1. ji fîlmên qarton ên japonan re tê gotin. hunereke giranbuha ye. ne gelempêrê anîmeyan lê hemû anîme bi xêzkirinê çê dibin. her sehneye li qaxizan tên xêzkirin û dûvre bi kombersê tên zeliqandin. ji ber xêzkirin ked û hunereke mezin dixwaze, çêkirina anîmeyan gelekî dijwar e. loma divê herkes rêzê bide derhênerên anîmeyan. |
|
26.03.2015 12:25 |
mergehez
![]() |
2. cûreyek hunerê ye ku mirovan kiriye u beş: yên ku gelek jê hez dikin û jê re qurban in û yên ku qet temaşe nakin û dema anîme tê gotin tenê ice ace tê bîra wan. |
|
26.03.2015 20:28 |
simurg56
![]() |
3. hin ji anîmasyonên kurt ên xelatgirtî : alma; vîdyoyê veke 2+2 = 5; vîdyoyê veke bav; vîdyoyê veke tiştinên ne di rêya xwe de diçin hene; vîdyoyê veke mitfax; vîdyoyê veke kutojo, the last kint; vîdyoyê veke mesaî; vîdyoyê veke dimanche (yekşem); vîdyoyê veke demjimêr vîdyoyê veke wênegir: vîdyoyê veke |
|
19.01.2016 12:14 ~2017.01.09 12:27 |
xendekî
![]() |
4. death note pir xweş e. dema anîmeyan seyr dikim heyrî dimênim li şêwey axiftina japonan. tu dibêy qey her bi şer diaxivin. |
|
01.03.2020 20:12 |
hespêsor
![]() |
5. Li gorî min "bungou stray dogs" pir xweş e. Ez ne temaşevanekî anime me lê b.s.d bi giranî hêjayî temaşekirinê ye. |
|
28.02.2023 16:48 |
horhorik
![]() |
6. rêze/+fîlmên ku li japonyayê hatine çêkirin. bo yên din: anîmasyon. pir caran ji mangayan tên adaptekirin lê helbet ên serbixwe an jî reh-wêje jî hene. |
|
28.02.2023 21:40 ~21:49 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. min tenê heta niha death note xilas kirîye lê ew jî ne bi dilê min dawî bû. Dû ra min dest bi temaşekirina tokyo ghoul kiribû bes sebra min lê nehat û min dev jê berda. Nizam dibêm qey ji ber xelkên ku dublaja van fîlman dikin freqansa dengê xwe hingî zêde dikin ku êşek dixe serê mero û dilê mero jê sar dibi. |
|
28.02.2023 21:54 |
pîroz
![]() |
8. one punch man favoriyeke min e. Li bende Sezona 3yan kezebreşî bûm. Kêfa min ecêb ji sensei saitama re tê. |
|
28.02.2023 22:02 ~22:02 |
dewbir
![]() |
9. https://vm.tiktok.com/ZMYn5gF3o/ |
|
15.04.2023 15:36 |
ardlarzî
![]() |
10. Riya Japonan e bo gerdûnîkirina çanda xwe. Di vê dawiyê de dîsa vegeriyam ser dororoyê û li hemû beşên wê neriyam. Bandorker bû. Têkiliya arezûyên hêzdarbûna mirovan û hêzên derxwezayî/şeytanan vedibêje. Qurbankirina law bo saxî û silametiya dewletê nîqaşekê hêzdar derdixe holê. Ûff. Fantazî, siyaset, dilrehmî û serpêhatî... Xweş bû. |
|
04.10.2023 19:56 ~20:12 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |