Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şewat - tirşik
şewat
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango (bnr: qeşa) lê li aliyê albistanê, meletiyê şewat dibêjin..ger germiya hewaye ket bin sifire, ji ber sir û seqemê, sariyê şewat pêk tê, kulîlkên darên mişmişan di çaxê bişkokê an jî kulîlkê de dicemidin û dar vê salê nagirin bi kurtî şewat li mişmişan dixe.. di demsala destpêka biharê dema kulîlkên daran vêbû divê hewa germ bibe..di şevên şewatê gundî kayê ango lastikan dişewitinîn ku bandora şewatê hindik bibe lê ew jî ne bes e...ger ev yek pêk hat mişmiş nagirin û gundiyên ku debara xwe girêdayî mişmişan dikin vê salê bêçare dimînin..çaxê kulîlk vekirinê qet sar, şewat nebû dar mîna gûşiyên tirî digirin, gulî di bin fêkiyan de mêl dibin heta ku di bin giraniya fêkiyan xiş dibin (şikestin)..xetereya şewatê heta ku çaxil hinek xwe girtine dewam dike...



30.03.2015 21:42 | havka

2. ji lêkera şewitînê hatiye dariştin..

ya rastî ji eslê xwe ji bo guherînên fîzîkî û kîmyewî ya ku ji ber germahiyê qewimiye tê karanîn..

lê tiştê ku nivîskarê havka behs kiriye jî heye..

li gundê me jî tê karanîn, dema zivistan û bihar pirr sar bibuhure berhemên dar û giyayên ku hatine çandin pûç dibin, diçilmisin nema fêkî û sebze didin, ji bo vê rewşê jî peyva şewatê tê karanîn..



30.03.2015 21:47 | ferhenga şikestî

3. hinek kesên bi tirkî difikirin û bi kurdî diaxivin dema agir digire derekî, dibêjin li filan derî şewat çêbû/derket.. lê ya rast agir girt filan derî, an; agir bi filan derî ket e.. ditirsim rojekî ji bo kesên agirkuj jî bêjin şewatwan *



17.09.2015 22:19 | endazer

4. dema li fîlan derê duxan bifûre em dibêjin wa ye agir ketiye li fîlan erdê

agirketin tê xebitandin lê bo wê rewşê jî mariv dibêje dişewite..

-agir ket geniman, genim tev şewitîn



17.09.2015 22:22 | ferhenga şikestî

5. tiştê ku di şewite, peyva ku bi mecazî jî tê bikarhanîn di nêvzî evan wateyada ; keser, berketin, kul û derd, izdirab.



17.09.2015 22:36 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şewata alaqemşê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî