Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kirasê bextiyariyê - tirşik
kirasê bextiyariyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê çîrokeka ku li gorî texmîn û têderxistininan celadet elî bedirxanî di kovara ronahîyê hejmara 19ê ya sala 1943an de bi nasnavê evdilezîz metwarî nivîsandiye û belav kiriye..



''_______________“Di vê dinyayê de tukes bêxem nabit.”

_______________“Heke yekî bêxem peyda bû ew ne benî-adem e.”

______________________________Sadiyê Şîrazî



Dibêjin, carekê padişahek hebû û hikim li nîvê dinyayê dikir. Ji Hindê û Çînê heta bi çiyayê Dafê. Padişah bi janeke giran ket. Di welêt de tu bijîşk ne man ko ne hatine ser. Lê ji derdê padişah re tu derman ne hate dîtin.



Saxlûx dan û gotin ko di perê dinyayê pisporekî mezin heye. Bikare, ew dikare padişah derman bike. Berdevk çûn û ew hekîm anîn. Hekîm padişah seh kir û got:



- Padişahê cîhanê, nexweşiya te ne tu tişt e. Dermanê wê jî hêsanî ye. Divêt tu kirasê mirovekî bextiyar li xwe bikî. Ko te ew li xwe kir, tiwê di cih da sax bibî.



Şahî bi welêt ket. Digotin hekîmê ferzane li ser nexweşiya padişah vebûye. Hekîm jî da rê û çû welatê xwe. Êdî diviya bû kirasê mirovekî bextiyar peyda bikin.



Şêwrek danîn. Ma ji wezîrê padişah bextiyartir kî heye. Qesta wezîr kirin û kirasê wî jê xwestin.



Wezîr li wan ecêbmayî ma û got:



- Bi min be hon şaş in. Bextiyarî li kû, ez li kû. Ma hon nizanin ko şûrek li ser serê min re hilawistî ye û ew bi benekî zirav ve girêdayî ye. Ben hergav dikare biqete û şûr di canê min re bibe. Ma ji min bextreştir heye. Ji ber temakarî û eşqa mezinahiyê min ev paye ne bi çar, lê bi çardeh destan girtiye. Û ji tirsa ko padişah min ezil bike bi şev jî xew nakeve çavên min. Ji milê din ez didime eqilê xwe, heke rojekê padişah ji min enirî û heke ez ne kuştim ezê çi îş û çi cah ji xwe re peyda bikim. Ev e halê min. An ne bi minetdarîke mezin ez bi vê xizmeta melîkê xwe radibûm.



Jê geriyan û çûn ba qazî; mesele jê re gotin û kirasê wî jê xwestin. Qazî jî li wan ecêbmayî ma û got:



- Kê saxlûxa min daye we. Halê ko ez tê de me, Xwedê tu kesî nekit wî halî. Şevê pêde ez didim eqilê xwe û texmînan dikim. Gelo ez daw û doza xelkê çawan safî bikim. Wîjdana min bi vê endîşeyê hergav bêaram e. Ma bextiyarî û balrahetî ev e.



Ji wî jî geriyan û çûn cem têcirekî mezin û dewlemend; kirasê wî jê xwestin. Têcîrê dewlemend gote wan:



- Xwezî û sed xwezî ez ew mirov biwam yê ko hon lê digerin. Belê min gelekmal heye. Ez hero dixebitim, xwe dikujim ko wî zêde bikim. Ji aliyê din hero ji tirsa xesarê texmînan dikim. Bi şev karwanên min yên ko li çolê ne, vaporên min yên ko di behirê de ne têne bîra min û xew li min diçe. Gelo dizan li karwên an qursanan li vaporeke min xistiye? Halê min û mal û dewlemendiya min bi vî terzî ye.



Jê jî geriyan û çûn cem memûrekî hikûmetê; qiseta xwe jê re gotin û kirasê wî jê xwestin. Memûrê reben got:



- Sed hemd û spas ji Yezdan û ji padişahê cîhanê re. Ez di saya wî de digel kufletê xwe sitirî me. Min miaşekî hindik heye. Zarowên min zehf in. Ez deyindar bûme. Şev û roj xema wan dixwim. Heke ez ji wezîfa xwe hatime rakirin, an ji nişkekê ve mirim ewê çi bibin. Di kûçe û kolanan de sefîl û sergirdan bimînim.



Berdevkên padişah jê jî geriyan û dan eqilê xwe; ma kî heye? Ji gundiyan pêve kes ne ma bû. Çûn nik gundikî; mesele jê re gotin û kirasê wî jê xwestin. Gundî li wan vegerand û got:



- Ma we kengî gundîkî bextiyar dîtiye ko ez jî bextiyar bibim. Ez li kû, bextiyarî li kû? Ji qemçûr û wergûyê, pişta me duta bûye. Çavên me li ezmanan e. Gelo baran tê an naye. Sala ko baran hat, te dît kuliyan tiştek ne hişt. Heke salek xerab hat te dît me deyin kir. Heta deh salan em nikarin jê xelas bibin. Ma ez hêj çi bêjim…



Berdevkên padişah jê jî geriyan û bi dinyayê ketin; li mirovekî bextiyar geriyan. Lê di tu deran de ew ne dîtin. Dawiyê vegeriyan qesira melîk.



Rojekê di dîwanxanê de rûniştî bûn. Ji kûçê dengek seh kirin. Yekî bi şahî û kêfxweşî distrand. Daketin kûçê. Mêrik derwêşek bû; rût û tazî bû, ebakî pispankirî lê… Nîzingî lê kirin, mesele jê re gotin û kirasê wî jê xwestin. Derwêş kenî û li wan vegerand:



- Belê ez mirovekî bextiyar im ji ber ko min kiras nîne. Heke min kirasek hebiwa, ma ez kengê bextiyar dibûm?''



24.07.2013 05:56 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kirasê spî û sabûna bi deyn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî