Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
george orwellê kurmanc - tirşik
george orwellê kurmanc
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Du pirtûkên orwell êdî bi kurmancî ne. Ji weşanên lîsê derketine



01.04.2015 22:49 | cîncoqo

2. belê kitêbên orwel ên 1984 û çewlika heywanan êdî bi kurdî ne. ev jî îlan û berga pirtûkan e. https://twitter.com/bruskwenda/status/583261423129722880



01.04.2015 23:51 | seydayê_peyvan

3. gelek dilşa bûm ji ber sedeme ev xebere.dixwazim ku hemû wejêyen klasik bi zimane xwe bixwinim.



02.04.2015 01:19 | cemilcanbegî

4. Wek wergera pirtûkên George orwell, pirtûkên biyanîû gerdunî bi kurdî bê wergerandin dê wêjayê kurdî bi lez pêş ve biçe, ji bo geşedana wêjeyê Kurdî divê werger û xebatê wergerendinê xurt bibe..



02.04.2015 12:57 | ozjan xwenas

5. ji weşanxana lîsê bo wergera 1984

George Orwell bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîsutopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin.

Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye.

Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tendirustîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse...

Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin li ser wan.

Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin.



02.04.2015 13:24 | xewnname

6. ji weşanxana lîsê bo wergera çewlika heywanan ku salih agir qoserî wergerandi ye.

Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004'an û vir ve, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê de, Kurdîya romana bêhevta ya George Orwell "Çewlika Heywanan" pêşkêşî xwînerên Kurdîyê dike.

Romana ku ji alîyê Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin bo zimanê Kurdî, heyama Stalîn û rewşa Yekîtîya Soveyetan a berî Şerê Cîhanê yê Duyem radixe ber çavan û sembolîze dike bi rêya rûkirina kesayetîyan di dirûvê ajelan de.

Kovara Timesê ev roman wekî yek ji sed romanên Îngilîzî yên herî baş ku ji sala 1923'yan ta sala 2005'an hatine weşandin, bijartiye. Vê romanê sala 1996'an xelata Hugoyê piştî mirina Orwell standiye û hatiye parastin di nav Pirtûkên Gewre yên Cîhana Rojavayî (Great Books of the Western World) de. Li kêleka vê yekê, ew hatiye wergerandin bo gelek zimanên cîhanê û bandoreke mezin li paş xwe hêlaye. Roman bûye mijara du fîlaman û bandor li hin muzîkjenên Ewropayê jî kiriye.

George Orwell ê ku sosyalîstekî demokrat bû û bo çend salan endamê Partîya Karkerên Serbixwe ya Îngilîz bû, di vê romana xwe ya nîgaşî de wekî ku ew wê bi nav dike, bi rengekî eşkere û tund êrîşî stalînîzmê dike û ew bi xwe di nameyeke xwe de dibêje ku ev roman "contre Stalin" e, an ku "dijî Stalîn" e.

Romana ku yek ji romanên herî girîng e di nav romanên Îngilîzî yên rexneya sîyasî de, ji me re dide xuyakirin bê çawa şoreşeke ji bo dadmendîya civakî dikare bê pûçkirin û valakirin heger bê sexbêr û sermîyan bimîne!

Weşanxaneya Lîsê ya ku dê vê pêngavê bi wergerandina berhemên din ên George Orwell bide berdewamkirin, bi şanazî romana giranbiha ya romannivîsê jankêş û dilsoz George Orwell, bi Kurdîyeke rewan û herikbar raberî xwînerên Kurd dike.

Jê nemînin!



02.04.2015 13:26 | xewnname

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» george perkins marsh
» kurmanciya rojava

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî