Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hawar - tirşik
hawar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî danezanîna komara tirkiya ji aliyê her du bira Celaded û Kamûran li paytexta Sûrya şamê di salah 1932 roja 15 e Gulan dest bi weşana komara hewar ê bû. Heta sala 1943 15 ê tebaxê hate weşandin.



24.07.2013 23:10 | shiyandar

2. kovareke ku celadet elî bedrixan derdixist (1932). kesên weke osman sebrî, nureddin zaza û cegerxwîn tê de dinivîsin. li Ewropa weşnên nûdemê, li tirkîyê ji weşanxaneya belkî yê hemû hejmarên kovarê çapkirin e.



bangnîşaneke kurdî ye. weke hawaaaaaraaaaaaa tê qîrîn.



fîlmekî (bnr: mehmet guleryuz) ku mijara wê kuştina jinên kurd e. dîlber a ku ax û jîyan de dileyîze lîstikvana vî film î ye.



24.07.2013 23:44 | seydayê_peyvan

3. hewar hewara hewarê jî hewara kurdan negihand hewariyên îsa...



24.07.2013 23:47 | keje bemal

4. di kurdÎ û kurmancî de tişta ku ji bo doz û daxwaza alîkarî û piştgiriyê tê kirin e.. herkesê ku di tengî û tehlî û nexweşiyê de dimîne hawara xwe digihîne kesinan an ji bo alîkariyê dike qarewar û hawar hawar.. gazî, bang, tika, daxwaz, hêvî, rica.. li deverinan wek hewar jî tê bilêv kirin.. di jiyana rojane de û di nav zimanê kolanê de jî di formên wek hawar kirin, kirin hawar, bi hawara kesekî ve çûn, bi hawara kesekî ve bezîn, xwe gihandin hawara kesekî tê bikar anîn.. ya rast wek pêşniyar dikarim bêjim ku ji bo peyva acil servisê ya tirkî mirov dikare peyva hawarîyê bikar bîne..



24.07.2013 23:50 | endazer

5. Rêzîkê Hawarê yen peşîn:



Hawar dengê zanînê ye.

Zanîn xwe nasîn e,xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike;dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.



(hawar hejmar:1, 15 gulan 1932-Şam,çapxaneya terekî,Xwedî û berpisyar: mîr celadet)

Ax ax ev rêz li ber dilê min çi şêrîn in.



03.11.2013 13:17 | diljan

6. berÊ gotin hebÛ. gotin hawar bixwe ye



09.11.2013 17:51 | xelîlêzer

7. berê çend rojan min di pirtûka kurdî de dît ku hawara firat cewerî di nav weşanên nûdemê de weşandiye hatiye tirkiyeyê. ew ro jî li pêşangehê bi boneya cejna zimanê kurdî min hawara ku weşanên belkî çap kiriye standibû. tavilê hawara min ew ro kirî firot hevaleke min û ji pirtûka kurdî sparîş kir. îro hawara di nav weşanên nûdemê re çû gihaşt destê min. bi rastî jî bala xwe lê dane ji bo çapeke xweş be. wek du cild in. berê çend salan li stockholmê hatiye çapkirin lê hê îro tê welatê.



19.05.2015 20:00 | kurê xelkê

8. Di pênc hejmarên pêşî de bi navê stûna zarowan û stûna feqehan beşeke taybet ji bo zarokan û xwendekaran hatiye çêkirin.



15.06.2020 23:05 | xwelî li ser

9. navê 911 rojava ye .
bi rastî ez wê rojê kurdiya "acil" ê difikirîm.
kurdiya wê "hawar" e

her kî vî navî dabi polîs û ambûlansê rojava helal be ji wan re .



15.06.2020 23:38 | shwinsherm

10. Hawar
hawara
we
ye
,
Deng
û
gazîya
we ye
.
Jîn
û
zanîna
we ye
,
Werin,
hawara
xwe
bin

~HAWAR



28.09.2023 07:41 | horhorik

11. qurana ziman û edebiyata kurdî.



29.09.2023 23:05 | kurê xelkê