Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 41 peyam
pîzza - tirşik
pîzza
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwarineke navdarbûyî yê îtalyanan e. ji hevîr û gelek cûre tiştên li ser wê, pêk tê.

cara ewil di rojên şer de hatiye, dîtin û çêkirin.

xwarinên din yên ku tê gotin ji ber bêderfetiyê hatine dîtin: ecûn, aşûre...



16.03.2015 22:06 | simurg56

2. karekî li swêde hemû destên kurda de ye. Û hinek li dewletên ewropa de jî kurd ji destê îtalyanan vê karê hildaye. Navê dikanê wan bi îtalyanî ye lê belê xweyî dikan û xebatkarê wan kurd in. Jixwe kurd dişibin îtalyanan kesek ferq nake.



16.03.2015 22:22 ~22:25 | mîr

3. Xwarineke populer û xweş e. Li mala me jî tê hezkirin. Kurê min dibêje; "baba bê, mamo pîzza bîni, venî pere"...



16.03.2015 23:02 | azadixwaz

4. lehmecûna îtalyanan e.



17.03.2015 01:55 | terkexem

5. min berî çend saetan hevîrê pîzzayê çêkir û malzemeyên wê amade kirin ku piraniya wan ji xwe hazir in. tenê sos hinekî bi zehmet e, lê li cem xwarinên tirşikan karê zarokan e. axirî bû efsane û ev ceribeya min a pêşîn bû.

di nav sosa wê de, bacanê sor, sîr, pîvaz, zehter, kîmyon, filfil, ketçap, îsota hûr a tuj û xwê hene. sosîs, 'sicûq', îsot, garis, penêrê mozarella jî li ser bûn. min ji bîr kir, zeytûn têxim lê wiha jî bi ekl bû.

bi vê xwarinê dikarim bi qanala "xwarinên dayika min" re têkevim pêşbaziyê. eferim ji min re asdfgh*



16.05.2021 17:33 ~2021.05.17 08:36 | biruya hayao miyazaki

6. Xwarina ku me jî do çêkirîye lê a me şixûlê feqîra bû yanî tu mozeralle tê de tunnebû.
pîzza/133704
Lê camêr bi rastî jî heyat çêkirîye meriv dibê qey kalkê wî îtalyanî ye.

(bnr: zilamên jêhatî)



16.05.2021 21:22 | pîroz

7. Ez şeş mehan li Italyayê mam ji ber Erasmusê. Firavîna me her daim bixwe pîzza bû ji xwe û xeynî vê gellek caran me taştê jî bi pîzzayê vedikir zikê xwerînî. Ne ji ber em mehdegemarbûn bes pare tine bû û pîzza jî pirr erzan bû. Li wir şûnva tu carî min li turkiyê pîzza nexwar dilêm pê hevdikeve û rastî jî eleqa pîzza Italyayê bi Tirkiyê ve tinne. Bes pîzza gundê Kafro a Midyatê ewa pir xwaş bû tehma wê min pir eciband. Û misoger biçin Kafro û pizza bixwin taybetî bila tuj be. Yek jî pîzzayê sade bixwin heyran penîr û firingî bese haa. Hinek karî, pûng, sosîs, û birre tişt tixinê û tixine mîna keledoş. Welhasilî kelam bijî pîzza margarîta û Şahê Bedo.



17.05.2021 02:40 | qertewîn04

8. xwarinek bûha ye li tirkiyê. di rastîyê de malîyeta wê ne zêde ye lê nizanim çima, li tirkiyê wek ku tişekî gelek taybet be, bi bûhayên mezin tê firotin.
wextê em xwendevan bûn, car caran me sîparîşa ya domînosê dida, wê demê li ber dilê me zêde zêde xweş bû lê niha wê tamê nastînim. îhtîmalek mezin qalîteya wan kêm kiriye loma. te dît ji ber rewşa abotî ya tirkiyê.
ev demek e dîya zarokan, ji wan re bixwe pîzza çêdike. li gorî keyfa zarokan, penîr, zeytûn, qelî, sicûq, libên garisan û hwd. bi rastî jî ji yên derve gelek xweştir çêdibe. heta gelek caran hevîrê wê jş ji firinê distîne, bi vî awayî gelek rihet jî dibe.



17.05.2021 06:59 | simurg56

9. ji ber xerabûna aboriya tirkiyeyê, pîza nayên kirrîn. ku him pir biha ye him jî îde gramaj û mezinbûna wan pir biçûk e. wiha bibêjim: pîzaya biçûk a du sal berê îde bûye pîzaya navinc/horte. û malzemeya wan jî pir kêm bûye. divê mirov bo parîkek malzeme dinya pere bide. niha di dominosê de trend pîzzayên navinc/horte ên bo yek kesî 215₺ ne. û min bi 300 kaxidî malzemeyên xwe kirrîn. û bi nîvê wan pîzayekê mezin û bi rastî biekl çêkir ku em sê kes pê têr bûn.

min berê jî çêkiribû (pîzza/133704) lê min tarîfa wê nedaye. ka biceribînim.

hevîrê wê mîna nanê ye, jê cihê, tenê hêkek têdixî nav. piştre ya herî giring çêkirina sosa wê ye. 5 bacan ji mîkserê hûr-hûr bikin -heta avî bibe. tawê dînin ser êgir, di nav donê de (9 dendik) sîrên eciqandî bi nermî sor bikin û bacanan tevlî bikin. bila bikele. di kelanê de ava bacan derdikeve ser, wan jê derxe. xwê û baharatên xwe tevlî bikin û bi mîkserê dîsa hûr bikin heta "qiwam"a wê bibe mîna ketçapê. mîkser îcada min a nû ye bi quran.* çi alavekê delal e yaw. sdffggfgdh. piştî sos çêbû, hevîrê xwe bi firehiya temsîka firnê vekin -ku ev zehmet e û sosa xwe di hevîrê din. min nîvê qaşara 500 giramî bi rendeyê xistibû. wan bi mintezamî avêt ser sosê. nîv qangal sicûqê 300 giramî felqe kir û danîn ser. û zeytûn. heta min zeytûn ji dendikan derxist, îmana min çikiya.* wan belav kir ser. îsotên şîn ên hûrkirî jî rijand ser. dawiya dawî avêt firna bi 240 pileyî hatiye germkirin. 20-30 dq-yê de çê dibe.

(yên dixwazin li şûna qaşarê mozeralla bi kar bînî. qaşar di erzaniyê de bû, lewma min ew tercîh kir. her wiha yên dixwazin, dikarin garis û sosîs jî tevlî bikin. lê bi min bi van re pîza pir giran û zêde tije dibe. ji xwe kêfa min pir ji garisê nayê, min ew ji serî de avêt. şûna tevlîkirina sosîsê jî, min ew sorkirin û danîn ber û kir nav sosa mayî ya pîzayê.)

wele bile bûbû qûdret.



16.08.2022 23:25 ~23:29 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» pîzza tost

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî