Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wek malekî danûstandina jinê - tirşik
wek malekî danûstandina jinê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rûreşiya me kurdan e. Hêjî berdewam e hêjî berdewam e mixabin. Gava ez biçûk bûm pîr û kalên herêma me berê xwe didan koçerên mûşê û ji xwe re, ji bo hovîtî û kêfên xwe yên hovane keçên bêguneh bi navê qelenê dikirîn. Yê ku stand bêşeref yê ku da bêşeref ez bêjim çi. ji ber ku ez zûde ye ne li gund bûm min li der û doran di nav tirkan de min digot êdî tişteke wilo nemaye lê wê sala çû mixabin dîsa xeberek nexêrê hat ji min re ku kal û pîr û keftorekî gundê me ji bo hewesên xwe ji kurdên rojava ji xwe re keçeke bêguneh kirîye. Min telefon li kûrê wî kir mi gotê ev çi hal e gote min serê pêşî em tev li hember rabûn me çiqas berxweda jî dîsa jî aş nebû û em mecbûr man... Li we û li mecbûriya we! Erê zewac mafê herkesî ye lê Wekî ku jinebî û hevtemenên wan qediyabin diçin zarokan dikirin. Çiqas çewt be jî Gotineke birê min hebû ku digot " mirov nifşên kevn ên kurdistanê bide ber gulan û wan bikujê hingê wê kurdistan bi yekcarî azad û rizgar bibe. Ma êdî em çi bikin lawo? Ji derdê van hovan.



30.03.2015 13:33 ~13:40 | ceso

2. (bnr: qelen) an jî (bnr: next)
Herî zêde ku dibihîsim li Agirî qelen hê jî edeteke berbelavkirî ye. berî niha li gorî ku digotin li Mêrdînê jî hebû lê êdî ev çanda beredayî û qirêj ji holê rabûye. an jî ez hê liqayî nebûme.

Bi qasî ku min ji hevaleke xwe min bihîst, Li Agirî hin kes piştî ku keçikê dizewicênin têkiliya xwe jî pê qut dikin, vêce çi qasî rast an derewe nizanim, bila çavkaniyên lokal me agahdar bikin.



18.05.2021 14:38 | merwano

3. Mijara ko dixwazim ji zilamên Kurd bipirsim:" Gelo, zêr dîsa bûha bûye û xwêdan avêtîye piştê, ko We xwe berdaye tirşikê û xwe wek parezerên mafên jinan radikin?"
Henek li alîyekî, belê qelen û heqê nextê tiştekî gelekî berevajîye ku nirxên jinan ji mirovahîyê derdixe û dixe dewsa firaxan.
Lê zêr, kirîna zêr babetek çandî û netewî ye. Û ne bi tenê ji bo bûkê tên kirîn. Ew tişt pal û ewlehîya jiyana nû ên wan ciwana ye. Gava ku dixwazin ji xwe re xêzanek raxin, divê mezinên wan vê xisarê dêynin.



18.05.2021 17:14 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wek mîras ji zarok û neviyên xwe re peyamên xwe yên di tirşikê de hêliştin
» jinên jêhatî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî