Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kesên ku min dişopînin - tirşik
kesên ku min dişopînin
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di serê hinek tirşikvanan de pirs û meraqek bû.

bi rojanekirina dawîn, êdî di panela tirşikê de dikare were dîtin.



30.03.2015 21:11 | simurg56

2. Tiştek din ez peyamên ku min wan ecibandî dibînim lê nizanim kê peyamên min ecibandiye temaşe bikim



31.03.2015 12:04 | bijêrvan

3. Taybetiyeke ne baş e ji ber ku berê mirov bi dilekî saf hev dişopand lê ji niha pêve wê bibe #takipedenitakipederim



31.03.2015 12:17 | ceso

4. ji min re çi ye jixwe kes min naşopîne *



31.03.2015 12:31 | gulan

5. Fonksiyona ku bi min ne pêwîst bû. Divê mirov bêyî ku çepikên xelkê bifikire bikare binivîse.

Mesela li twitterê binêrin ji ber ku meseleya şopandinê heye, herkes ji bo xwe bide ecibandin û şopînerên xwe zêde bike xwe didirîne. Di her tweetan de mirov vê hewldanê dibîne. Mirovên di twitterê de çi bixwazin wê nanivîsin. çi bê rt kirin wê dinivîsin.

Lê ferhenga me ne wisa ye. Xema me ne ecibandina xelkê, çeppikdana wan, rt kirin an jî şopandina wan e. Li vir gotina herkesî li her derî dikare cî bigire. Di warê xwe îfade kirinê de herkes wek hev e. Lê di twitterêde li gor hejmara şopînerên te xel guhê xwe didin te. Tu ne populer bî qene bersiva te jî nadin carinan.

Welhasil fonksiyonên wisa safîtiya armanca me xera dike. Armanca me ya sereke dimîne piş tiştên wisa. Wêneya profîlê, peyam çeppik kirin reş kirin, hev şipandin ne ew qas tiştên hewce û giring in...



31.03.2015 20:22 ~20:42 | brusk56

6. fonksiyona ne zêde hewce bu lê ji ber ku wextê tiştên balkêş hebin mirov bêtir xwe li van deran digrin. ji bo min ne gelek baldar be jî vaye halê tweeterê aşkere ye.



31.03.2015 20:41 | azadixwaz

7. min mesela şopandinê zehf fêhm nekir çima fonksiyonek wisa heye kêr çi tê.. jixwe rojê sed sed û pêncî peyam tên nivîsandin, ez hemûyan jî dixwînim, heke rojê heft heşt hezar peyam û her serê nivîskarek sed du sed peyam hatibana nivîsandin wî çaxî ev şopandina nivîskara hewcetiyek bû. ya din pênc kes min dişopînin, sax bin, lê tiştên ez dinivîsim ne hêjayê şopandinê ne, ez bûma min xwe nedişopand.*



01.04.2015 04:35 ~04:52 | kevçiyê dil

8. Li ser daxwaza hinek nivîskaran hat çékirin. Mantiqa şopandinê jî ev e; weke mînak hûn her roj nakeun tirşikê, dema hûn piştî heftiyekê hatin tirsikê hûnê bikarin bibîn ku ka di wê navberê de wan nivîskaran çi nivîsandine.



01.04.2015 11:20 | simurg56

9. li gor min jî fonksiyona ti mantiqa wê nîn e, heta ti pêwîstî pê nîn e, temam ez dixwazim hinekan bişopînim û gava ez neketibimê paşî dema ez hatim wan çi kiribe ez bibînim ev baş e. Lê gelek mirov nebîne ka kî mirov dişopîne. Carê hejmara şopîneran hebû, ez bim ev bes e. Hejmara şopîneran hebe bes e, hewce nake ka ew kî ne ez wan bibînim. Wej twitterê

(bnr: tu min bişopîne ez jî te)

*



01.04.2015 11:32 | xendekî

10. ji bo min tişteke zêde ne girînge e. lê dîsa jî bi ya min taybetmendiyeke mehrem e. divê nehata eşkere kirin. xêncî wê zêde mereq jî ne baş e*



01.04.2015 12:17 | nazim tolhildan


12. kevçiya dil tu mafdar î, lê mijarên ku me bi xwe nivîsî de kê binivîse em dixwazin wan nivîsan bixwînin. sed û mijar diborin ew mijarên ku em dinivîsin wenda dibin.



01.04.2015 14:16 | bijêrvan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên dema ku li malê tenê dimînin dengê stranê bilind dikin û dest bi dansê dikin
» min ew kesem

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî