Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
taybetmendiyên bûkên ku dayîkên kurd dixwazin - tirşik
taybetmendiyên bûkên ku dayîkên kurd dixwazin
(14) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. spêdê siharê şiyar dibe kar û şolên malê diket

her heftiyê carekê diçe ser tenûrê nan i dipêjît

ji bo xesûû xezîrê xwe gelek rêzê digirît û çi dixwazin tîne cih.



24.03.2015 22:04 | vêca çiyeeee

2. (bnr: pale)

(bnr: xulam)

(bnr: kezîzer)

(bnr: motor)



24.03.2015 22:51 | ceso

3. Vî stranê heta dawiya wê guhdarî bikin, her tişt têde heye:



me bûk anî lez û bez:









25.03.2015 09:31 | mîr

4. Jinek rojê 100 kîlo pembo bide hev, dayik ji bo wê dikevin rêzê *



25.03.2015 10:50 | mergehez

5. qelaw lê ne obîzete,qun mezin navmil fireh,ku meşiya divê zinginî ji ber pê wan here. Wele gava ku diya me jinik terif dikirin min digot ne jinekî dixwazin rast rast terminatorekî dixwazin.Gidî ecêbin dayikê me.



25.03.2015 21:10 | tivirloismail


7. (bnr: nefsbiçuk û jêhatî û kêmxeber)



26.03.2015 01:06 | azadixwaz

8. Keçikek efendî, taze, jêhatî, ne serrût, qedirgir, spehî, rûyê wek lempê... *



26.03.2015 09:08 | xendekî

9. gotinek ji devê diya min: "kurê min bi xwedê tu yek ji wê çêtir nabînî, rû gewr e, sing û kemax ha(bi destê xwe jî terîf dike) ev qas in, feqîrok e, em herin bixwazin tu çi dibejî?"



26.03.2015 21:38 | kevçiyê dil

10. divê xweşik bin

divê cihê hurmetê zanibin

divê çavên wan rengîn be

divê bejn û bala wan li ser be

divê zanibin xwarinan çêbikin

divê jîr û zana bin

divê di derûdora ku kurtepistan difûre de pesna xesûya xwe bidin

divê qedrê mêrê xwe bizanibin

divê ji dêya xwe bêtir ji xesûya xwe hez bikin

divê malbata xwe nekin mêvan lê malbata mêrî tim taca seran be

divê divê divê divê..

dema min nivîsand jî dilê min xeliya üfffff



têbinî: ji vir sê sal berê meta min ji bo kurê xwe li keçikekê digeriya, rojekê ji min jî pirsî go tu çi difikirî? go qet hevalên te nîn in bo kurê min? (navbera min û meta min pirr baş e em wek heval in lewma serbest dipeyivim) mi go metê çawa tune ye! ma xeleya keçikan rabûye? tu eyb nakî! û mi go tu tiştekî çawa dixwazî? go bila mekteb xwendibe, dirêj be, xweşik be û jîr be.. falan lîsteya jor bi derbekê de jimart (kurê wî ji 1,62 ye, çavên wî hurik û qûna wî jî nêzikê erdê ye)

mi go metê ma ez bi bejn û bala xwe eger keçikeke wisa bibînim çima ji bo kurê te eyar bikim?

got tu kûçik î*



26.03.2015 21:52 | ferhenga şikestî

11. Diyamin kizeki Kurdan bi esli bi mal bi akil u rind dixwaze.



26.03.2015 23:03 | tîrejên rojê

12. ez jî bo bakurê curdistanê dikarim vê bêjim: mixabin sê sed hezar caran mixabin, diyên me ên fidakar û emekdar û destlepezîz bûkên tirkdixwazin. her çiqas bêqîmet bin û ji aliyê kesayetê ve gesh nebin jî tirkbûna wan têr dike.



min ê ew mes'ele girêdabûya fanonî, lê ez ji lîncê tirsiyam. netekîm, ciwamêr ewqas bû benîşt,min jî ji xwe fedî kir buddyler. nêyse, rojek din.



27.03.2015 00:13 | wiha wilo wisa

13. dayîka min êka kurd dixwaze û dibêje heke tirk be ew pêyê xwe naavêjîte di vê malê de !



27.03.2015 01:19 | vêca çiyeeee

14. li gor dê ya min êdî di vê dewrê de qîzên îdeal nemane. her dem dibêje: "qîzên min jî tê de, hemû qîzên vê dewrê naylon in"*



01.04.2015 15:28 | nazim tolhildan

15. 1. gewr
2. çav şîn
3.bê ziman
4. emrê wê hindik
filan bêvan..



15.01.2018 10:22 | tililili

16. (bnr: sibel can) : ))



28.10.2018 00:10 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên karekterîstîk ên nivîskarên kurd
» dayîkên kurdan
» kurdên dibin polês

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî