Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
99 morîkên belavbûyî - tirşik
99 morîkên belavbûyî | 2015
Nivîskar: Helîm yusiv | Kurdî | Roman | 150 rûpel

Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi werg...
99 morîkên belavbûyî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê romana nû ya helîm yûsiv e. Ku vê gavê di çapê de ye



25.03.2015 23:05 | cîncoqo

2. Kîngê Ez biçûk bûm min kiribû. Ne bi qestî bi saşî bû.

Min lêdana bi qestî xwaribû noşîcan be



25.03.2015 23:23 | mircembeli

3. romana helîm yûsiv e, helîm yûsiv, bi vê romanê cara duduyan e ku kevir li gûzeka xwe dixe. (pishtî auslander beg) zimanê helîm yûsiv wek 99 morîkên belavbûyî ye û tehmsarkî ye di vê romanê de, helîm yûsiv gerek li ser zimanê xwe bifikire ne li ser pesnan. heyf!



02.06.2015 12:31 | rojgar

4. Helîm yûsivê de averşîyayîş çîn o apeyşîyayîş esto.



09.12.2017 02:05 ~02:06 | teberkerde

5. pirtûkeke helîm yûsiv e.

''
Morîka ji derveyî tizbîye
Roja şazdehê Adarê, ber êvarê, li herêma Nedersaksen a Elmanyayê, kurdekî porspî ku li kolanê dimeşîya, ji paş ve bi destê xortekî bîst û çar salî yê bêjna wî sed û not û pênc sentîmetre bû, hate kuştin. Min ew mirovê kuştî ji dûr ve nas dikir. Wê demê tenê du sal di ser hatina min a Elmanyayê ra derbas bibûn. Ramana avakirina romanekê ji wê rojê ve ye di serê min de dimeye. Ji sala du hezar û yezdehan ve, ji bo debara xwe, min dest bi karê wergerê kir. Di nav xericira jiyana rojane da ew bûyer li cem min bû wekî xewnekê yan jî wekî birîneke kevn û ne ji vê lihevrasthatinê bûya, dibe ku ew birîn bihata jibîrkririn.
Tesaduf ew bû ku ez bixwe li nexweşxaneyeke nexweşîyên derûnî bûme wergêrê jineke Kurd. Piştî hevnaskirineke demdirêj wê deftereke bergşîn û kevnik ku bi xeteke xweşik hatibû nivîsandin da destê min. Bi xwendina wê defterê ra qaşilê wê birîna min a kevn ji ser rabû û dîsa êşeke nedîtî di hundirê min da dest pê kir. ev defter rojnivîskên wî mêrê porspî bûn ku wekî min werger dikir û Tê da êşa xwe û ya hemû kesên mîn min vegotibû. Gava min deftera wî xwend, min nizanîbû ka ev behsa xwe dike yan jî behsa min. Ji ber hin sedemên ku tên zanîn, min navên rastî yên di defterê da hemû guherandin û bi zêdekirina çend morîkên din li tizbiya wî, min ew jînûve ristin. Wisa jî min notên wê deftera tevlihev, mîna morîkên wê tizbiyê reş a 99 libî ya di destê wî de, yek bi yek li pey hev jinûve rêz kirin.

Têbîniya Nivîskar''



27.11.2019 22:44 | gulêê

6. pirtûka helîm yûsiv, a ku ji bo pirtûka yekem bû ku min piştî 2-3 salan xwendiye.
pirtûk xwe dide xwendin. min gelekî jê hez kir. dema mirov pirtûk diqedîne, dibêje qey fîlmek nûjen temaşe kiriye.
nexasim hinek bûyer ên di pirtûk de, xwesteka xwendin û berdawemkirinê zêde dike. ev peyva nexasim jî di pirtûkê de ew qas hatibû emilandin, min jî xwest di şîroveya xwe de teqez cî bidimê *


lawo bûyerên tên serê azado, dilê mirov gelekî dişkîne. bi taybetî îxaneta ku berîvan jê re dike. piştî ku 30 sal ser re derbas dibe û careke din berîvana xwe dibîne û dimire. di pirtûkê de behsa êş û qedera kurdan tê kirin. hemû jî rast in. dema ev qedera kambax a azad jî dikeve nav de mirov dibêje qey rastî ye û dixwaze tiştên baş were serî



20.02.2020 21:43 | brusk56

7. (bnr: 99 navên xwedê)



29.04.2020 19:00 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî