Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
rojen barnas - tirşik
rojen barnas
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.



23.07.2013 20:51 | serhed7

2. Nivîskarekî ji nifşên (bnr: tirêj) ê ye. Navê wî yî fermî (bnr: mehmet gemici) ye. ji silîva ya amadê ye. Hemû helbestên şaîrê gewre ROJEN BARNAS bi navê (bnr: kadiz')ê ji weşanên (bnr: nûbihar) ê derçûne. her wisa (bnr: ciwan haco) helbestên rojen BARNAS ên bi navê (bnr: min navê xwe kola li bircên dîyarbekir) , (bnr: serbûrîyek) û (bnr: dîlbera qeşeng) jî bi deng û avazên xweyî zîz şîrove kirine. li derveyî welêt dijî.



24.07.2013 00:53 | seydayê_peyvan

3. mixabin ji ber sedemeka ku ez jî pê nizanim dev ji nivîsandina helbestan berdaye..



24.07.2013 04:03 | endazer

4. (bnr: rojbaş roza)



24.07.2013 06:01 | endazer

5. rojen barnas, şoreşgerê dewrana dijwat, helbestkarek barnas û bargiran e. rojen barnas bi razbarî û nefsbiçûkiya xwe tê zanîn. hema b3eje qet nakeve pêş qemere û çapemeniyê. ji ber ku ne "medyatîk"e ji hêla girseyên mezin ve nayê zanîn. lê yên ku wî dizanin û dixwînin qedrê wî û gewre şairtiya wî baş dizanin. Heta niha pirtûkên wî ên helbestan wek Bandêva spêde, heyv li esmanê diyarbekirê (ev her dû pirtûk bi navê şi'r hatiye çakirin) milkê evînê hatiye weşandin. hemû helbestên wî herî dawî bi navê kadiz hat çapkirin. niha li stockholmê dijî.

ev jî rûpela wî ya facebookê: https://www.facebook.com/RojenBarnas



14.10.2013 15:03 | alasor

6. di nav helbestkarên kurd de helbestkarÊ herî mîstîk ew e.



24.10.2013 21:24 | zero

8. nivîskarek heja , dema ku ew camêr dinîvîse mirov zide pÊ keyfxweş dibe ku mirov hemnîştimanîyÊ wî ye. kurdên helbestên rojen barnas ne hesayî mixabin gelek tişt winda kirine. helbestên xwe da kurdîyek welÊ dixebitîne mirov dıbe nava deryayên xewnan. ka kerem bikin lê binerin:



sira sibê li ba bû

dara hewrê veciniqî û hişyar bû

tevziyek da xwe

tevziyek kûr û rahişt bilûre danî ser diranan

sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira

kaniya bin dara hewrê

bi dengê bilurê re nehirand

hêstir xûrxûre melûl melûl

dilê heyfa ji kovanên xwere

kerî bi kerî kezext û dirand

bilbilek firî ...ji hêlîne çu danî...li gulya gulê

xençeyak mijand ji pêsîra xwe

berda dilê wan xuriyê

dilop dilop niqutî û xurî

niqut niqut û xurî

di dilopa pasî de sefeq beyan bû

ji bilûrê his birî kanî xayis ket

li bine kema gulê bilbil ji can bû

jînek nû dest pêkir bi sira sibe

sefeq zelal xuza xuyan bûn

(bnr: ciwan haco sira sibê)



Dîlbera qeşeng terhîn û ciwan

Li serî zerzeng di dest de piyan

Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan

Bi vexwarin da kirim netîwan



Pênûs kişabû birhên kevanî

Çavên şîn neqşîn rengê Çîmanî

Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî

Hilkir hilkişa ji laş deranî



Dîlbera nazdar tak ji rihanan

Buharên rengîn mîhên gulanan

Gîyanên kovî dan ser zîndanan

Hilkir hilkişa xist nav însanan

(bnr: ciwan haco diber a qeşeng)

ez dibêjim qay helbestên rojen barnas bersivek kurdewarîye ji wan kesanre ku ewên dıbêjin gelo ma kurdî ji zimane heger fêhm bikiran ji van gotinên xwe yê vala wê fedî bikiran



20.05.2014 16:11 | birazî

9. xwediyÊ helbesta ''min navê xwe kola li bircÊn diyarbekir''Ê e.



20.05.2014 19:06 | xelîlêzer

10. piştî salên reşên nivîskariya/helbestvaniya bakur de yekem kes e ku pirtûkeke helbestan bi temamî kurdî çap kiriye.

navê helbesta wî ya rojbaş roza min her tim vediceniqîne.



18.03.2015 00:56 | berxweda

11. Pirtukek li ser farqîn ê nivisîye bi navê "Farqîn" ji wesanên nûbihar ê derketiye. ji cand û dîrok a farqinê bigrin heta behsa xwarin û dawetên farqin ê jî kiriye biwenêyen dirokî.



08.08.2015 03:45 | kurêpîrê

12. EZ MENDALEKÎ ÇAR SALÎ ME, MAMO!

Ez mendalekî çar salî me, mamo!

Ez mendalekî çar salî

Li kolaneka Mehabada xopan mame

Li kolaneka Mehabadê

Kolanên Mehabadê xir û xalî

Roj,

Mîna kiloreka rûnî, ji genimê sorgul

Ku di tendûrê de sorgizirî

Di şebaka me de,

li rojhilat

li esman

ji min re

Wekî bişirandinên dayika min dibişirî

Û

Ez nizanim çawa bû, mamo!

Çarşevek ket navbera me

Mîna cubê Îmam Xumeynî tarî

çarşevek reşvegerî

Û

Mîna tavanê teyrokê

Agir barî

ji balafiran bi diyarî

ya sala mendalan

li me.

Ez mendalekî çar salî me, mamo!

Di sala mendalên dinê de

Ez mendalekî çar salî

70

Li hewşê;

pitik li ber dil,

pitik li hembêz

laşekî,

Laşekî parî bi parî

cenge cenge

ji bombeyên mêtingehkarî

Ew laş yê dàyika min e.

Ez mendalekî çar salî me, mamo!

Ez mendalekî çar salî

Ragihînin Dehakê virnî Îmam Xumeynî

Bêjnê:

Te Mehabadê xopan kir,



Li ser kavilê



mendalekî çar salî

Niha

Bi avakirina Mehabadek nû,

bilî

Ez mendalekî çar salî me, mamo!

Ez mendalekî çar salî

Ez niha malokan çêdikim ji xwe re

Ezê ji malokan ava kim Mehabadê

Mehabadek ku

Ji avahiyên xweydana min xemilî

(min vê helbesta rojen barnas di kovarekî de dîtibû, ez bawer im navê kovarê "gulîstan" bû. min rojen barnas bi vê helbestê nas kir.)



26.11.2015 01:43 | mahîr amed

13. Hevalêkî min bi vî navî heye. Lê mixabin! Bênamûsê me kesê kû navê xwe jê girtîye nas nake.



27.11.2015 01:17 ~2019.03.06 01:00 | bager elih

14. Helbestvanê ku em tu car di Medya an cihê din nabîn e. Ne popîlîst e.



27.03.2016 20:47 | sibatok

15. Nemirekî hêja ye



27.09.2017 12:09 | robar cilo

16. Di nava helbestvanê kurda de ji bo min, cîhekî wî ye pir û pir giring heye. "Rojbaş Roza, Dîlbera Qeşeng, Sira Sibê" helbestên vî ye herî bi zîzin. Min berê vî çar sala pirtuka vî ya bi navê "Kadiz" kirî bu u xwendî bu.



09.04.2018 17:06 ~21:58 | hesen bira

17. yekem min navî wî li Enqera dinav koma xwendinê a mestûre erdelanî de qala vî helbestvana hêja kirin, û bi rastî jî ji wê rojê vê di dilê min de ye. Wê rojê çend kesên hêja helbêstên wî xwendin û li ser jiyana wî axivîn. Yek ji wan helbestên wî,jî bi navê rojbaş roza bû.



24.04.2020 00:01 | merwano

18. helbestkarê hêja ku di kovara nûbiharê de dinivîse.



24.04.2020 03:05 | roberz

19. helbestkar e. Heqê helbestê dide.

Helbesteka wî di kovara tîrêj de hatiye weşandin:

Bi avê bi nan

Bi avê
Bi nan
Bi serî hildana Roja mefermend di serê Sîpan
Û bi karîna me
Ew ê
Bi zarî
Û bi nemana qidûm di çokan
Serî deynin.
Ji Dehaq
Ji Çar
Ji Şah
Rebentir bin
Ma nayê bîra wan ku
Mêran jinên xwe
Dê weledan
Davêtin ji xezeba me
Û revîn
Tu cî û nivîn
Li wan sitarî nekirin.

Bi avê
Bi nan
Bi jîn bişkifîna di bûtikên kulîlkan
Fermandarê fermandaran her em in.
Bîhna me fereh e.
Lê em ne yên xezebê carekî...
Bila bi bîrbînin
Me
Çiyayê Pentagonê
Mîna arvan
Bi hêran
Çawa hêra li Wîetnamê,
Li Îran
Û me
Çeka di dest Hîtler çawa kir dijminê serê wî
Û me çawa hejand Mûsolînî
Mîna dewkula li sêpiyê
Li daran.

Bi avê
Bi nan
Bi dilopa xwêdana eniya xebatkaran
Bê mefer û xemgîn me bin
Nêzîk e bibişkife felatî
Di gerûya Rojê,
Bi sariya asiwayê li navsera Sîpan de.



11.05.2020 14:08 | hespêsor

20. Bi stran û bi dîlan wer dîwanê rasterast
Ew in bizota mayin û jiyanê rasterast

Li benda te rê dipêm ku du mijûlî bikin
Bi rêkûpêk bi edeb bi erkanê rasterast

Periyên Dîcle w Firat rastûçep reqsê dikin
Wilo divê reqsa wan ne b` vê manê rasterast:

Ku em jî fetl û çiva bidin ber xwe, negihên
Tu armanc û qûnax û tu ramanê rasterast

Ku em xwe wekhevê hev bibînin û dest pê kin
Dê nemîne tu asteng li meydanê rasterast

Ne tenha gul û beybûn an sosin û binefş e
Divê her gul, gulçîçek li bûstanê rasterast

Bişên bijîn û vebin, bê xeter û serfiraz
Mebest ev in ji jîna li cîhanê rasterast





09.08.2020 15:46 | fîriko lao

21. ez nikarim navê wî li ser bircên diyarbekirê bikolim lêê min navê kurê danî rojen barnas!
yanî rojen barnas êdî navê kurê min e.
du sê roj berê jî kurê xalê min bi rêya hevalekî xwe nasnameya kurê min jê re şandibû, kêfa camêr hatibû, xwudê jê razî gelek arezû û temenîyên xwe yên qenc bo kurê min nîyaz kiribû...

û ji vir bo delalîkê li ber dilê xwe yê 26 rojî re vê yekê bêjim;


gul li şaxê

kulîlk di guliyê xwe de geştir e.

ku ji avê derkeve

masî dimire

rast e,

meriv meriv gotiye

masî jî masî...



26.09.2022 14:41 ~14:45 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojen barnas

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî