Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dalkurd - tirşik
dalkurd
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Tim'eke futbolê, a Liga Isvecê a 3. Lê belê wek navê xwe Kurd´e. Di 2004 an de hat damezirandin u salê ligek bi Jor de çu.

http://youtu.be/pWN1YLgaFm4

Temaşevanê wan jî gelek bi coşın.



24.07.2013 00:26 | saryaudisasarya

2. tîma ku aniha di pêşbirka xwe ya dawî de bi ser bikeve dê derkeve lîgege jorê. (piştî wê yek lîg dimîne)



19.10.2013 21:02 | gernasnenas

3. tîma kurdên li swêdê ê ku her sal dibihizîm ku dibêjin piştî vê lîgê jî derbas bibe wê derkeve lîga herî bilind * vaye çend lîg e derbas dibe nikare xwe bigihîne lîga herî baş xweyqûnê ..



19.10.2013 21:23 | brusk56

4. ji vir dikarin meyzenin (bnr: ).http://www.sahadan.com/puan_durumu/isvec_1_Lig_Kuzey/756/0/



15.12.2013 00:49 | diljan

7. Tîma ke, zafin kurdê taxim nêgîrtîyan tepişnenê.



Kesk û sor û zer wula!*



29.12.2014 02:41 | endazyar

8. Tîma ku ji mirinê felitiye. Serî de plan kirinê ku siwarê ew balafira ku li ser çiyayên alpê ketî bibin. Lê paşê bernameya xwe guherandine û siwar nebûne..



25.03.2015 07:50 | brusk56

9. (bnr: hebûn an nebûn)

(bnr: biryarên ku qedera mirov diguherînin)



25.03.2015 08:30 | ceso

10. Futbolé Jibo Kürdistaneye

(bnr: tîma futbol kurdan)



25.03.2015 19:08 | qoling

11. Xwede wan xılas kır ye .



25.03.2015 20:13 | kurdemerg

12. tîma ku êdî di super lîga yan "lîga super" ya swêdê de ye û em jê re serkeftinên mezintir dixwazin û hêvî û armanca me jî ew e ku hemû kurd piştgiriya wê bikin û jê re bibin alîkar:

hêvîdar im ku ji vê performansa xwe neyê xwarê û her bi ser keve û li Ewrupayê bikute qûna tîmên timên tirk jî.

ma xwedê!

dia bikin



12.10.2015 12:33 | dijber

13. tîma kurdî ya ku îsal îstatîstîk mîstatîstîk tev çirandine.

heta niha 23 yarî kirine (maç lehîstine)

16 serkeftin

7 cara wekhev maye

0 carî têk çûye.

ango ev 23 yarî ne ti tîmekî nekariyê.

di navbera wê û tîma li dû wê de 12 pûan ferq heye. malik li wa xira kirine.



12.10.2015 14:02 | xendekî

14. tîma ku liga derketî yanê superettan ne lîga herî baş a swêdê ye. ji vê lîgê baştir allsvenskan heye.



12.10.2015 16:26 | brusk56

15. klûbek gelek ecêb e yaw. di lîga xwe de heta maça dawî di 25 maçan de têk neçû û ya herî nêzikê wî 14 puan jê dûr bû.

di maça dawî de bi huddinge'yê re lîst ku huddinge tenê pêşiya 2 klûban e di rêzê de Û wenda kir *



03.11.2015 23:35 | paşê min got what the fuck

16. îsal pir xweş dilist lê bişe nekir derbasê lîga jor bibe. hinî maçek dîn heye lê paş sirius, afc û hamstads dalkurd dibe çaremin. sirius û afc derbasê lîga jor dibin, halmstads jî playoff dilize. Here lînkê
inşalla salek dîn ew ê baştir bibe.



31.10.2016 10:14 ~10:17 | cinorek

17. Îsal kijan televîzyon maçên dalkurdê tide numandin?



22.04.2017 17:44 | elaziz izzetpasa camii

18. Nûha li hember tima gefle 2-0 pêşda ye.
De haydê lexin embazano lexin.



29.04.2017 17:53 | elaziz izzetpasa camii

19. 26.06.2017
dalkurd - norrby: 4-1
Maşella dalkurd ki tet 4-5 davêje û dişine.
Êdî dive dalkurd brammojjjajjjjhdhdka jî bine xwarê û bibe yekem.



27.06.2017 06:39 ~06:40 | elaziz izzetpasa camii

20. rojnameya guardian:
The remarkable rise of Dalkurd: a Kurdish club on verge of the Swedish top flight.
Here lînkê



09.10.2017 16:59 | cinorek

21. Îro li hember gaisê 1-0 serkeftî xilas kir û garantî kir ku derbasê liga yekem a swêdê bibe.
Serkeftin!



28.10.2017 17:07 | cinorek

22. tîma kurdên me yê kurd ên li swêdê.
îsal derket lîga allsveskan'ê yanê lîga herî baş a swêdê.



22.12.2017 00:20 | brusk56

23. Wê heftê sifte li lîga allsvenskan maça xwe list.
Li stada nationalarenan li hember 50.000 fitbolhêzan derket qedê.
Her çikas ku wenda ke se jî xirab nebû.
Li hember tîma aik hebû.
Ew paş malmö tîma herî serkeftî ya swêd e.



03.04.2018 21:16 | cinorek

24. wela hal ê wa ne hal e.

Here lînkê



24.05.2018 21:46 | kurdokercewsî

25. Mixabin îro daket lîga jêr.



11.11.2018 19:59 | cinorek

26. sala borî ji lîga sereke a swêdê ket liga duyemîn.
yanî ji allsvenskan'ê ket superettan'ê.
îsal jî despêkek pir xerab kir. mixabın rewş qet ne baş e.



28.04.2019 17:53 | brusk56

27. Îsal pir ecêb e.
Hefta berê ji tîmekê 6 gol xwarin.
Lê îro jî 5 gol avetin.
Here lînkê



14.07.2019 20:52 | cinorek

28. Dîyar kirine ku Tirkiyê nehiştiye huawei ji wan re bibe sponsor. Berî du salan Huawei bûye sponsorê wan û 40.000 dolar pere dane. Lê piştê çend mehan telefon kirine û gotine Tirkiyê gef li wan xwariye û loma naxwazin bibin sponsor. Gotine bila pere jî li cem we bimîne.
Serokê komê Ramazan kizil ber wiha gotiye ku dewletên Sûrî, Iraq, Îran û Tirkiye çi ji wan were dikin ku ew û tîmên wan nebin reqîbên hev û bi hev re maç nekin.



14.05.2020 09:58 ~09:58 | simurg56

29. Tîma ku mixabin îsal (sezona 2020) ji lîga superatten ket lîga division 1.
Ew çend hefte bû te digot qeh esseltene dixwazin bikevin.
Bi asanî maçên kolay wenda kirin.



18.12.2020 19:59 | cinorek

30. di podcastkurdi.com de beşek li ser rewşa dalkurd ya dawîn hatiye weşandin.

Here lînkê



23.05.2021 01:33 ~01:35 | hueyn

31. Doh 5 heb gol avêtin tîma aşûriyan. Pir kêfa min jê hat.
Here lînkê



25.10.2021 13:29 | cinorek

32. Sala çû daketibû lîga sêyem.
Lê îro bi dawiya maçên play-offê disa derbasê lîga dûyem (superettan) bû.
Serkeftin.
înşalla li vêr jî tenê salekê dimine û derbasê lîga yekem a swêdê dibe.
Bi kêfek mezîn dalkurd teqîb dikim têra xwe ala rengîn dimeşinin.
Here lînkê



06.12.2021 14:28 | cinorek

33. îsal di lîga seyem a swêdê (norra) de pir rind dilîzin.
12 maç temam bû 30 pûan çêkirin. tenê 2 maç wenda kirin. ger wisa dewam bikin ew ên bi rehetî dîsa derbasê lîga dûyem (superetten) bin.



12.06.2023 10:41 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dalkurd

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî