1. îsal tibabek zêdetir bûye. ev çend meh in min nekariya çayek xweş peyda bikim û vexwim. |
|
07.03.2015 17:20 |
simurg56
|
2. bobelata ku dêhn û bala min jî kişandiye.. |
|
07.03.2015 22:26 |
ferhenga şikestî
|
3. Ya ku tama devê me guherandiye û em jî êdî nizanin ji kîjanê hez dikin. Niha ew çaya kevin ya ez jê hez dikim bê ber min ez nas nakim. |
|
08.03.2015 10:15 ~10:16 |
brusk56
|
4. ez cizîrî me, ev îş li cem me tê kirin. Divê hûn çaya qaçax ji Cizîriyan û silopiyiyan bipirsin. Ez ji were bêjim. Çaya qaçax a herî xweş ordek e (navê wê yê rast çi ye nizanim lê kîsikê wê sor e û wêneyê ordekê ser e). Dûvre jî ez ji we re bêjim ji Mahmood venegerin, xwe ji mahmood şaş nekin. Istikan mistikan ev vale ne. Mahmood baba ye, bavo. |
|
08.03.2015 18:43 |
xendekî
|
5. Yên çaya mahmood pir bixwazin û heke nikarin peyda bikin bixwazin ez ê ji we re bişînim. lê heqê wê filan ji kîs we, ê çi bikin xwendekarî * |
|
08.03.2015 18:44 |
xendekî
|
6. Li diqanên sûriyan carna tiştên xweş rast te. Lê paşê diçim nemaye. |
|
07.03.2021 11:50 |
elaziz izzetpasa camii
|
7. Berê istikan xweş bû, ev çend sal in min istikan venexwariye, ji bilî wê çaya qaçax ya herî xweş li gorî min dembaş e. Him rengên di pakêtê de bikaranîne jî pir xweşik in. |
|
02.11.2021 09:26 ~09:31 |
xabûrî
|
8. di van 7 salên dawî re zehmettir bûye. wekî hatiye gotin berê istikan hebû lê dibêjin xwediyê wê miriye û qalîteya wê guheriye. bera jî êdî nayê vexwarin. çaya camelon ya heqîqî di piyasê de pir bûye. herweha çaya bi navê rojava heye. çaya werdek ya ku li jorê behsa wê hatiye kirin, gelek sixteyê wê ketine piyasê ku nayê vexwarin. yên sixte di poşetê wê de diyar e. ya orîjînal poşetê wê pir sor û tarî ye. lê ya sixte rengê wê çilmisokî û hinek dişibe pirteqalî. çayek vekirî bê marqe jî heye ku jê re dibêjin bahrût. ew jî pelê wê pir hûr û reş in. ew jî tama wê gelek xweş e. lê di nav van hemuyan de ya xweş camelon e. |
|
02.11.2021 12:56 |
tîrêj zana 21
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |