Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
the imitation game - tirşik

Biyografiya Alan Turingê ku bûye îlhama sêva apple ê ye. Di fîlmê de mijara esil makineya krîpto ya bi navê enigma ye ku aîdî naziyan e û axaftina di navbera naziyan de şîfre dike. Kes nikare vê makî...
(8 şîrove)
the imitation game
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmê ku di 2014 yan de ket vîzyonê ye. li ser jiyana alan turîng disekine.derhênerê fîlm Morten Tyldum e.lîstikvanê sereke benedîct cumberbatch e.di rêzefîlmên sherlock holms jî dilîst.

fîlm di dema şerê cîhanê yê duyemîn de derbas dibe .di destê nazîyan de mekîneyek bi navê enîgma heye û îstîxbarata xwe bi riya enîgma dikin. devletên din dixwazin wê sîstemê têxin destê xwe û komekê ava dikin. fîlmek xweş e lîstikvaniya benedîct jî pir baş e lê ji ber ku bîyografî ye û çîrok eşkere ye aksiyon tune; fîlm pir dirêj hat bi min ..



28.03.2015 23:54 | diranfîq

2. fîlmek gelek xweş bû. bi rastî jiyana alan turing pir balkêş û trajîk e.

piştî fîlmê min jiyana alan turing hinek lêkolîn kir. mêrik 42 salî dimire. di emrê xwe yê kurt de ku xebatên ecêb biqîmet çêkiriye û niha weke damezrênerê komputerê tê dîtin. 42 salî bi siyanûrê dimire. hinek dibêjin ku wî xwe kuştiye lê li gor hinekan jî tiliya hinek kesan di nav bûyera mirina wî de heye.

pêşniyarî herkesî dikim.

puana min jê re ; 79



01.12.2015 23:24 | brusk56

3. Fîlma ku min xwest ez mijara wê vekim ji xwe di beşa fîlman de jî min nedît û min lê zêde kir. Qansî ez zanim fîlmên mijarên wan hatiye vekirin divê hemû li beşa fîlman de bin jî. Neyse *
Biyografiya Alan Turingê ku bûye îlhama sêva apple ê ye. Di fîlmê de mijara esil makineya krîpto ya bi navê enigma ye ku aîdî naziyan e û axaftina di navbera naziyan de şîfre dike. Kes nikare vê makîneyê bişkîne lê Alan vî tiştî dike û seyra şerê cîhanê ya duyemin diguherîne. Serlehengê fîlmê Benedit Cumberbatch çi karî dike ji heqê wê tê. Me li rêzefîlma sherlock ê de jî ji wî hez dikir.



01.12.2019 22:41 | biaqila malê

4. not: fîlm jixwe di danegehê de hebûye lê navê wê hinekî xelet hatîye nivîsandin, loma di serê mijarê de deneketîye. min rast kir.

fîlmek gelek serkeftî ye. wer tê qebûlkirin ku alan turing bi vê îcata xwe bingeha komputerê avêtîye. bi saya fîlmê haya min ji jîyana taybet ya alan çêbû. lê di fîlmê de ev mijar hinekî hatîye guhertin, fîşalkirin an jî îstîsmarkirin.


li ser mirina wî an jî întîxara wî, gelek teorî û gûftûgo hene. li gorî fîlmê alan ji ber nasnameya xwe ya zayendî xwe dikuje lê belê di rastîyê de ev yek ne net e. bi rastî jî ji bo guhertina homoseksûalbûna wî tedawîya hormonî li ser wî tê sepandin bi kutekî. lê xwekuştina wî encax çend sal piştî xelasbûna vê tedawîyê, yanî piştî azadîya wî bûye.



02.12.2019 20:37 | simurg56

5. Senaryo ji çîrokekî rasteqîn hatiye girtin.Fîlm mîjara xwe ji jiyana Alan turing werdigre.Alan turing bîrkar , zanyarê kombersê û krîptolog e.Wek tê gotin ku kombersên ku em bi kar tînin destpêk/bingeha xwe ji aliyê alan turing digrin.Her wiha makîneyên ku bi navê turing ve jî hene.Dî fîlmê de jiyana alan turing a taybet jî anîne berçav.



10.05.2020 17:49 | brzn

6. Kurmancîya min nebaş e lê ez dîsa jî dixwazim binivîsim.


fîlma herî favorîya min e. Çendcare jî temaşe dikim û ji her carê jî heyran dibim. Serlistikvanê Alan Turing ( navê reel "benedict cumberbatch") gelek gelek rind dilîze. Û a rastî Alan Turing homoseksûel e. Lê heya wê homoseksûelî/hevzayendî yasax e. Ji ber vê Alan Turingê ceza dikin.

Û navê bîra min ne hat lê xoşewîsta Alan Turing zêf rind e. Delalîyê wê qet ji bîra min neçe.



10.05.2020 18:05 ~18:07 | ezxeyic

7. (bnr: keira knightley)



10.05.2020 19:01 | biaqila malê

8. (bnr: benedict cumberbatch)



10.05.2020 19:25 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the cut
» gamendî (boanthrophy )

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî