Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
hiqûqa rêveberiyê - tirşik
hiqûqa rêveberiyê
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. an jî hiqûqa îdareyê, an jî hiqûqa kargêriyê.

peyva kar+gêrî+yê ji kar û qertafa gêr an ger a ku di peyvên wek dad+ger, doz+ger de hatî bikaranîn e. lê em ê peyva rêveberiyê ji peyvên baştir xuya dike (îdare erebî ye, kargêrî jî peyveke tevlîhev e), ji ber wê ez ê peyva rêveberiyê bikar bînim.



Hiqûqa Rêveberiyê tevaya rêzikên hiqûqa gelemper ên di avakirin û xebitîna rêveberiyê de tên sepandin in. Ango ev hiqûq sazkirin û awayê xebata rêvebirina dewletê diyar dike.

Mirov dikare bi vî awayî jî vebêje; di piraniya dewletên cîhanê de sê dezgehên bingehîn ên dewletê hene;

dezgeha darizandinê,

dezgeha qanûndanînê,

dezgeha rêvebirinê;

rêveberî jî ango îdare jî dikeve nav dezgeha rêvebirinê. Ha nexwe em bêjin di dezgeha rêvebirinê de

cudahiya rêveberiyê çi ye? Rêveberî hemû kirin û xebatên dewletê yên derveyî kar û barên dezgeha darizandinê û dezgeha qanûndanînê ye û di nav dezgeha rêvebirinê de jî derveyî kar û barên hikumetê (siyasî) ye.



(bnr: têgehên hiqûqê)

(bnr: hiqûq)



26.03.2015 16:16 ~19:25 | xendekî

2. terma ku bi min hiqûqa rêveberiyê an jî hiqûqa îdareyê xweştir li tê. xeletiya sereke ya kurmanca di peyvçêkerîyê de ew e ku dema peyvê çêdikin li zazakî mêze nakin. herkes dikare hiqûqa îdareyê fêm bike lê çend kes wê hiqûqa kargêriyê fêm bikin? mirov dikare kargeriyê bi karîgerîyê ve tevlihev bike lewma ya rast ew e ku merdim gotina ku zêdetir li bîra me ya hevpar de rijiyaye, bi kar bîne.



26.03.2015 16:23 ~16:32 | serhednişîn

3. hiqûqa ku pêşketina wê wiha ye:



Hiqûqa Rêveberiyê ango Hiqûqa Îdareyê di sedsala 19. de li frensayê bi pêşketina hiqûqê re bi sedema mercên taybet derketiye û hêdî hêdî pêşketiye. Pêşiyê di 16-24ê Tebaxa 1790'an de "rêgeza cudahiya dezgehên rêveberî û edlî" hatiye qebûlkirin. Bi vê re ji ber sedemên li dijî rêveberiyê/îdareyê êdî dozvekirina li dadgehê hatiye qedexekirin(1). Dûvre ji ber ku rêveberî di dozên li dijî xwe de hem dibe aliyekê dozê û hem jî dibe dadger hemwelatî mexdûr dibûn. Ji bo ku ev neheqî bê çareserkirin di 13'ê Berfanbara 1799'an de "Conseil d'État" (Şûraya Dewletê) hatiye avakirin(2). Hiqûqa Rêveberiyê jî ji biryarên vê şûraya ku li dozên hemwelatiyan yên li dijî rêveberiyê hatî vekirin, çêbûye û gihaye îro. Pirtûkên yekem ên di derbarê rêveberiyê de li Frensayê di sala 1822'yê de hatine nivîsîn(3).



(1) Vedel ve Delvové, op. cit., c.1, r.101; Chapus, op. cit., c.1, r.748

(2) Chapus, op. cit., c.1, r.748; Vedel ve Delvové, op. cit., c.1, r.104

(3) Chapus, op. cit., c.1, r.13



(Ji pirtûka Kemal Gozler a bi navê Hiqûqa Îdareyê)



26.03.2015 16:50 ~19:27 | xendekî

4. hiqûqa ku heke mirov ji wê re bêje rêveberiyê nexwe divê mirov ji rêvebirinê re çi bêje?

A rast rexneya serhednişîn rast e, min ji ber çi got baştir e, ji ber ku hem dezgeha rêvebirinê (ing: execution, tr: yürütme) heye hem jî ev rêveberiya dewletê - îdareya dewletê heye. Ji ber wê min li ferhengan nihêrî peyva kargêrî hebû, min got belkî di soranî de ji bo hiqûqa îdareyê/rêveberiyê wiha dibêjin. Lê ez dudil bûm.



Mirov dikare çawa bike?



Heke mirov ji dezgeha execution'ê re bêje rêvebirin, mirov dikare ji îdareyê re jî bêje rêveberî. Hûn ji bo vê çi dibêjin tirşikavanno?



26.03.2015 17:02 | xendekî

5. (bnr: di tirşikê de lobiya hiqûqnasan)



26.03.2015 17:33 | ceso

6. gelo hewce ye ku em îdareyê re tiştekî bibêjin. îdare ji xwe îdare ye.



26.03.2015 17:36 | serhednişîn

7. ya ku weke hiqûqa rêveberiyê be wê çêtir be. hima bêje berî ku vê mijarê vebe ez jî ketibûm dûdiliya ku xendekî ketiyê û xwedê zane ez jî gihîştibûm fikreke weke fikrê wî yanî ji bo "yürütme"yê rêvebirin û ji bo îdareyê jî reveberîyê fikirîbîm nexwe em di riya rast de ne* peyva "kargêrî" hinek dişibe peyva " işletme" ya tirkî ji ber vê yekê ji min veto xwar.



26.03.2015 17:52 | ceso

8. (bnr: heta ku peyvên kurdî hebin çi hacetê zimanê biyanî)

De îdare erebî ye lo, va ceso jî wek min dibêje, serhednişîn te jî rêveberî erê kiribû di peyam xwe ya yekem de. Ji ber wê ez bim bi vî awayî baş e û ez ê wiha bikar bînim;

-ing: execution, tr: yürütme => rêvebirin

-ing: administrative, tr: idare (ji erebî) => rêveberî



26.03.2015 17:58 | xendekî

9. hiqûqa rêveberiyê, hûn dikarin ji vir hîn bêhtir hîn bibin:

Here lînkê

lînka alternatîv:

https://tirsik.net/g.php?l=77



02.04.2015 20:36 ~20:39 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» hiqûqa destûra bingehîn

Kategoriyên mijarê:: hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî