Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
efendîno - tirşik
efendîno
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke arjen arîye ku tê hezkirin.



efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!





31.03.2015 14:32 | serhednişîn

2. (bnr: arjen arî)

(bnr: helbestên arjen arî)



31.03.2015 21:19 | xendekî

3. hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!



05.11.2016 11:47 | bûtîmar

4. ji Dengê jinekê guhdar bikin:



22.03.2018 23:43 | xendekî

5. wê ew herin....


....

Hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixwirînin û biçin
hûn ê biniçînin û hûn ê biçin!
...



3 roj berê 14:35 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» efendîno

Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî