Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
li ber derge - tirşik
li ber derge
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbesteke ebdulla peşêw e. Wiha ye:



"Li Ber Derge"



Şev bû dereng

Çoka min sist bû

Hîv li nav ezman kizirî

Derê xwe li min veke

Îşev hatime

Ji çinîna baqek ji nergizên çavê te

Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn

Li ser ewrê porê te yê xav

Îşev hatime

Çirîska bajarê yadîgar bangî min kir

Bi sîma zarotiya xwe ve

Bi xema şorebiya xwe ve

Hatime û venagerim

An digihîjim te

An wek momekê dişewetim û dihelim



Derê xwe li min veke

Ez dildarê te yê cara me

Her zeviya ber derê te me

Her tîna berf û barana te me

Derê xwe li min veke

Ez ew kes im

Heta do

Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim

Li nav tasa tirsê te ez vedixarim



Dem: Li bin baskê ezman dike bawîşk were

Şûn: Reşikeke bêdeng e

Derî li min veke

Tiştek nîn e şîrîntir be

Ji xişta pê û çip çipa lêvê

Deriyê xwe li min veke

Westayê riyek dûr im

Wekî caran hinekî rûdinim û radibim



Şev bû dereng

Çoka min sist bû

Hîv li nav ezman kizirî

Derê xwe li min veke

Dar û kevirên devê derî xwe davêjin te



Ebdulla Peşêw



Ji aliyê hunermenda kurd meryem îbrahîmpûr ve jî hatiye bestekirin:





26.03.2015 23:52 ~2015.03.27 01:44 | xendekî

2. helbesta ku ji xendekî dixwazim resena wê anko soranî ya wê bi xêra dayk û bab û mirî û saxên xwe bo min bişînît ..



27.03.2015 01:28 | vêca çiyeeee

3. Ji bo xatirê çavên reş û belek ên vêca çiyeeee, reseniya helbesta ebdulla peşêw - le ber derge



"Le Ber Derge"



Şew raşika Ejnom şil bû

Mang be taqî asmanewe helperûka

Dergeketim lê bikewe.

Em şew hatûm

Bo çinînî çepke nêrgizêkî çawit,

Bo nûçdanî,

Bo xownî... toze giryanî,

Le ser hewrî qijî xawit.

Em şew hatûm,

Tirûskey şarî yadigar bangî kirdûm

Legel sîmay minalîma,

Legel xemî şorebîma

Hatûm û nagerêmewe,

Ya pêtdegem

Ya wek momêk desûtêm û detiwêmewe!



Dergeketim lê bikewe

Her dildarekey caran im

Her kêlgekey ber dergetim,

Her tîniwekey kirewe w lêzimey baran im.

Dergeketim lê bikewe,

Min aw kes em,

Ta dwênê bû

Le naw geruy rûnakî da detişardimewe

Le naw camî metirsî da detxwardimewe.



Kat Le jêr balî asman da,

Xerîke bawêşk dedat,

Şwên Qulereşekî kip e

Dergeketim lê bikewe

Şitêk niye şîrîntir bê

Le xişpey pê w çirpey çipe!

Dergeketim lê bikewe,

Kift û mandûy rêgey dûr im;

Wekû caran

Kemêk le lat demênmewe w radebûr im.



Şew raşika,

Ejnom şil bû,

Mang be taqî asmanewe helpirûka;

Dergeketim lê bikewe

Dar û berdî ber dergetan hatne tika!



Ebdulla Peşêw



27.03.2015 01:43 ~01:46 | xendekî

4. ha min cergê xendekî xwar *) zor zor sopasî kird im hevalekam *)



27.03.2015 02:08 | vêca çiyeeee

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» berxbir
» dergehê sînor ê xabûr

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî