1. malpareki pir başe lé belé zimané kurdi tida tuneye. merivén ku tida xizmet dikin bidilêxwe u bé pere di xebitin. Eger ku hinek hevalén me ji bo me kurdan xizmeteki wusa bikin wé zimané meyé delal ji wé platforméda cîbîbîne. Lînka malper |
|
27.03.2015 17:45 |
tîrejên rojê
|
2. (bnr: xwezî farisÎ jÎ hebÛya) |
|
22.02.2017 16:24 |
gulêê
|
3. sepan û malpereke pir kêrhatî ye lê axleb ji bo kesên îngilîzî zanin re. ji bo beşa îngilîzî çend heb ziman heye nizam. |
|
18.06.2017 23:57 |
tizbîkêş
|
4. bernameya min nêt kir dest bi fransîya wê bikim lê dibêm qey gavekê jî pêş de neketim :/ |
|
29.12.2019 23:20 |
berxweda
|
5. kêrhatî nîn e. |
|
30.12.2019 09:53 |
ferhenga şikestî
|
6. ji bo esperantoya min gelek kêrhatî bû. min hemû darê esperantoyê qedandibû û piştî xelas pêbaweriyek berçav pêk hatibû. lê wekî li jor jî hatiye gotin, ji kesên sifir re tu xêra vê sepanê tune ye, xîtabî wan kesên dike ku berî kar bi wê bikin, wextek têra xwe li kitêb û defteran mijûl bûne. dema min dest bi karpêkirina duolingo kiribû, ez hemû rêzimana esperantoyî şixûlîbûm. |
|
30.12.2019 20:11 |
biruya hayao miyazaki
|
7. ji sedî çilê wê qedandim lê dîtim ku hertim heman tişta hîn dike. peywên nû hîn nakê. ji bo wê duolîngo berdidim. |
|
16.07.2020 19:03 |
lonw karda
|
8. Heger hûn bixwazin ji bo peyvên nû hîn bibin (bnr: memrise) pêşniyar dikim. |
|
16.07.2020 22:38 ~22:40 |
dilreş
|
9. Duolingo sepanek serfiraz e. Ger hûn qelpî nekin,hûn ê tiştek fêr bibin |
|
16.07.2020 22:47 ~22:47 |
dilreş
|
10. ez tiştekî nû hîn bum ku duolingo wergerên bikarhenerên xwe ji bo wergerandina nûçeyan bikar tîne. ji xwe damezrênerê duolingo Luis von Ahn li teknolojiya captcha de jî bersivên bikarhenaran ji bo dijitalize kirina pirtukan bikar aniye û bi xêra wî ji salekî de 2.3 milyon pirtuk hatiye li internetê zêde kirin. |
|
05.12.2020 19:10 ~19:12 |
lonw karda
|
11. sepana go damezrênerê wê ji bo qezenckirina debarê sîstemekê gelek baş dîtiye ye. Ji ber go Duolingo servîseke belaş e, divîya bi şiklekî pere qezenc kiriba. Damezrêner Luis von ahn jî, beşek nivîs dide ber bikarhênerên xwe û ew jî werdigerînin. Helbet piştre duolingo van wergeran hebkî sererast dike. Fikrekî zahf baş e. |
|
05.12.2020 21:43 |
hueyn
|
12. sepana ku 5 zimanên din (Haitian Creole, Zulu, Xhosa, Tagalog and Maori) li kûrsên xwe zêde kiriye lê belê hê jî kurdî weke nîn e dihesibînin. |
|
22.08.2021 01:22 |
hueyn
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |