Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nostaljî - tirşik
nostaljî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke ezemet e kakagiyanlar..

gelek hej ji vê peyvê dikim, ji bo paşerojê tê karanîn,her nostaljî paşeroj e lê her paşeroj nostaljî nîn e ( bû wek meseleya hêk û mirîşkê loo)

tevger, bûyer, stran, fîlm, û gelek tiştên din ên ku ketine binêhêşê te, bi salan dûre ji nişka ve xwe didin li ber baya xezeba bîranînan, hah! bo min ev e nostaljî, yanê bi tenê 'tiştên kevn' têrê nakin ku bibin nostaljî. divê wateyeke wî/ê hebe ku ji nişka ve te bigire û bêî biryara dil û mêjiyê te, te siwarî keştiya xeyalan bike û bibe hey bibe..



06.03.2015 20:41 ~23:23 | ferhenga şikestî

2. paşeroja hejêkirî ye

paşeroja bêrîkirî ye



06.03.2015 20:53 ~20:53 | simurg56

3. nexweşiyeke şirîn e, dema mirov bêriya demên berê dike, jê re dibêjin nostaljî.

Bi rêya frensî nostalgie ji yewnaniya kevn νοστος (nostos, vegerr) + ἄλγος (algia, êş, jan) ketiye kurdî û kurmancî û gelek ziman û zarava û şêwezaravayên din de.

cara ewil sala 1688an bijîşkê swîsreyî, johannes hofer, ji bo nexweşiya ji ber bêriya demên berê, xirabiyên ruhî û fîzîkî yên di laşê mrov de peyda dibin, ev peyv li hev aniye.



yek ji wan nexweşên mûzmîn yên vê nexweşiyê jî ez im, ew qasî heta carina bêriya amerîkaya di fîlmên western de dikim. bêriya stembol a di fîlmên kevn ên yeşîlçamê de dikim. bêriya dergistiyên xwe yên kevn nakim tabî ;) bêriya cizîra berêvarkî ya dema hêj ez zarok dikim.....



14.08.2016 17:53 | endazer

4. bi birhanîna, nihartina, dîtina fikirandina.. demên berê an tiştên berê, nostaljiyên dema meriv tîne bîra xwe ev bi bîr hanîn ji hişre gelek bi feydeye yanî hişê meriv wekî xwe nûn bike tiştên berê yên din jî tîne bira meriv, hafiza meriv xurt dibe.. mînak stranên kevn dema gohdar dikim tiştên berê tên bîra min... hun dikarin bibêjin ev çi difiroşe lê eleqeya wî bi hev heye bi ceribînin û bibînin her çiqas kêfa we ji bîrhanînên berê re neyê jî dîsa bînin bira xwe an herin cîhê zaroktiya we lê derbas bûye an bîbînin/bêhn bikin.. cîhê ku rojeka we lê derbasbûye. xebera min bikin hafiza xwe kevn bikin *



14.08.2016 18:41 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nostaljî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî