Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 7 peyam
    bêriya botan - tirşik
    bêriya botan
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Helbesteke mîrê mîran celadet elî bedirxan e, tê de bêriya xwe ya ji bo cih û warê bav û kalan diyar dike ye.:



    Bêriya Botan



    Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir

    Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir



    Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî

    Text û bextê botiyan de ka geşî



    Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû

    Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû



    Ka Westanî ka Qesara ka kanî

    Kanîn zozan, cihên bilind kebanî



    Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng

    Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng



    Basiret kû, meqşibendî, terîqet

    Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet



    Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî

    Gul û rihan zeriyane, tev rizî



    Ka Azîzan, şêx û seyda û axa

    Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava



    Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî

    Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî



    Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû

    Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû



    Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering

    Ka salên me, bekirbegî, xweş devling



    Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng

    Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng



    Kanîn çeper, betî li kû, ka celab

    Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab



    Bor-mirişkan tenik biye kete ba

    Ez botî me diştexilim her bi pa



    Ka banê me, yê Azîzan, kanî war

    Kepirê de ne kozik in, ne jî dar



    Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim

    Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im



    Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr

    Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr



    Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng

    Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng



    Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî

    Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî



    Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan

    Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan



    Dotmîr li kû, ka mîr Şeref, mîr Ezin

    Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin



    Beg û axa kanî tovrind, kanî dot

    Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot



    Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr

    Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr



    Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref

    Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf



    Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn

    Kanî mîr Şem, kanî Tacîn û Gurgîn



    Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer

    Sadon li kû, ew serekê şevînger



    Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî

    Ka li kû man ew gernasên nedîtî



    Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp

    Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep



    Pira Bafet belê ev e, kevane

    Kevin bûne, ne tirîne, sorane



    Ji delavê qitikan ve naye deng

    Kew û kevok di şînê de ne man ceng



    Şeylo bûne kaniyên me ka rejû

    Maziyan de ne pel mane ne gezû



    Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela

    Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema



    Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul

    Tu tişt nema, wemirîne deng û gul



    Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan

    Şûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan



    Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti

    Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî



    Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran

    Hacibêra, kanî Şernex, Garisan



    Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî

    Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî



    Ji garisan ne koçer in, ne dêman

    Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan



    Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran

    Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan



    Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî

    Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî



    Ka şikefta mîr Miheme, ka perî

    Kanî Dasnî, kanî keçên surperî



    Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî

    Belav bûne, bê rêzik in bê serî



    Dêra-Reben weke berê vala ye

    Hejale jî diyar niye raza ye



    Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj

    Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj



    Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh

    Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh



    Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen

    Tarî her der, ne kulek in ne rojen



    Di Tanzê de ne feqeh in ne mela

    Medresa-sor xerabe ye ji nû va



    Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn

    Tê de îro pîrhevok in û çend tevn



    Kanî Şêx im, Evdirehman garisî

    Ew jî kuştin sorgula me çilmisî



    Herê lawo tev de çûne nînin nin

    Destê me de ne hesp mane ne jî zîn



    Kurdistanê tu abadin, her heyî

    Îro, sibe û hergav jbî dê hebî



    (Celadet Elî Bedirxan)



    (Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re)



    2015.03.04-01:28 | xendekî

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    oy xwedê êdî bese lo [1]
    Ji alî apê Mûsa Mûsa Anter ve hatiye gotin, li hember zilm û zordestiy...
    hezkirina zimanê serdestê xwe [1]
    Ev rewş li bakurê Kurdistanê guheriye. Êdî hezkirin bûye bi hev re jiy...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên van hunermendên sexsîst feminizm nebîzin * îro qencî jî pere...
    bedlîs [1]
    Li sikakê wê dîtina keçan ne pêkane lê her der mizgeft e. Bajarek gele...
    kaçax [1]
    eleqeya wi bi shorbevan tenê hem bajariyê shorbevane di hiş û ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » beriya hilbijartinê kampanyaya reşkirina bdpê
    » botan

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî