Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 34 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hasret gültekin
    peyamên çepikkirî

    3. hasret gültekin navbera stranbêj û hunermendên ku ez hez dikim da, delalîyê min e .

    lê min ewa hinekî dereng nas kir. eva du sale ez nas dikim. van roja nebe nebe her roj ez stranên wî guhdar dikim.

    îro jî hîn bum ku îro rojbuna wî ye.

    21 salîya xwe da otêla madimakê ta bi destê hovê faşît va hatÎye qetil kirin.

    wanê ku ev ciwanê delal şewitandin! ew çi wehşwtî ye, ew çi bê xwedatî ye yaww.



    eva jî stranên ku pey xwe ji me re hîştî ye ne:

    favorîya min

    Hasret GÜLTEKİN-Bir İnsan Ömrünü Neye Vermeli














    Hasret Gültekin - Daglara Küstüm Ali














    eva jî zehf xaş xandîye:

    Hasret gültekin dağlar atamadım sevdamı














    malperek e ser navê jî heye:

    http://www.hasretgultekin.com/defaultnew.htm



    2016.05.01-22:52 | hozan serhad

    5. hasret Gültekin... hunermendekî bi mûzîk û sekna xwe di demekê bandoreke wî li ser min çê bûye ye. zêdetir di demên lîseyê de.. dema miriye 22 salî bûye. di wê ciwaniya xwe de gellek albûmên serkeftî derxistiye û dengê wî ewqas bihêz û xweş e ku meriv jê têr nabe. dîsa peyvên stranên wî jî tev bi mane ne. tişta xerab ev e ku roja ew miriye ez hatime dinê ango 2'yê tirmeh'ê 1993.. çi rojeke reş! nizanim meriv çi bibêje lê bi ya min gotin zêde hewce nake.. stranên wî yên ku ez herî zêde jê hez dikim ev in:

    dilek:










    sevgi kuşun kanadında:










    bir insan ömrünü neye vermeli:












    2016.05.01-23:08 ~23:10]| sergijik