Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nebûna zanyariyan di nivîsên tirşikê de - tirşik
nebûna zanyariyan di nivîsên tirşikê de
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. meseleyeke seyr e, ji ber pirraniya nivîskaran an nûçeyan dinivîsin an jî fikir û nerînên xwe dibêjin.

lê hema her yek hewl bide ku tiştê dizane binivîse, belkî tirşikeke xweş çêbibe lê heta niha bêxwê ye û mirov kêm çêjê ji tirşika me dike.



27.03.2015 02:39 | dijber

2. meseleyek wek tirşikê ye . ji ber kû yên tirşikê dixwîn ji yên tirşikê çêdikin zêdetirin, her yê ku tê gepa xwe dixê û berî ku tirşik bikele xelas dibe an jî xweş nakele *



27.03.2015 03:40 | diranfîq

3. meseleyeke rast e, ez jî di vî warî de çend xweziyên xwe ji xeyalên xwe yên du sal berê tînim

tevî ku rast e jî heke em bi hûrgilî vê problemê binirxînin, em dê têbigihên ku bi qasî tehlbûn û tûjbûna xwe jî gelek jî normal û asayî ye..

ne tenê tirşik.net, di heman demê de ferhengên înteraktîf ên dî jî hama bêje bi vî şeklî ne..

ez bawer in ku hejmara entryên ekşisozlukê gihîştiye 40 mîlyonê, ku tu her roj lê binihêrî ji 39 milyon bêtir entyrên berredayî ne û nagihîjin serê pîvazekê jî. ma berredayîbûna ekşiyê kiryara me meşrû dike? helbet na lê ev pêvajoyekê ye, hêdî hêdî hilma tirşikê bigihîje ezmên û wek baranê di ser me de bibare û bereketê bihîne..



ji wan sedeman sedemeke sereke ew e ku em hê bi kurdî fêrî pênasekirina tiştan nebûne, ji bo me zehmet tê, ez li xwe mikur têm, tevî ku di vê ferhengê de kevin û mayînde me jî heta ku pênaseya tiştekî dikim malîk li min diçe mîratê, de vêca hesab li ba te be..

dibe ku evana bahane û hencetên saxlem û derbasdar nebin, divê mariv kurdiya xwe xurt bike û tim bi tenê ji bo tirşikê mabe jî lêkolînan bike û bêtir bixwîne dîsa lê belê ku dema mariv pê hayil dibe pirr eleqa bo tirşikê nîn e û bazara me jî wekî pirtûkên me kesad e lewma jî kelecana dilê mirovî ditemire, pûç dibe, diçilmise falan û bêvan



27.03.2015 09:56 | ferhenga şikestî

4. (bnr: albertê einstein yê kercewsî)



27.03.2015 10:00 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nebûna zanyariyan di nivîsên tirşikê de
» nivîsên hêrî xweşik ên li ser dîwaran
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî