in, çi zar in, cuz qeder ev nerdê mexmûrî



Nîşan e, dûrebîn e, xurdebîn e ya telesqob e

Telefûn e, gerefûn e, telixraf e, bêtel û cob e



Kef e, mewc e, durr e derya, çi papûr û çi jiblîn e

Çi teht-ul behr e yekser ateş e dergirdî mexmûrî



Piştî ku Dewleta Osmaniyan têk diçe, li ser xîmê wê dewletê Komara Tirkiyeyê ava dibe. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê dike ku bi awayekî sekuler û nijadperest desthilatdariya xwe serdest bike, kurd û dibistanên wan ên perwerdehiyê (medrese) dikevin xetereyê. Piştî ku serhildana Şêx Seîd li dijberî Komara nû dest pê dike û bi êrîşine xedar ve têk diçe, rewşa kurdan a siyasî û civakî her diçe xerab dibe. Rêvebirên Komara Tirkiyeyê bi zagona “Tevhîd-î Tedrîsat”ê ve dawî li perwerdehiya medreseyan tîne û deriyên hemû medreseyan dadide. Ew medreseyên, ku kurd him zanînên olî û him jî yên ziman û wêjeyî lê fêr dibûn piştî ku têne qedexekirin, gelek seyda û şêx û murîdên kurd jî têne sirgûnkirin.

Di wê demê de Kerbelayî li Medreseya Axtepeyê wekî dersdar dixebitî û ew jî ji hêla komarê ve bi hinceta tevlibûna serhildanê hatibû sirgûnkirin. Em ê di beşa “Jiyana Wî” de bi awayekî hûr û kûr qala vê yekê bikin ka vê sirgûniyê li ser derûniya wî bandoreke çawa çêkiriye û çawa ew xemnak kiriye.



1.2. Di Dîroka Wêjeya Kurdî de Rola Medreseya Axtepeyê

Di dîroka kurdan de rola medreseyên Kurdistanê xwedî cihekî taybet in. Ji wan medreseyan ên herî bandorker yek li Cizîrê “Medreseya Sor” a Melayê Cizîrî ye, yek jî li gundê Axtepeya Çinarê “Medreseya Axtepeyê” ya Şêx Hesenê Nûranî ye. Ev her du medrese jî him di warê zanînên olî de, him jî di warê zanînên ziman û wêjeyî de di dîroka kurdan de xwedî payeyên bilind in.

Wekî damezrînêrê Medreseya Axtepeyê Şêx Hesenê Nûranî xelîfetî ji Şêx Salihê Sîpkî wergirtiye û Şêx Salihê Sîpkî jî digêhîje Mewlana Xalidê Şehrezorîyî. Şêx Hesenê Nûranî li pey xwe gelek xelîfe hîştine. Şêx Evdirehman (1850-1905), Şêx Mihemed Can (1858-1910), Şêx Mihemed Sîrac (1863-1909), Şêx Mihemed Kerbelayî (1885-1939), Şêx Hasîbê Axtepî (1884- 1947) û Şêx Eskerî (1898-1952) ji wan kesan in, ku li herêmê ji hêla zanînê ve nav û deng vedane û “Ekola Axtepeyê” li dar xistine. “Ev ekol, ekoleke kurdî, ekoleke wêjeyî, ekoleke Nexşîbendî û ekoleke Kurd-welatparêz e.” Hemû kesên ji vê ekolê ji malbatekê ne.

Rênas Jiyan, Şêx Evdirehmanê Axtepî wekî peyrew û mirîdekî Ehmedê Xanî bi nav dike û Axtepîyî û “Ekola Axtepeyê” weke tevgereke “Neo-Xanî” (Nû-Xanî) dihesibîne. Ji ber ku Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de li ser fikr û ramanên welatparêzî û zimanparêziyê hûr dibe, wekî peyrewekî wî Şêx Evdirehmanê Axtepî jî dide li ser wê rê û şopê. Ji bo piştrastkirina vê nirxandinê em dikarin çend malikan ji Xanîyî û ji Axtepîyî bidin û wan berawirdî hevdu bikin. Ji Ehmedê Xanîyî wekî mînak çend malik:



Da xelqî nebêjitin ku “Ekrad

Bê me’rîfet in, bê esl û bunyad



Enwa’ê milet xwudankitab in

Kurmancî tenê di bêhisab in.”



Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc

Işqê nekirin ji bo xwe amanc



Ji Şêx Evdirehmanê Axtepîyî wekî mînak çend malik:



Ku Tirk û ‘Ecem qet nebên carekî

Nihin Kurdî şaîrê misraekî



Bizanin ku şair di Kurdan de hene

Ji uşşaqê Tirk û ‘Ecem zêde ne



Dema ku mirov dêhn û bala xwe dide wan malikên jêrîn baştir tê digêhije ku Axtepî bi çi rengî û çiqasî di bin bandora Xanîyî de maye.

Xanî: Axtepî:

Çibkim ku qewî kesad e bazar Eger min bidîta xerîdarî qet

Nînin ji qumaşî ra xerîdar Rewan dê me bikra bi teşbîhê şet



Piştî ku Axtepî diçe ber dilovaniya Xwedê, li şûna wî kurê wî Şêx Mihemed Kerbelayî dibe berpirsiyarê vê medreseyê û dersdariyê dike. Ev yek heya Serhildana Şêx Seîd didome. Anku wî bi qasî panzdeh salan li Medreseya Axtepeyê dersdarî kiriye.



1.3. Nav û Mexlesên Wî

Navê wî yê resen Mihemed Kerbelayî Bedruddîn e. Di berhemên xwe de pirî caran wekî mexles (bernav) “Kerbelayî” bi kar tîne. Wekî mînak:



Bibêje Kerbelayî bes bike feryad û efxanan

Qerîbe K’ebeê A’melê te M’emûrî bit ya Rebb



Kerbelayî can ji bo te derkeve

Çi ji laşê bê can dixwazî el eman



Carinan jî wekî mexles “Kerbûbelayî” bi kar aniye. Wekî mînak:



Şud bende û dermandeyê tu Kerbûbelayî

Gewher xebera tacê sera bendepenaha



Bê çare û naçar im û tu çareyê nemayî, ey Kerbûbelayî

Çend daneyê xwûnê cîger ez dîdeyê xunyar, îna me bi îsar



Di Mîrsadu’l-Etfala xwe de jî carekê wekî mexles “Bedrî” bi kar aniye:



Ilahî! Bedriyê bêtab û taqet

Nekî bê yar der dunya axret



1. 4. Kurtejiyana Wî

Şêx Mihemed Kerbelayî di sala 1885î de li gundê Axtepeyê ji dayîk bûye. Axtepe gundekî Çinara Amedê ye. Feqî Huseyn Sağniç dîroka jidayîkbûna wî weke 1886 destnîşan dike. Lê belê Selîm Temo û Zeynelabidîn Zinar dîroka jidayîkbûna wî weke 1885 didin zanîn û Ramazan Pertev jî vê yekê him bi agahiyên Şêx Şafî him jî bi qeydên şecereya sadaretê ya Dewleta Osmaniyan wekî 1885 piştrast dike.

Navê bavê wî Şêx Evdirehmanê Axtepî (1850-1910) ye. Şêx Evdirehman jî kurek ji çar kurên Şêx Hesenê Nûranî yê damezrînerê Medreseya Axtepeyê ye. Çar jinên Şêx Evdirehman hebûne û Kerbelayî ji jina wî ya bi navê Rebîayê dayîk bûye. Ji xeynî Kerbelayî ji hemû jinên wî du kur bi navên Mihemed Şewket û Mihemed Eskerî; du keç bi navên Rukiye, Şahê Nebat û Pîrozxaneyê hebûne.

Kerbelayî di heft saliya xwe de li Medreseya Axtepeyê li ber destê bavê xwe dest bi perwerdehiyê kiriye. Serê pêşîn bi xwendina Qur’anê biliyaye, piştre jî bi xwendina erebî, farisî û pirtûkên olî û wêjeyî perwerdehiya xwe domandiye. Di ber van dersan re jî xwe bi xwe hînî zimanê tirkî (osmanî) bûye. Di dawiya Dîwana wî de beşeke ji 28 malikan pêkhatî ya bi navê “Peyva Mam Mihemmed Kerbelayî bo Kurmamê Xwe Şêx Mûhemmed Siddîq re” heye, ku bi tirkî (osmanî) hatiye nivîsandin. Em ji vê beşê tê digihêjin ku Kerbelayî ji hêla tirkî ve jî jîr û zana bûye:



Derûnî defterinde gufteî bîgane gormîşsin

Yalniz doxrîlikten ma eda peyda ne bûlmîşsin



Sedaqet resminî gosterdigîm cunmiy gucenmîşsin

Sedaqetten gucendinsen meger dîwane olmîşsin



Degildir î’tîrad û hem sena qarşî, degil tehqîr

Sedaqettir yalaniz doxrîliq nîçûn îde tesîr



Teesuf husnê exlaqin sedaqetden olip texyîr

Qaçûp kizb û xîlafete kendînî bîgane êtmîşsin



Qaçarsin î’tîradden î’tîradinwar sena’arî

Yenîden î’tîradin bê newa oldin giriftarî



Heqîqetdir kî heqqinde olûnsûn şû mesel carî

Meterden qaçdin emma zêrî abî xane gelmîşsin



Ji ber ku di temenekî terr û teze de ji hêla perwerdehiyê ve pir bi ser dikeve bala gelek kesan dikişîne li ser xwe û di nav feqî û seydayên medreseyê de dibe zatekî namîdar. Di panzdeh saliya wî de ji medreseyên Kurdistanê gelek kes dihatin serdana wî û ji bîstan pê ve navê wî di nav navên zanayên medreseyan de dihat hildan.

Piştî ku serhildana Şêx Seîd têk diçe, di 1925an de ligel gelek şêx û seyda û feqiyên din ên kurd Kerbelayî jî tê sirgûnkirin. Wî pêşî dişînin bajarê Ûşaqê, piştre jî dibin bajarê Edenê. Piştî du salan anku di 1927an de destûra vegerê ji bo welêt didinê. Diljar Zeynulabidîn li ser vegera wî wiha dibêje:



“Rojekê Mihemed Kerbelayî çû ber çemê Ceyhanê. Rehayiya xwe û hevalan ji yexsîrî

ji Xwedayê Teala daxwaz kir û erzîhala xwe nivîsand, avête çêm. Di eynê wê şevê de ji Enqereyê bi têlbirûskê efûya wan derket û herkes hatin mala xwe.”



Ev qewimîn di jiyana Kerbelayî de dibe destpêka melankoliyekê, ku heya dawiya temenê wî didome. Dema ku destûra vegerê werdigire naçe gundê xwe Axtepeyê, li gundê bi navê Çûliyê bi cih û war dibe. Dev ji seydatî û dersdariyê berdide, mal û milkê ku piştî mirina bavê wî mabû di nava xwîşk û birayên xwe de par ve dike, bi tenê hin pirtûkên pirtûkxaneya medreseyê hildide û diçe Çilûyê û li wir vedikişe înzîwayê. Têkiliya xwe ji însanan qut dike, di odeyeke reş û tarî de, di nava pirtûk û kaxiz û hibrê de temenê xwe yê mayî diborîne.

Di van duwanzdeh salên înzîwayî de xwarinê kêm dike belam çay û qehwe û cixareyê zêde dike. Pir dixwîne, pir dinivîse û hindik radizê. Rûyê tu kesî nakeve.

Ji van çardeh salên piştî Serhildana Şêx Seîd tu berhemên wî bi dest neketine. Di dema înzîwayê de pir dixwîne û dinivîse lê çi binivîse piştî ku carekê dixwîne diçirîne an jî dişewitîne. Ev helwest wî dike Kafkayê kurdan an jî helwesta Kafka wî dike Kerbelayîyê çekan. Murat Ozaydin, derbarî vê yekê de angaşt dike ku ev berhemên Kerbelayî yên dema înzîwayê, ne wekî ku me li jor qal kir lê bi rêya talankeran winda bûne.

Kerbelayî tu carî nezewicîbû. Bi vê helwestê jî tenêtiya xwe peyitandibû. Di vê mijarê de Ramazan Pertev ji Şêx Şafî neql dike ku wî derbareyê zewacê de wiha gotiye:

“Însan, şêrê berdayî ye. Dizewice dibe şêrê girêdayî. Şêrê girêdayî jî çi qîmet lê namîne.”

Ji ber ku hîç nezewicîbû li pey xwe tu zarok, ji ber ku dev ji dersdanê berdabû û bi tenê jiyabû tu xelîfe nehîştine.

Piştî van salên têr êş û azar ên bi tenê, di meha pêşî ya sala 1939an de, di 54 saliya xwe de li gundê Çûliyê koça xwe ya dawî dike.



2. Agahiyên Derbareyî Wêjekarî û Berhemên Wî de

2. 1. Ji Hêla Wêjeyî ve Kerbelayî

Wekî ku me li jor jî gotibû Kerbelayî ji ekola Medreseya Axtepeyê ye. Ev ekol, ekoleke ji hêla wêjeyî ve klasîk, ji hêla zimanî ve kurdî, ji hêla felsefîk ve tesawûfî ye.

Kerbelayî, berhemên xwe bi kurdî û li ser rê û rêbazên edebiyata klasîk anîne pê. Heya niha du berhemên wî (Dîwan, Mîrsadu’l-Etfal) bi dest ketine û her du berhem jî, berhemên menzûm in. Wî ev berhem bi şêwazeke klasîk û bi kêşeya arûzê nivîsandine.

Ji ber ku Kerbelayî ji bilî kurdî zimanê erebî, farisî û tirkî (osmanî) jî pak dizanî di nav ristên wî de mirov pêrgî ristên bi van zimanan nivîsandî jî tê. Jixwe zimanê wî yê wêjeyî bi qalib û gotin û mazmûnên erebî û farisî libarkirî ye. Di rastiya xwe de ev yek weke taybetmendiya edebiyata klasîk tê nirxandin belam di berhemên Kerbelayî de ev weke şêwekariyekê dirûv digire.

Kerbelayî, di bin bandora Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û bavê xwe Şêx Evdirehmanê Axtepî de ma ye. Kerbelayî wekî şagirtê bavê xwe herî zêde ji wî bandor girtiye û ji ber ku bavê wî jî ji Xanî û Cizîrî bandor girtiye, ev yek weke taybetmendiyekê daxilî helbesta Kerbelayî jî dibe. Rênas Jiyan, Axtepîyî weke “senteza” Xanî û Cizîrî dinirxîne û wiha pêde diçe:



“Axtepî bi awayê îdeolojîk girêdayî Xanî ye, bi awayê estetîk girêdayî Cizîrî ye; helbet senteza wî ya Xanî û Cizîrî jî ji bo wêjeya kurdî ferqeke girîng jê re ava dike, lê ya ku Axtepî dike Axtepî ‘rîtm’ e, bi taybetî jî rîtma lîrîk a ku bi dubarekirina gotinan tê avakirin wî û helbesta wî ji hemû bandoran rizgar dike û karaktereke guhertî jê re peyda dike.”



Mirov bi dilekî rehet dikare vê tespîtê ji bo Şêx Mihemed Kerbelayî jî bipejirîne. Lewre di berhemên Kerbelayî de jî heman bandor bi awayekî berbiçav li holê ne. Bandora Ehmedê Xanî li ser wî wisa zêde ye, ku wî bi xwe jî mîna Xanî ferhengek amade kiriye û diyarî zarokên kurdan kiriye. Dîsa ji hêla fikr û ramanên neteweperweriyê ve jî Kerbelayî peyrewekî Xanî ye. Bandora Melayê Cizîrî jî ji hêla estetîk ve xuya dibe, ji ber ku wî helbestên xwe bi rengekî lîrîk û rîtmîk anîne pê. Di helbesta Kerbelayî de jî wekî helbesta Axtepî rola rîtmê zêde ye, hetta carinan hewl daye ku di malikekê de zorê bide li ser tîpekê û bi bikaranîna heman tîpê ve ne bi tenê di nava malik û ristan de her wiha di nava peyv û kîteyan de jî rîtmekê biafirîne, Ji Dîwana wî:



Mujde ey dil, dilberê gul, barê dergul, zarê tê

Bisk û kakul, zulf û sumbul, helqe ê gul, narê tê



Der evînê, meh cebînê, xemrevînê, horî eynê

Nazenînê, şubhê Zînê, ew bi ser bêmarê tê



Turkêtazî, îşwenazî, serwênazî, serfiraz

Cilwesazî, remz û razî, der dilê, hişyarê tê



Leb eqîqê, dêm rehîqê, dil sedîqê, purr şefîq

Xweş refîqê, ber terîqê, pursiyarê, yarê tê



Ji van malikan jî diyar dibe ku Kerbelayî çawa ji hêla rîtm û teqlê ve serhonaz e. Her wiha Kerbelayî ji hêla dubarekirina ristan ve jî rîtmekê li dar dixe û ev yek jî dibe delîl bê çawa ji bavê xwe Axtepî bandor girtiye. Di Dîwana Axtepî de di beşa bi navê “Der barê tîpa N’de”, Axtepî rista “Bi qurban bim bi qurban bim, bi qurban” di dawiya malikine din de jî diwekilîne. Îcar heman fehl û bikaranîn di Kerbelayî de jî lê bi awayekî guherî li ber çavan dikeve:



Elif qeddê sehê ser wî rewan im

Perîşan im, perîşan im, perîşan



Zi l’elê çûn nemek dersîne zen gey

Nemekdan im, nemekdan im, nemekdan



Rewan kerdem ji ser çeşm û bi dil can

Qerexan im, qerexan im, qerexan



Tewan im reftê zîncata serîdar

Musulman im, musulman im, musulman



Ji bo ku bandora Axtepî ya li ser kurê wî Kerbelayî ji hêla şêwe û rîtmê ve baştir zelal bibe, em ê wekî mînaka dawîn a vê mijarê helbesta Axtepî ya di bin navê “Der barê tîpa L’de” û helbesta Kerbelayî ya di bin navê “Gotinên Kerbelayî-19” bi çend malikan ve berawirdî hevdu bikin:



Lebgul û gerdengul û xebxebgul û rûxsar e gul

Dêmgul û çehregul û tengul seraser yar e gul



Qedgul û qamedgul û xeddê mûnewwer gulgulî

Cubhetê beyda gul e gulturreya turrar e gul



Di vê helbestê de Axtepî bi dubarekirina peyva “gul”ê rîtm û muzîkeke wisa ava dike ku mirov neçar dimîne ku helbestê weke stranekê bi newayî û rîtmîk bixwîne. Heman taybetmendî di helbesta Kerbelayî de jî xwe dide der:



Min roj e, şev şev e şev şev, her şev e şev e şev

Zêde ji şev û rojan ev der şev e şev e, şev e şev



Kakil û şev ebrûwan şev çeşmê di şehle çûn şev

Çîn ê kemendê kîso lef der şev e, şev e şev



Şêx Mihemed Kerbelayî, helbestkarekî mîstîk û melankolîk e. Ev mîstîsîzm û melankolî nexasim piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîd û du salên sirgûnê zêdetir dibe belam em di helbestên wî de dibînin ku ew hizr û sekn beriya vê yekê jî di wî de serdest in. Jixwe piştî vegera sirgûnê wekî me berê jî destnîşan kir, tu berhem û hilberanên wî yên wêjeyî li ber destên me nînin. Ji bo ku xemnakiya wî baştir bê fehmkirin divê mirov li ser demên wî yên înzîwayê bi awayekî kûr û hûr raweste, lê em ê li vir bi çend mînakên ji Dîwana wî hewl bidin ku mijarê zelal bikin:



Ey şahidê Yûsûf sifet çar ê şeb endaz, wey çarê şevê raz

Bes nîne li min çarêde şev bûne çihilçar, derd û azîde etwar



Bê çare û naçar im û tu çareyê nemayî, ey Kerbûbelayî

Çend daneyê xwûnê cîger ez dîdeyê xunyar, îna me bi îsar



Gelek bê keyf û na şad im tu zulfan bîne feryad im

Ji wan çeşman bide dadim li l’elan de tu destûr im



Kerbelayî her çiqasî bi zimanekî giran helbestên xwe nivîsandibin û gelek helbestên wî bi farisî bin jî, hin caran zimanê wî wisa zelal bûye ku her kurdek bi rehetî dikare ji gotinên wî serwext bibe:



Bê fayde bi agir min dişewitîne

Baxê dil wê kund têde dixwîne



Ev sewda bo min mirin, ne jîn e



Min mede qalê derdêm mezin e

Umîd û işqêm zûde mirine



Ev sewda li min barek hesin e

Baxê dil wê kund têde dixwîne



Ev sewda bo min mirin, ne jîn e



Di van malikan de jî, ku bi zimanekî safî û rewan hatine nivîsîn, dîsa ya ku bala mirovî dikişîne melankolî û reşbîniya wî ye.



2.2. Berhemên Wî

Heta niha du berhemên Şêx Mihemed Kerbelayî bi dest ketine. Yek ji wan Mîrsadu’l-Etfal e, ku ferhengeke kurdî-farisî ye û a din Dîwana wî ye. Ev her du berhem jî berhemên dema xortaniya wî ne ji ber ku piştî sirgûnê heya koça xwe ya dawîn her çi nivîsîbe çirandiye an jî şewitandiye.

Salên sirgûnê li ser kesayet û derûniya wî bandoreke giran çêkiriye û ev yek bûye sedem ku Kerbelayî bêla xwe ji însanan birriye, di jûreke teng û tarî de di nava pirtûk û kaxizan de mirina xwe pêyaye.



2.2.1. Mîrsadu’l-Etfal

Di wêjeya kurdî de ferhenga menzûm a ewil Nûbihara Biçûkan a Ehmedê Xanî ye, ku di sala 1683yan de weke ferhengeke kurdî-erebî hatiye nivîsîn. A duyem Gulzara Îsmaîlê Bazîdî ye, ku di sedsala XVIII. de weke ferhengeke kurdî-erebî-farisî hatiye nivîsîn. A sêyem Luxetnameyî Ehmedî ya Şêx Marûf Nodeyî ye, ku weke ferhengeke kurdî (soranî)-erebî hatiye nivîsîn. Ferhenga menzûm a çarem û dawîn jî Mîrsadu’l-Etfal a Şêx Mihemed Kerbelayî ye, ku di sala 1912an de weke ferhengeke kurdî-farisî hatiye nivîsandin.

Wekî me li jor jî got Mîrsadu’l-Etfal ferhengeke menzûm a kurdî-farisî ye. Navê din ê vê ferhengê Şahrahê Kûdekan e. “Mîrsadu’l-Etfal” tê wateya “Nêrîngeha Zarokan” û “Şahrahê Kûdekan” jî tê wateya “Riya Mezin a Zarokan”.

Ferheng ji destpêkek û çardeh beşên ferhengê û beşa xatimeyê (dawîn) pêk tê. Di nava 320 malikan de 1155 peyvên farisî ligel wateyên xwe yên kurdî cih digirin. Zeynelabidîn Zinar û Murat Ozaydin jî behsa 1350 peyvan dikin.

Me berê jî gotibû Kerbelayî ji ekola Medreseya Axtepeyê ye û ev ekol jî bi gelek hêlên xwe ve di bin bandora hizrên Ehmedê Xanî de maye. Bi nivîsandina ferhenga xwe ve jî Kerbelayî diyar dike ka çawa daye li ser şopa Xanî. Wî di amadekirina Mîrsadu’l-Etfala xwe de jî ji hêla rêbazî ve daye ser şopa Xanî û ev yek di heman berhema xwe de wiha diyar kiriye:



Me her wek “Newbihar”a Şêxê Xanî

Esasê wê ji bo etfala danî



Kerbelayî jî weke Ehmedê Xanî ferhenga xwe ne ji bo kesên zana û hunermend bi tenê ji bo zarokên kurmancan amade kiriye û ev yek bi vî rengî diyar kiriye:



Bi şefqet çav bidin Mirsadê Etfal

Qebûl kin bo tifalan ba heme hal



Ne bo ehlê hunerkanê me’arîf

Heqîqetden û enwa’ê teşarîf



Nusxeya Mîrsadu’l-Etfalê ya ku bi destê Kerbelayî hatiye nivîsîn heya roja îro hatiye parastin û ji 42 rûpelan pê tê. Mîrsadu’l-Etfal cara ewil ji aliyê Diljar Zeynulabidîn ve di 1980yan de bi tîpên erebî li Amedê hatiye çapkirin. Piştre di sala 1988an de Zeynelabidîn Zinar ev nusxe veguhast li ser tîpên latînî û li Stockholmê da çapkirin. Tahsîn Îbrahîm Doskî jî di sala 2010an de bi tîpên erebî û bi zaravayê soranî ev ferheng bi navê Du Ferhengê Vehandî: Nûbehar û Mîrsadu’l-Etfal çap kiriye. Ramazan Pertev jî teza xwe ya lîsansa bilind a Zankoya Artukluyê li ser Mîrsadu’l-Etfalê amade kiriye û ev tez li ser malpera zankoyê weke çapa dîjîtal hatiye belavkirin.



2.2.2. Dîwan

Şêx Mihemed Kerbelayî piştî ferhenga xwe ya menzûm Mîrsadu’l-Etfalê dîwanek jî nivîsandiye. Dîroka nivîsandina Dîwanê lap ne diyar e belam li gorî belgeyên li ber dest li dor salên 1914an e.

Dîwana Kerbelayî ji bo cara pêşîn di sala 1980yan de li Amedê ji hêla Diljar Zeynulabidîn ve bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Piştre ji aliyê Osman Akdağ û Kerem Soylu ve bi tîpên latînî û ligel ferhengokekê di 2002yan de di nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hatiye çapkirin. Her wiha Kerem Soylu di Kovara Zendê de gotarek jî li ser nivîsiye. Dîsa bi tîpên erebî di 2004an de bi amadekirina Ehmed Hîlmî Qoyî di nava Dîwana Cami de jî ji aliyê Weşanên Îhsanê hatiye çapkirin.

Dîwan bi kêşa erûzê û bi şêwazên klasîk hatiye nivîsîn. Di Dîwanê de wekî awayên nezmê xezel, qesîde, mulemma, muxemmes û texmîs hatine bikaranîn. Bi awayê qesîde destpêkek, 39 beşên bi navên “Gotinên Kerbelaî”, çar texmîs, beşeke bi tirkî (osmanî), ku ji hêla naverokê ve wekî nameyeke menzûm û bi navê “Peyva Mam Mihemmed Kerbelayî bo Kurmamê Xwe Şêx Mûhemmed Siddîq re” hene.

Helbestên wî exleb bi kurdî ne lê belê beşên 3, 11, 12, 13, 14, 17, 18, 20, 25, 28, 33 û 39an xwerû bi farisî ne. Wekî mînak:



Yeka yek qitre l’ûl’û ê ezfer nexûwahed şûd

Ji coşê bêyhude her xwûn çû muşkî terne xûwahed şud



Min ez mûrden netursem Xûsrew ez rozî wîsal başed

Ji meyxorden nedar im pakî der mezheb helal başed



Beşa 22yan jî mulemma ye, anku risteyeke wê bi kurdî yek bi erebî ye:



Hemakellahû ya berdel temamî

Heyatî feda ke ya inb-el kiramî



Reva te tac û text ê Xusrewanî

Mînel kelbî bi seyfil intîqamî



“Di Dîwanê de mijarên wekî tesewuf, evîna mîstîk û metaforîk, kesayetên navdar, bûyerên tarîxî, siyasî û civakî, rewşa wî ya taybet, şîn û rexne hene.”

Helbestên Kerbelayî bi gelek hunerên edebî ve hatine nexşandin. Carinan serî li hunera “telmîh”ê dide û ji bo ku gotina xwe mikumtir bike ji dîrokê aşiqan, şah û padişahan, ewliya û pêxemberan di helbesta xwe de bi bîr tîne:



Dil ey sergeşte ê baxê cinûn ê bê şekîbaî

Qedehnoşî rimûzî restexîz ê bê Mûsa î



Ela ey Xusrewê can bexşî can im

Şeker xu l’elî leb şêrîn zeban im



Şahê Misrê ezîzan ez nizanim ma Ken’an î

Tu Selmayê cîhanî yan ne Şahê Ermenistan î



Selahuddînê Eyyûbî we ya Perwîzê şêrîn î

Nizanim şahê Îranî, weyaxûd mîr ê Kurdan î



Her wiha Kerbelayî di helbestên xwe de hunerên edebî yên wekî “teşbîh”, “mubalaxa”, “teşhîs”, “mecaz”, û “îstîare” jî bi kar anîne. Wekî mînak di van malikên jêrîn de ligel hunera “telmîh”ê serî li hunera “teşbîh”ê jî dide û bi rêya şibandinan ve vegotina xwe lîrîktir dike:



Giriftarê te narînê di zîndanê Memê Zînê

Birîndarê te şêrînê, wekî Ferhadê rencûr im



Wekî Ferhadî dilteng im şerîdê ahew û seng im

Bi dil re her zeman ceng im di vî babî de m’emûr im



Bide camê ku min heq go bi şêrînê mûseddeq go

Ji lew xwûnê En-el Heq go şebîh Hellac-î Mensûr im



Li Tûrê dil çû Mûsa ye dêbeyda ayîsa ye

Di esrê eynê Îsa ye heyatê cismê meqbûr im



Di van malikên jorîn de Kerbelayî dide zanîn ka ji hêla dîrokî û wêjeyî ve çi qasî jîr û zana ye. Ji hêla evînê ve carinan dibe Memê ku ji bo Zîna xwe di zindanê de peritî, carinan Ferhad e dilê wî teng e û di warê evînê de memûr e, carinan weke Mansûrê Hellacvan e, ku dijî desthilatdar û kevneperestan li qada Bexdatê serî hilda û wekî ku bibêje “Enel Heq” diqîre, carinan Mûsa ye, carinan di nava êşa evînê de wekî Îsa ye, ku di çarmixê de rakişandî ye.

Carinan serî li “mubalaxa”yê dide û dertê qada wêjeyê, ji hêla helbestê ve siltantiya xwe eşkere dike ango bi dînbûna xwe dihise:



Bi şûr im ez di nîşan im di ş’êrê de ku sûltan im

Xûya ye izzet û şan im berat û reqq ê menşûr im



Bidim ger nûqteyek abê heyatê te bi sêsed can

Bi mulkê alemek mûyek ji husnî te meger dîn im



Carinên binevş, nêrgîz û sosin bi rêya hunera “teşhîs”ê di helbesta wî de cih digirin û wekî ku mîna însanan destên xwe vekin diayan dikin:



Ez heyretê binevşe serma di ceybê Fikret

Punhan qedeh dikişêt çav bûn xûmarê işret



Nirgiz dused îşaret bexşî bi dewrê camî

Sosin qedeh hilanî da ehlê xarî işret



Bûrî di dev de bûrî gûya nefîre sûre

Ihya dikit ji nû ve rûh dermezarî işret



Mîna bo soyî mîna sed destê der dûa’ye

Ya reb îman dixwazin bo ehlî narê işret



Carinan serî li ber “zahidan” radike û bi helwesteke Xeyyamî bersiveke tûj dide wan kesên ku ji hizr û wateya sekna wî serwext nebûne:



Zahid, eger ku qismet rojê ezel me mey bû

Teqdîrê la yezal e, mestan nehin qebahet



Bo min şerab û bade, cam û sûrahiy û mey

Ha bo te kuncê xelwet seccade û îbadet



Saqî eman bide mey tikrarê ke mûkerrer

Çunkî xemê zemane eqlê me bir bi xaret





Encam

Helbestkar û ferhengnûsê kurd Şêx Mihemed Kerbelayî, yek ji helbestkarê serketî yê edebiyata klasîk e. Wekî wêjekarekî ji ekola Medreseya Axtepeyê wî jî bi helwesteke kurdîparêz dest avêtiye wêjeyê û du berhemên hêja û gewre li pey xwe hîştine.

Kerbelayî bi nivîsandina ferhenga xwe ya kurdî-farisî ya bi navê Mîrsadu’l-Etfalê daye li ser rê û şopa Ehmedê Xanî. Dîsa bi zimanparêziya xwe ve jî wekî şagirtê Xanî tevgeriyaye. Bi helwesteke Xanîyî di Dîwana xwe de wiha gotiye:



Ger çi Ereb e, Turk e, şahê Ecem e emma

Zanim ku bi Kurmancî sika xwe li ş’irê da



Du berhemên wî yên li ber dest, hilberînên wî yên dema xortaniya wî ne. Anku her du berhemên wî berhemên dema wî ya xeşîmiyê ne. Mixabin piştî du salên sirgûnê û têkçûna Serhildana Şêx Seîd wî çi nivîsîbe bi carekê xwendiye û piştre çirandiye. Ji ber vê yeka Kafkaesk berhemên wî yên dema kamilî û pisporiya wî negihîştine me.











Çavkanî:



Axtepî, Şêx Evdirehman: Dîwana Rûhî, amd. Osman Akdağ-Kerem Soylu, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2002.

Jiyan, Rênas: “Şêx Evdirehmanê Axtepî”, Çirûsk, h. 19, Amed, 2013.

Kerbelayî, Şêx Mihemed: Dîwana Kerbelayî, amd. Osman Akdağ-Kerem Soylu, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2002.

Özaydın, Murat: Şeyh Abdurrahman Aktepe Hayatı Eserleri ve Tasavvufî Görüşleri, weş. Cihan, İstanbul, 2009.



Pertev, Ramazan: Mîrsadu’l-Etfal (Şahrahê Kûdekan) Ferhenga Menzûm a kurdî-farisî (Teza Lîsansa Bilind a Zankoya Artukluyê), Mêrdîn, 2012, Çapa dîjîtal, http://www.artuklu.edu.tr/Upload/tyde/Tezler/Ramazan%20Pertev.m%C3%AErsad%20berg%20.pdf, 09.12.2014.

Sağniç, Feqî Huseyn: Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2002.

Temo Selîm: Kürt Şiiri Antolojisi, c. 2, Agora Kitaplığı, İstanbul, 2007

Xani, Ehmedê: Mem û Zîn ve Kavramsal Analizi, amd. Prof. Dr. Kadri Yıldırım, Weşanên Avesta, İstanbul, 2010.

Zeynulabidîn, Diljar: “Muhemmed Kerbelayî” (Ji tîpên erebî: Abdurrahman Adak), Nûbihar, h. 47, 1996.



Zinar, Zeynelabidîn: Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Stockholm, 1991.





Mem Zînistanî

Berfanbar 2013 / Êlih



*Ev gotar di hejmara 4. a kovara wêje û rexneyê de belavbûye.



05.04.2015 17:23 | mem zînistanî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx hesenî
» mihemed seîd temel

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî