Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
domînos - tirşik
domînos
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. marqeyeke pîzzayan e.

berî çend salan pîzzayên wan gelekî xweştir bû. extravaganza û meksîkano gelek xweş bûn. lê van salên dawîn êdî ne weke berê baş e. di eslê xwe de buhayê wan jî kêm nebû lê..

lê heftya borî, piştî demek gelek dirêj min li dikana wan bixwe bol malzemos xwar, ne xerab bû. ez bawer im ger mirov li cihê wê bixwe, germ bixwe dîsa baş e. nexwe divê mirov sîparîş nede.



16.03.2015 22:02 | simurg56

2. Sloganê wan "delivery expert" e yanê maneya wê ya kurdî "pisporê/hostayê servîs/ belavkirin" e.



Di nav bazarê pîzzayê de seba serketina wan di bingeha wê sloganê de xwe weşartî ye. Ji Ber ku gava meriv birçî dibe daxwaza herî zêde ya wê zûtirîn zikê xwe têr bike.



li restoranên xwe zêdetir li derve ofîs û malan re pîzza difiroşin. Û îdia Dikin heke di nav 30 deqe de pîzza negihêje we pere nastînin loma kuryeyê wan wekî dîna bilez motorsikletê xwe diavo.





16.03.2015 22:17 ~22:26 | mîr

3. Marqeya pîzzayan ya bi rastî jî xweş çêdikin. Û bi rastî jî zû tînin. Hema her û her jî kampanyaya wan heye.



16.03.2015 23:19 | azadixwaz

4. Marqeya pîzzayan a niha kampanyaya 3 bikire buhayê 1ê bide heye. Min îro ji vê kampanyayê ya ipince* kirî û bi rastî jî baş bu.



18.03.2015 22:26 | azadixwaz

5. dikanên ku haya xebatkarên wan ji tama pîzzayên wan tune.

wê rojê ji ber ku li malê xwarin tune bû, min got herim pîzza bistînim. çûn dikaneke wan, min dît li kêleka pîzzayekê "nû derket" dinivîse. min ji xebatkarê ku sîparîşan distîne pirsî "gelo tama vê çawa ye, tu pêşniyar dikî?" got mixabin nizanim, min qet nexwariye.



min nezanî çi bifikirim. gelo ev fîrma qene pîzzayek jî nade xebatkarên xwe û zilam jî ne yeke wisa ye ku bikare pere bide pîzzayek wisa û bixwe heta ku tama ew tişta ku difroşin nezanin? an zilam ji pîzzayan û ji karê xwe hez nake, loma qet nekiriye devê xwe de? û hwd.



29.03.2016 21:10 | simurg56

6. kurê apê min ji vir deh sal berê di vê fîrmayê de dixebitî, digot êdî ji xwarina pîzzayê dilê min dixele, ewqas pîzza dixwar..

dibe ku nêzikbûna li hemberê xebatkaran li gorî bayiyan guherbar be..



29.03.2016 22:35 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» domînos pîzza

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî