Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
miyop - tirşik
miyop
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşiya dûrnedîtin û şolîdîtin a çavan e..

nexweşiyeke berbat e



04.03.2015 00:34 | ferhenga şikestî

2. ew kesên li gor numroya çavên xwe nivîsan û deverên dûr zelal nabînin. Ev kesana lazime berçavk an jî contact lens bi kar bînin. Lê ji ber mîkrob û enfeksîyonan diktor lênsan pêşniyar nakin. Lewra gelek ji wana bixwe jî bi berçavk in, ne bi lens in. Dijbera miyopê hîpermetrob e.



04.03.2015 00:47 | diclefirat

3. (bnr: dûrnebîn)
(bnr: kurtbîn)
Nexweşiya ku dihêle mirov jiyanê 144p temaşe bike*
Bê berçavk ji dûr bavê xwe nas nakim. Lê li gorî min ji hipermetropê çêtir e.
Îro min çavên xwe dîsa pîvandin, şikir di 4 sala de pîvana wan neguheriye.



27.08.2021 13:07 | merwano

4. Nexweşîya çava ye ku nahêli meriv tiştên dûrî ji xwe bibîne. Dîmen û tîp ji dûrve li ber çavên wan kesa xûmamî/xiyalî xûya dike.



27.08.2021 18:46 | pîroz

5. derdê çawên min e jî. lê zehmet nakim ku berçawek bistînim û her dem li xwe bikim... zêde problem nabînim, heke ders bala min bikşîne ber tehtayê rûdinim. belkî çend sal şunda biçim amelyatê lazerê.



07.05.2022 21:52 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» miyop

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî